Newroz û Kurd: Gelekî ku her sal ji nû ve zindî dibe

Pîrozbahiyên ku ji vegotinên mîtolojîk heta roja îro dirêj dibin, Newroza ku her sal tevî qedexe û zilmê bi milyonan kesan tîne cem hev, wekî sembolek bihêz ku bîranîna civakî û daxwazên azadiyê zindî dihêle, hebûna xwe didomîne.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Newroz, an jî Nauryz, Nawrouz, Nevruz, Noorûz, Novruz, Nowrouz bi zimanên gelên cûda, ji Balkanan heta Asyaya Navîn, ji Qefqasyayê heta Rojhilata Navîn zêdetirî 3 hezar sal in tê pîrozkirin. Ev cejn ne tenê ji bo çanda Kurdî ye; kokên wê di pratîkên çandên pagan de ne ku hatina biharê û roja yekem a sala nû pîroz dikin. Têgeha "New-roz", ku tê wateya "roja nû", kevneşopiyek e ku ji hêla civakên cûda ve di seranserê sedsalan de hatiye pejirandin. Lê belê ji bo Kurdan, Newroz ne tenê pîrozbahiyek xwezayê an demsalan e; ew wateyek dîrokî û siyasî hildigre. Bi salan, ew her sal bûye sembola berxwedan û ji nû ve zayînê.

Berxwedana li dijî zaliman

Newroz, wekî ku di mîtolojiya Kurdî de bi rêya efsaneya Kawayê Hesinkar tê vegotin, mafê mirovan ê sûdwergirtina ji bereketa xwezayê, ku bi têkoşîneke kolektîf li dijî despot Dehaq hatiye bidestxistin, sembolîze dike. Ev cejn ji bo Kurdan, li ser xwezaya mirovahiyê di têkiliya bi serkeftina siyasî û azadiyê de, wekî nîşandana têgihîştina "em şer dikin û em hene" hatiye avakirin. Li gorî efsaneyê,  Berî Zayînê di sala 612’an de, Qiralê Asûrî Dehaq ku li Nînovayê dijiya, bi xwarina mejiyê xortekî her roj sax ma da ku ji marên ku li ser milên wî mezin dibûn dûr bikeve. Gelê ku bi salan ji vê zulmê êş kişand, di bin serokatiya Kawayê Hesinkar de xwe bi rêxistin kir û ji çiyayan daket, dawî li zilma Dehaq anî. Dîroka ku desthilatdariya Dehaq bi dawî bû, 21’ê Adarê ye. Ji wê demê ve, 21’ê Adarê wekî sembola berxwedanê li dijî zalim tê pîrozkirin. Agir li dijî zilma zaliman tê vêxistin.
Ji bo Kurdan, vê efsaneyê di nav salan de Newrozê ji tenê ji nû ve zindîbûna biharê veguherandiye sembolek berbiçav a bîra civakî, têkoşîna siyasî û berxwedanê. Agirên ku di 21’ê Adarê de tên pêxistin, her sal wekî xuyangek dîtbarî û hestyarî ya vê têkoşînê ji nû ve zindî dibin.

Li lîsteya Neteweyên Yekbûyî hat zêdekirin

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 2009’an de Cejna Newrozê wekî Mîrateya Çandî ya Nemaddî tomar kir. Di sala 2016’an de, bi înîsiyatîfeke hevbeş a Efganistan, Azerbaycan, Hindistan, Îran, Îraq, Kazakistan, Kirgizîstan, Pakistan, Tacîkistan, Tirkiye, Tirkmenistan û Ozbekistanê, li Lîsteya Nûner a Mîrateya Çandî ya Nemaddî ya Mirovahiyê hat zêdekirin. Di sala 2010’an de, Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 21’ê Adarê wekî "Roja Newrozê ya Navneteweyî" ragihand û bang li welatên endam kir ku çandê biparêzin û pîrozkirina wê teşwîq bikin. Lê belê tevî vê yekê li Tirkiyeyê, li şûna teşwîqkirina wê, helwestên ku astengî çêkirin an jî bûn sedema pîrozbahiyên bêtir îzole hatin pejirandin. Tevî qedexe, êrîş û îzolekirinê, Kurdan her sal bi înîsiyatîfa xwe pîrozkirina Cejna Newrozê  bikin. Cejna Newrozê li her derê bûye beşek yekgirtî ya jiyanê.

