Nîda Cibûrî: Em ê têkoşîna xwe di sala nû de xurtir bikin

Seroka Rêxistina Jin û Pêşerojê ya Iraqê Nîda Cibûrî bal kişand ser têkoşîna jinên Iraqê yê di sala 2025’an de û anî ziman ku ewê di sala nû de têkoşîna xwe di her warî de xurtir bikin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Di çarçoveya pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî de, tê dîtin ku rêxistinên jinan ên li Iraqê di piştgiriya jinan û zêdekirina beşdariya wan di civakê de mîna stûnek sereke derketin holê. Di salên dawî de, di xebata xwe de veguherînek girîng a kalîteyî hat jiyîn; ji alîkariya mirovî ber bi bihêzkirina qanûnî, aborî û medyayê ve çûn û ji sala 2025’an û vir ve di warê xebata jinan de hinek serkeftin bi dest xistin.

Di xebatên jinan pêşketinên gelek baş çêbûn  

Seroka Rêxistina Jin û Pêşerojê ya Iraqê Nîda Cibûrî, der barê çalakî û destkeftiyên sereke yên rêxistinên civaka sivîl ên ji bo piştgiriya jinan di qadên curbecur de bidestxistin de axivî û diyar kir ku di navbera salên 2020 û 2025’an de di xebata wan de veguherînek kalîteyî çebûye û rêxistin ji çalakiyên giştî yên ku jin û zarokên keç ên Iraqî hedef digrin ber bi bernameyên pisportir ve çûye. Nîda Cibûrî, da zanîn ku ev yek ji beşdariya berfireh, semîner, atolye û hevkariyên bi saziyên girîng ên dewletê yên wekî Parêzgeha Bexdayê û Şaredariya Bexdayê pêk tê.

Nîda Cibûrî, diyar kir ku lêkolîn jinên di hikûmetê de dixebitin jî dihewîne û wiha axivî: “Bi hevkariya Daîreya Jinan a Neteweyî ya Iraqê û rêxistinên navneteweyî ve bihêzkirina qanûnî û hişyariya zêde ya jinan misoger bû. Rêxistin di xebata xwe de riyeke nû girtiye; di 20 salên dawî de li ser alîkarîdayîn û piştgiriya jinên penaber û kesên ku di şer û pevçûnan de tundî dîtine radiweste. Serdema 2020-2025’an sembola destpêkek ber bi armancên 2030’an ve ye.”

Derfetên kar û bihêzkirina aborî

Nîda Cibûrî, der barê destkeftiyên siyasî û mafan, derxistina qanûn an polîtîkayan û rola wan a di xurtkirina edaleta civakî û aboriya ji bo jinan de axivî û diyar kir ku rêxistin bi salan e rêbernameyek bi navê "Rêbernameya Enerjiyên Ciwanan" amade dike û kurtejiyana jin û mêrên ciwan berhev dike. Rêxistinê bi van kesan re hevpeyvîn kir û bi têkiliyên xwe yên rêxistinên civaka sivîl û bazara taybet re ji hinek kesan re kar peyda kir. Tevî tayînkirinên giştî yên sînordar hebûn jî hinek ji hêla rêxistinê ve hatin girtin û perwerdekirin. Her wiha, rêxistin bi dibistanekê ku di demên berê de gelek jinên ciwan perwerde kiribû re girêdayîbû, alîkariya jinên ciwan kiribû ku kar bibînin. Torên ragihandin û agahdariyê derfetên nû ava kirin û beşdarî çîrokên serkeftinê yên berbiçav bûn. Malpera rêxistinê mînakên jinan ên dayikên ku dibistana navîn û zanîngehê temam kirine û dema dixwînin û karê xwe jî didomînin, belge dike. Rêxistinê her wiha alîkariya jinan kir ku berhemên xurekê bazar bikin, bi vî rengî hêza wan a aborî peyda kir û çavkaniyên dahata wan ewle kir.”

Medya û dengê jinan

Nîda Cibûrî, têkildarî nîşandana karê rêxistinên jinan di medyayê û civaka sivîl a li ser temsîl û biryargirtinê ya jinan de, diyar kir ku di karê rêxistinê de yek ji guhertinên girîng balkişandina ser medyayê ye û got: “Bi taybetî li ser medyaya civakî bi riya bernameyek podcastê ku du sal berê dest pê kir, karekî baş hat meşandin. Medya roleke girîng dilîze û rêxistinê bi dehan jinan pêşwazî kir. Tecrubeyan nîşan daye ku jin di ragihandina bi civakê re de xwedî jêhatîbûneke bilind in. Ev çalakî pir girîng e, ji ber ku ew dihêle jin xwe û tecrubeyên xwe yên jiyanê, çîrokên xwe yên kesane, di qadên cuda de mîna hiqûq, aborî û tenduristî îfade bikin. Xebat, beşên cuda yên civakê girt nava xwe û çalakî hê didome. Her wiha di du salên dawî de bi girîngî tevkarî serkeftina projeyan kir û gihîştinek berfirehtir û vîzyonek nû mîsoger kir.”

