Newroz Uysal: Divê em durûtiya Tirkiyeyê teşhîr bikin

Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne rewa ne û got ku divê rêbazên vê yekê teşhîr bikin werin dîtin, li dijî van êrîşan divê dengê hevbeş derbikeve.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Piştî di 1’ê Cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hat lidarxistin. Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijawertir kir. Di van êrîşên ku ji 5’ê Cotmehê ve heta niha berdewam dikin, dibistan, nexweşxane, bendav, av, kehrebe, îstasyonên petrolê, depoyên xwarinê û gelek avahiyên xizmetê bûn hedefa êrîşan. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê; di êrîşên Tirkiyeyê de zêdeyî 150 herêm bûn hedef, di van êrîşan de gel sivîl, hêzên ewlekariyê û şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan. 

Em bi parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlementera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal re der barê armanca van êrîş û polîtakayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin de axivîn. Newroz Uysal diyar kir ku ev êrîş ne yekem in û da zanîn ku Tirkiyeyê van êrîşan gav bi gav organîze kiriye û li ruxmê ku tu gefek nîn e bi hinceta ‘Parastina rewa’ dixwaze van êrîşan rewa bike û bi gotinên; “Li Rojava hem sûcên mirovî û hem sûcên şer tên kirin”destnîşan kir ki divê hemû kesên li dijî şer li dijî van êrîşan dengê xwe derbixin.

*Li Rojava êrîş li dijî qadên ku bi temamî sivil lê dijîn berfireh dibin. Li pişt van êrîşan çi heye? Armanc bi van êrîşan çi ye?

Êrîşên li dijî Rojava em nikarin tenê bi hefteyekê sînordar bikin. Ji roja ku şoreşa Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye ve heta niha jiyana nû statuya nû ya derketiye holê ji aliyê Tirkiyeyê ve weke gef hatiye dîtin. Di vî alî de di demên berê de rayedarên polîtîk ên avakirina Rêveberiya Xweser li ruxmê ku di daxuyaniyan de diyar kirin ku ew ji bo Tirkiyeyê ne gef in, Tirkiye ji dema yekem heta niha wê derê weke gef dibîne, hem leşkerî û hem jî di qada polîtîk de êrîş dike. Di van salên dawî de dem bi dem, ji hewa ve gelek êrîşan pêk anî. Em tevgerên bejahî yên berê, careke din dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê dizanin. Di tiştên ku di nava hefteyekê de hatin jiyîn, ji biryarên ku Tirkiyeyê di aliyê siyasî û leşkerî de girtin em nikarin cuda bifikirin.

Li ruxmê daxuyaniyên Rêveberiya Xweser, êrîşên Tirkiye weje hewldana êrîşa li Rojhilata Navîn bi nav kir. Ev şerê ku heye her diçe zêde dibe der barê van şeran de plana ku dide meşandin ji aliyê gelek beşan ve tê dîtin. Di vê mijarê de êrîşên li dijî Rojava em dikarin bibêjin polîtîkayek giştî heye. Ev ne tenê seknek ku bi Rojava re sînordar e, li parçeyên din ên Kurdistanê jî serhildanek heye. Bandora ku van ava kiriye di wateya cidî de dijware. Careke din piştî êrîşên li dijî Rojava tabloya di şerê ku li Xezayê hat destpêkirin de derket holê heye. Ev ne tiştek wisa ye ku bi serê xwe em bi siyaseta Tirkiyeyê ve girê bidin. Di siyaseta giştî ya cîhanê de em dizanin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Ji sala 2011-2012’an heta niha li gelek welatên Rojhilata Navîn serhildan, têkoşîn û guherînên bi kok tên jiyîn. Di nava van de di heman demê de pêvajoyeke ku wê bandorek çawa li Rojava bike heye. Her dem xeternak û girîng bû. Lê belê niha di aliyê Tirkiyeyê de û hem jî di aliyê Rojhilata Navîn de pêvajoyek gelek faktor û encam heyî em hê bi awayekî zindî dijîn.       

*Li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî yên qeyaran aborî kûr bûye, binpêkirinên azadiyê, jiholêrakirina fikrên azad heye. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê îro di rewşa ku belavî hemû civakê bûye deye. Li dijî tecrîdê li her cihê deng bilind dibin. Dema êrîşan girêdana wê bi vê rewşê re çi ye?  