Pîrozbahiyên girseyî û qedexekirin

Newroz di tevahiya dîrokê de wekî roja sembolîk a herî girîng ji bo gelê Kurd hebûye, nasnameya xwe ya çandî, ruhê berxwedanê û daxwazên civakî diyar kiriye. Pîrozbahiyên girseyî li gelek navendên Tirkiyeyê, bi taybetî li Amedê hatin lidarxistin. Ji bilî ku cejneke çandî ye, Newroz wekî çalakiyeke siyasî, platformek ji bo îfadekirina daxwazan û zindî hiştina bîra civakî jî derket pêş. Ji salên 1990’î vir ve, pîrozbahiyên Newrozê ku Kurd bi girseyî derketin kolanan, bi qedexeyên dewletê, destwerdanên polîsan û binçavkirinan re rû bi rû mane ku carinan bûne sedema pevçûnên xwînî.

Cihek ji bo xwenîşandana vîna Kurd

Ji sala 1991’an heta niha, tevî zilm, qedexe, binçavkirin û tundiyê jî, Newroz wekî cîhek ji bo nîşandana îradeya gel berdewam kiriye. Her sal, di van pîrozbahiyan de rojeveke civakî û siyasî ya cuda hatiye ronîkirin, di heman demê de daxwazên Kurdan ji bo aştî, azadî, wekhevî û mafên demokratîk bi berdewamî hatine gotin. Peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, pêvajoyên aştiyê û pêşketinên siyasî yên derbarê pirsgirêka Kurd de hemû di bîra dîrokî ya Newrozê de cihê xwe girtine. Newrozê hem wekî sembola têkoşîna Kurdan ji bo nasname û çandê û hem jî wekî amûrek ji bo îfadekirina daxwazên civakî û siyasî mohra xwe li dîrokê hiştiye. Ji sala 1991’an vir ve, pîrozbahiyên Newrozê mirovan li dijî zilmê aniye cem hev.

Di pîrozbahiyên Newroza 1991’an de xwîn rijiya

Heta salên 1990’î, Newroz li hin parêzgeh û navçeyên ku partiyên Kurd lê xurt bûn dihat pîrozkirin. Di sala 1990’î de, bi girseyên mezintir dest pê kir. Di van salên ku nasnameya Kurd qedexe bû de, berteka li hember derketina Kurdan a kolanan pir dijwar bû. Di pîrozbahiyên Newroza 1991’an de xwîn rijiya. Li Nisêbînê, dema ku 7 hezar kesan serdana gorên endamên PKK’ê yên ku li Taxa Kişlayê mirine kirin, ber bi navenda bajêr ve meşiyan, gule li wan hat reşandin. Daxwaza Kurdan naskirina nasnameya wan bû. Nêzîkî 20 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên li Cizîrê bûn. Newroz li Stenbol, Agirî, Mêrdîn, Edene, Pasûr, Hên û Amedê hate pîrozkirin. Pankartên "Bijî Newroz" hatin daliqandin. Hema hema hemû pîrozbahî bi guleyan hatin pêşwazîkirin. Di van êrîşan de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes li hemû bajaran hatin binçavkirin û girtin.

Sala ku nehat jibîrkirin:1992

Pîrozbahiyên sala 1992’an şopên bêhempa hiştin. Piştî ku Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel ragihand ku her kes dikare bi azadî pîrozkirina Cejna Newrozê bike, bi hezaran kes derketin kolanan, lê tenê ji bo ku gule li wan were reşandin. Tundî di bîranînê de ma. 94 kesan, di nav de jin û zarok, jiyana xwe ji dest dan. Di êvara 21’ê Adarê de, navenda Şirnexê hate bombebarankirin. Bombebaran sê rojan berdewam kir. Otêla ku rojnamevan lê diman hate gulebaran kirin. Izzet Kezer ku nûçegihanê rojnameya Sabahê bû, di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Hatîce Katar a 5 salî û Mehdî Güngen ê 9 salî bi hinceta ku "endamên PKKê" ne hatin kuştin. Ji salên 1990’î û pê ve, Newroz bû qadeke ji bo îfadeya hebûnî û berteka siyasî.

Agirbest û daxwaza aştiyê

Di 20’ê Adara sala 1993’yan de, rojek beriya Cejna Newrozê Abdullah Ocalan agirbest îlan kir. Agirbestê hêviyên ji bo aştiyê xurt kir. Pîrozbahiyên Cejna Newrozê di bin serokatiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) de hatin lidarxistin. Daxwaza sereke ya pîrozbahiyan aştî bû. Li hemû taxên Amedê agirê Newrozê hat pêxistin.

Sala 1994’an wekî salek ku bi kuştinên bêberpirsiyar, windakirin, valakirina gundan û şewitandinê ve hatî nîşankirin, di dîrokê de cih girt. Li Amedê, ji ber îhtîmala provokasyonê, bangek hat kirin ku Cejna Newrozê li malê were pîrozkirin. Dikandaran kepengên xwe girtin. Pîrozbahî li malan hatin lidarxistin. Lê belê, zext berdewam kir û bi sedan kes hatin binçavkirin.

