Nêzî 300 malbatên DAIŞˊê yên kampa Holê gihîşt Helebê
Çavkaniyên xwecihî dibêje ku karwanek ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên li kampa Holê ya gundewarê Hesekê gihîştin gundewarê Helebê.
Navenda Nûçeyan – Karwanek ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên li kampa Holê, di nava nezelaliyên têkildarî veguhastina wan de, gihîşt gundewarê Helebê.
Çavkaniyan destnîşandike ku karwan ji 6 kamyonan nêzî 300 kesan ku piranî zarok û jin in pêk tê gihîşt deverên gundewarê Helebê li nêzî bajarokê Axterîn.
Tevî gihîştina karwan li gundewarê Helebê jî lê Şam ji bo vê yekê tu daxuyaniyên fermî ji bo zelalkirina veguhastina wan nedane.
Çend hefteyê li kampê û derdora wê nakokiyên ewlehî, dîmenên revandina malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.