Qeyrana ku niha Rojhilata Navîn dijî ji qeyrana ku sîstema kapîtalîst dijî cuda nayê nirxandin. Kapîtalîstên ku li Rojhilata Navîn netewpersetiyê dizayn kirin, netew dewletê û li ser dîn têgîna mezhebiya ku derxist holê. Rojhilata Navîn ev bi sedsalan e weke qada şer e. Rojhilata Navîn tu deman nebûye civakek ku di nava aramî, azadî ku azadiyê de bijî. Sîstema kapîtalist ji li cîhanê hebûna xwe berdewam bike yek ji sedemên herî girîng ew qada şer berdewam bike ye. Derketina Rojhilata Navîn ji vê qeyranê, tê wateya îtîrazkirina vê sîstemê. Ji ber wê yekê ji bo Rojhilata Navîn di sîstemek diyar de raweste, ji bo sîstema kapîtalist nebe nabe ye. Paradîgmaya bi hev re jiyan û Neteweya Demokratîk ku ji aliyê birêz Ocalan ve hat derxistin, tam ji bo ferzkirina sîstema kapîtalîst a natew dewletê careke din di rewşa mezhebiyan de berovajî çareseriyê ava dike. Ev paradîgma ji ber wê ji aliyê sîstemên cîhanê ve weke gef tê dîtin. Di aliyê demokratîk de, pratîka ku bi hev re jiyanê di her wateyê de dibîne bi îsrarkirin formek ku qebûl nakin, sedema belavkirin statuyê jî ev e û ev hişmendiya gefê ye. Îro êrîşên ku li Rojava çêdibin û halê şer ji ber vê helwestek nîşan nade. Ev rewş bi tenê ger pirsgirêka Sûriyeyê bûna wê bi awayekî hê rehetir bihata çareserkirin. Lê belê jiyana ku li Rojava tê îdiakirin û prtîka derketiye holê hê ji bo Tirkiyeyê hem jî welatên despot ên li Rojhilata Navîn weke gef tê dîtin. Siyaseta kişandina vê gefê ji bo xaleke diyar berdewam dike. Ji ber vê jî em dikarin behsa bandorên gelek alî bikin.

Siyaseta ku tê meşandin ji tecrîdê ne cuda ye

Qeyrana aborî ya di nava Tirkiyeyê de tê dîtin, qeyrana ekolojîk careke din dema ku qeyrana rêvenebirinê heye, butçe pêwîstiyên gel, keda xwe xerc bike, xerckirina li şer di aliyê vê dewletê de tê qebûlkirin, tenê dijmineke, li ser têgîna şerê bi dijmin re tê aşkerekirin. Tirkiyeyê dema êrîşê Rojava kir ne tenê li ser dijminatiya bi Kurdan re, di heman demê de ji bo dînamîka siyaseta xwe ya navxweyî wek amûra domandinê dibîne û êrîş dike. Ev şer û netewperstî çîqas geş bibe, mirov jî wê ji polîtîkayên navxweyî ku dest diavêje hemû qadên jiyanê wê ewqas dûr bikevin. Îro dema em li televîzyonan temaşe dikin, dibînin ku li her qadê êrîşên hene mezin dibin têgîna dijmin ava dikin û em dibînin ku netewperstiyê geş dikin. Dema em berê xwe didin li dijî daxuyaniyên beka û fikir, tê êrîş û daxuyaniyek tenê ya Rêveberiya Xweser ku gef li Tirkiyeyê dixwe nîn e. Bersiva wan a ku bide vê jî nîn e. Li gorî vê sîstemê ger bi awayekî fiilî êrîşek çênebe jî forma jiyanê ya ji wê derê derketiye bi xwe gef e.  

 

Awayê xwebicihkirina Tirkiye, parçeyek ji hem sîstema navnetewî hem jî yê siyasetê ye, di heman demê de hem hebûna siyaseta navxweyî ku helwestên civakê bidin rawestandin weke manevrayek îdeolojîk dibînin. Vê wisa dixwîne, wisan dibîne, sîstema navneteweyî û siyaseta Rojava diaxivin. Ev sîstem çiqas li hemberî Rojava siyasetê ava dike, di heman demê de siyaseta tecrîdê ya li hemberî birêz Ocalan jî berdewam dike, 25 sal in dimeşîne.