Newroz li aliyekî, Nevruz li aliyê din

Di sala 1995’an de, pîrozbahiyên Cejna Newrozê 'bi aramî' derbas bûn. Dema ku Kurdan careke din agirê Newrozê pêxistin, vê carê berovajî salên berê, hikûmetê dest bi organîzekirina civînên fermî di bin navê "Nevruz Bayramı" (Cejna Nevruzê) de kir. Şandeyên ji Azerbaycan, Kirgizistan û Tirkmenistanê beşdarî civînan bûn. Hewl hat dayîn ku mirov qanih bikin ku Newroz di rastiyê de cejneke Tirkî ye. Polîtîkayên "Newrozkirinê" di pîrozbahiyên 1996’an de jî berdewam kirin. Ji zanîngeh û saziyên fermî hat xwestin ku pîrozbahiyên "Newrozê" li dar bixin. Bê guman, pîrozbahiyên Kurdî dîsa hatin qedexekirin. Di vê heyamê de belavokek hat weşandin û 17-24ê Adarê wekî "Hefteya Newrozê" hat ragihandin. Tevî qedexe û girtinan, Newroz li gelek navendan hat pîrozkirin. Di sala 1997’an de belavokên bi heman rengî hatin weşandin. Zêdetirî 10 hezar kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê hatin lidarxistin bûn.

Pîrozbahiyên hevbeş ên Newrozê

Di sala 1998’an de, hêzên çepgir û sosyalîst jî biryar dan ku ji bo hevgirtinê bi gelê Kurd re li Stenbolê Newrozê pîroz bikin. Pîrozbahiyek Newrozê li Zeytinburnu Kazlıçeşme bi beşdariya bi hezaran kesan hat lidarxistin. Çavdêrên ji derveyî welat jî hebûn. Şandeyên ji derveyî welat hatin dersînorkirin û bi tedbîrên qanûnî re rû bi rû man. Polîsan êrîşî pîrozbahiyên li gelek bajaran kirin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Polîsan êrîşî rêxistinên navçeya HADEP, Rojnameya Gündem û gelek dezgehên din ên medyayê kirin. Tevî qedexeyê, Amed wekî her carê yek ji navendên pîrozbahiyan bû.

Komplo û Newroz

Pîrozbahiyên Newroza 1999’an ku di atmosferekê de hatin lidarxistin ku Abdullah Ocalan bi komployekê anîn Tirkiyeyê, dîsa hatin qedexekirin. Qedexeyên derketina derve hatin ferzkirin. Tevî vê yekê, kesên ku derketin kolanan li dijî komploya li dijî Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan dan. Di dema Newrozê de pevçûn derketin û li gorî Komeleya Mafên Mirovan, 8 hezar û 174 kes hatin binçavkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Agirbesta yekalî

Di sala 2000’an de, PKKê careke din agirbestek yekalî îlan kir. Di dema Newrozê de qedexe hatin sivikkirin. Destûr ji bo pîrozbahiyên li Qadên Şêx Saîd û Batikentê yên Amedê nehat dayîn. Walîtiya Dîyarbekirê erê kir ku pîrozbahî li Qada Fuarê, ku 12 km dûrî bajêr e, were lidarxistin. Zêdetirî 300 hezar kes li wir kom bûn û daxwaza rakirina cezayê mirinê ji bo Abdullah Ocalan kirin.

Daxwaza Komara Demokratîk

Biryara vekişîna PKK’ê ji sînor, digel kuştina Serokê Polîsê Parêzgeha Amedê Gaffar Okkan û 5 polîsan di sala 2001an de û windabûna Serokê Navçeya HADEP’a Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê Navçeyê Ebubekir Danış li qereqola cendirmeyan ku ew lê hatibûn gazîkirin, bandor li pîrozbahiyên Newrozê jî kir. Tevî van hemû bûyeran, zêdetirî nîv milyon kes beşdarî pîrozbahiya duyemîn a Newrozê ya li Qada Fuarê bûn. Bi hezaran kesên ku bi dirûşmeya "Ne înkar û ne jî veqetandin, komara demokratîk" kom bûn, daxwaza aştiyê kirin.