Piştgiriya hiqûqî û derûnî

Nîda Cibûrî, diyar kir ku Rêxistina Jin û Pêşerojê ya Iraqê bi salan e ji bo jinên ku ne tenê tundiya fizîkî, rastî cureyên tundiyê weke tundiya devkî, pîşeyî û civakî tên jî navendeke piştgiriya yasayî û derûnî dimeşîne. Rêxistinê gelek atolye û qursên perwerdeyê li dar xistine û li ser hunerên destan û jêhatiniyên curbecur rawestiyaye, hişt ku jin enerjiya erênî bi dest bixin, rehetiya xwe ya derûnî baştir bikin û dijwariyên xwe derbas bikin. Hemû semîner û perwerdeyên ku armanc kirin hişyarkirina maf û berpirsiyariyan, edaleta civakî, derfetên kar ên wekhev û beşdarbûna di hilbijartinan de zêde bike. Misogerkirina derfetên kar ên wekhev di navbera jin û mêran de yek ji dijwariyên herî girîng e.”

Ji nû ve nirxandina mewzûatê

Nîda Cibûrî, da zanîn ku rêxistinê mîna parçeyek Tora Jinên Iraqê, gelek qanûn û stratejî ji nû ve nirxandiye û raporên xebatê yên girînge amade kiriye. Nîda Cibûrî, axaftina xwe wiha domand: “Hewldan, nirxandina Qanûna Medenî û guhertinên wê jî dihewîne û rêxistin armanca xwe ya derxistina qanûneke nû ya dadwer didomîne. Her wiha li ser qanûnên tundiya nava malê jî sekinîn û rêxistin beşdarî kampanyaya çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bû ji bo xebata parêzvaniyê ya pêşerojê konferansek mezin li dar xist. Armanc ew bû ku parlamento were teşwîqkirin ji bo jin, zarok û extiyaran qanûnek tundiya navmalî derbixe.”

‘Zehmetiyên herî mezin kêmbûna piştgiriya bexşkarên navneteweyî bûn’

Nîda Cibûrî, der barê derfetên pêşerojê ji bo xurtkirina destkeftiyên 2025’an de jî wiha got: “Zehmetiyên herî mezin kêmbûna piştgiriya bexşkarên navneteweyî bû. Piştî şerê Xezayê û şerê Rûsya-Ukraynayê alîkarî pir kêm bûn û hinek rêxistinên navneteweyî bernameyên xwe li seranserê cîhanê girtin. Beramberê vê yekê çareseriya herî baş pejirandina modeleke aboriya hevpar e. Bi avakirina hevkariya di navbera rêxistinên civaka sivîl, saziyên dewletê û bazara taybet a Iraqê de, bazara taybet dikare bi riya bac an çavkaniyan piştgiriyê bide van rêxistinan. Her wiha bi vî rengî, domdariya xebatê û bidestxistina Armancên Pêşkeftina Domdar a 2030’an dê bê mîsogerkirin.”

Nîda Cibûrî, wiha got: “Ger baweriya bi rola civaka sivîl wekî temamkerek ji bo xebata dewletê hebe divê derfetên domdariya rasteqîn werin afirandin. Ev yek jî tenê bi riya dilxwaziyê ne pêkan e. Divê hikûmet bi riya çalakiyên wekî konferans, kampanyayên hişyariyê û parvekirina agahdariyê, cih û piştgiriya lojîstîk bide rêxistinan. Nebûna piştgirîkirina pargîdanî û bankayan ji bo çalakiyên civaka sivîl, bandorê li ser karên wan dike. Lê belê ev rol di civakên bi ewle de bingehîn e û ewlehî û aramiya aborî bihez dike.”

Nebûna piştgiriya hikûmetê

Nîda Cibûrî, di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî pirsgirêkên ku rêxistinên jinan di sala 2025’an de pê re rû bi rû dimînin de jî wiha got: “Bêyî budçeyek tu projeyek nayê bicîhanîn. Kêmbûna hejmara projeyan îsal, ji ber piştgiriya kêm a hinek saziyên hikûmetê ye. Her wiha kêmbûna karmendên jêhatî domdariyê dijwar dike û nebûna projeyan dibe sedem ku li çavkaniyên mirovan û derfetên kar ên cuda bigerin.”

‘Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl bi qasî piştgiriya saziyên din girîng e’

Nîda Cibûrî, xemginiya xwe ya nebûna tedbîrên hikûmetê anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Her çendî Makezagon destûrê dide xebitandin û piştgiriya rêxistinan jî nebûna veqetandinên darayî yan dabînkirina daîre û amûrên rêveberiya bingehîn, domdariya rêxistinan û hevkariya wan bi saziyên dewlet û sivîl re asteng dike. Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl bi qasî piştgiriya saziyên din girîng e.”