*Di êrîşan de warên jiyanê yên gel kirin hedef. Di asta navneteweyî de pêkanînên van sûcan çi ye? Wê darizandinek çêbibe?

Ev pirse divê bi awayek berfirek û yek bi yek were destgirtin. Ev cîhana ku şer dîtiye, dest bi avakirina hiqûqa şer kirine. Dema ev tên avakirin ger rewşeke şer hebe, li gorî hiqûqa navneteweyî ger rewabûna şer qebûl bikin, di halê şer de alî hev dikin hedef lê belê peymana destnedana qada sivîlan, rêbaz û quralên wê hene. Ji van hinek jî di Neteweyên Yekbûyî de hinek di Konseya Ewropayê de cih digrin. Di vê xalê de gelek statuyên ku derketine holê û peyman hene. Ji bo em vana nîqaş bikin divê destpêkê em vê pirs bikin: Dema Tirkiyeyê êrîşî Rojava kir ma rewa û bi maf bû? Peymana navneteweyî çiqas destûr daye van êrîşan? Niha dema ku Tirkiye êrîşî Rojava dike madeya parastina mafên rewa ya di peymanê de weke hincet nîşan dide. Lê belê tu rastiya vê di pratîkê de nîn e. Ji ber ku li holê êrîşek ku gefê li Tirkiyeyê bixwe nîn e. Rewakirina vî şerê ku Tirkiye dide meşandin ne di rojevê de ye. Peymanên navneteweyî maf nedan ku welatekê ji sînorên xwe derbikeve û bikeve sînorê welatek din, wê derê asîmîle bike û wek bajarê xwe bibîne. Me mînaka wê ya herî aşkere li Efrînê dît.

Hem sûcên şer û hem sûcên mirovî tên pêkanîn

Ev rewş hem di aliyê teknîkî de hem jî hiqûqî de wisa ye. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye û li her derê wisa ye. Îro li Sûriyeyê gelek platformên ku lêgerîna aştî û çareseriyê dikin hatin avakirin. Di vê xalê de di êrîşa hedefgirtina sivîlan de hem sûcên şer, hem jî dema di bingehê de lê were mêzekirin li dijî mirovahiyê dikeve çarçoveya sûcên şer. Ne demek di asta giştî de ger lê were temaşekirin ev rewş wiha ye. Dema ku em bi temamî lê mêze bikin, dibînin ku ev sûcê şer ê Tirkiyeyê pêk aniye bi belge ye, erê bi belge ye. Heta li ber çavên hemû cîhanê vê yekê dike.

* Herî dawî li dijî vê îsrara şer û êrîşan wê banga we hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo qada navneteweyî wê hebe?

Mirovên li Tirkiyeyê divê vê rewşê teşhîr bikin, partiyên siyasî yên ku ji bo gelê Kurd û demokrasiyê têdikoşin jî li dijî berdewamkirina vî şerî bi aşkere rawestin û dengê xwe bilind bikin. Tirkiye li Rojhilata Navîn rola aştiyê li xwe kiriye, li Rojava li aliyê şer e û bi aşkere divê ji bo riya teşhîrkirina vê durûtiyê rêbaz werin dîtin. Der barê vê de me gelek xebat dan meşandin. Ev xebatên me hê berdewam dikin. Siyaseta ku li gel aştî û çareseriyê  dikare dawî li vî şerî bîne divê hebe. Tirkiye bi van êrîşan ne tenê li derve wê bandorê li siyaseta navxweyî jî dike. Belkî bi ruhê Kobanê, belkî serhildanek derkeve holê û dengek wê bandorê li vê siyaseta êrîşê bike. Beriya niha demek dirêj di pêvajoya 2019’an de pêşdîtinek birêz Ocalan hebû digot; ‘Êdî Rojava jî bi qasî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî, wê xwedî bandora ku polîtîkayên Tirkiyeyê bi bandor bike be. Lê belê divê Tirkiye bizane, Rojava ji bo wê ne gef û metirsiyek e. Ji ber erdnîgariya ku Kurd lê ne, her dem alîgiriya aştiyek bi rûmet û demokartîk e.’ Dema ev rastî li holê be berovajî parastin, terorîzekirin û li ser vê yekê rewakirina şer em qebûl nakin. Di aliyê qebulnekirina civaka navneteweyî de em ê têkoşînê berdewam bikin.”