Milyonek kes beşdarî Newrozê bûn

Di sala 2002’yan de, astengî berdewam kirin. Tevî astengiyan, milyonek kes ber bi heman deverê ve çûn û agirê Newrozê pêxistin. Ji bilî hunermendên wekî Müjde Ar û Sezen Aksu, gelek serokên partiyên siyasî, sendîka û odeyan û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Nêzîkî milyonek kes li qada Newrozê kom bûn. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kayserî, Edene û gelek bajarên din, pîrozbahî bi dirûşmeya "Bijî yekîtîya azad, wekhev û bi îradeya gelan" hatin lidarxistin. Lê vê carê, ji ber tîpa "W" ya di peyva "Newroz" de li ser pankartan, li dijî gelek kesan lêpirsîn hatin destpêkirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên Stenbolê bi destwerdana polîsan hatin nîşankirin. Destûr ji girseya ku hewl dida li Topkapiyê bicive re nehat dayîn. Nêzîkî 500 kes ji aliyê polîsan ve hatin lêdan û binçavkirin.

2003: Ji şer re na

Di sala 2003’yan de, dema ku dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve diqewimî, bi milyonan kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn li dijî şer nerazîbûn nîşan dan. Newroza 2003’yan wekî Newrozek ku li gelek bajaran bi yekîtiyek xurt a di navbera Kurd û Tirkan de hat pîrozkirin, di dîrokê de cih girt. Newroza 2003’yan li Amedê jî li qada fuarê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de, bal kişandin ser dagirkirina Îraqê û pêwîstiya agirbestê di pirsgirêka Kurd de û dirûşmeya "Ji şer re na" bi yekdengî hat berzkirin.
Di sala 2004’an de, hilbijartinên herêmî di 28’ê Adarê de hatin lidarxistin. Ev Newroz bi nîqaşên hilbijartinê jî hat nîşankirin. Newroza 2004’an ku bi dirûşmeyên wekî "Newroz yekîtî ye", "Yan çareserî, an çareserî" û "Hîn jî şansek ji bo aştiyê heye" hat pîrozkirin, wekî "mezin" hat binavkirin. Di sala 2004’an de, destûra fermî hat dayîn ku pîrozbahî cara yekem li Şirnexê bên lidarxistin.

'Em ê destûrê nedin şer'

Di sala 2005’an de, Newroz bi slogana "Em ê Destûrê Nedin Şer" hate destpêkirin û Abdullah Ocalan Konfederalîzma Demokratîk îlan kir. Bi milyonan kes li hemû bajarên herêmê li dora vê sloganê kom bûn. Newroz di bin siya 'provokasyona alê' ya li Mersînê de ma. Ev bûyer demek dirêj di rojeva Tirkiyeyê de ma. Di sala 2006’an de, Newrozê dîsa daxwaza çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd kir.

Daxwaza tenduristiya Abdullah Ocalan

Di sala 2007’an de, tenduristiya Abdullah Ocalan derket pêş. Slogana "Tenduristiya wî tenduristiya me ye" hate gotin. Di axaftinan de hate xwestin ku şandeyek ji bo Îmraliyê were şandin û Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were dermankirin. Di sala 2008’an de Newroz, ku bi salan bi aramî û bi destûr derbas bûbû, dîsa bi destwerdana polîsan re rû bi rû ma. Ramazan Dal û Zekî Erînç di encama destwerdana polîsan de li Wanê jiyana xwe ji dest dan. Li Colamêrgê Îkbal Yaşar ê 20 salî di encama destwerdana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Îsal, ku bi zextên dadwerî yên tund ve hate nîşankirin, peyama “Êdî Bes e” hate ragihandin. Hat nîşandan ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Îmraliyê ve girêdayî ye.

'Muxatab Abdullah Ocalan e'

Sala 2009’an dîsa serdema hilbijartinê bû. Di dema Newrozê de, vîdyoyek ji nirxandina Abdullah Ocalan a Newrozê ya salên 1990’î hate nîşandan. Daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate kirin. Di sala 2010’an de, Abdullah Ocalan wekî yekane muxatab û navnîşana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hate pêşkêşkirin. Nêzîkî milyonek û nîv kes beşdarî pîrozbahiyê bûn, nirxandinên Abdullah Ocalan ên berê yên Newrozê li ser ekranê guhdarî kirin. Bi sed hezaran kesan daxwaza bidawîanîna operasyonên leşkerî û siyasî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û danûstandinan kirin. Dirûşmeya sala 2011’an

"Azadî an azadî ji bo jiyanek bi rûmet" bû.

Newroz li 130 navendan hate pîroz kirin. Di sala 2012’an de, pîrozbahî careke din hatin qedexekirin û astengkirin. Wezareta Karên Hundir li gelek bajaran, bi taybetî li Amedê, pîrozbahî qedexe kir. Lê belê, qedexe nehat erêkirin, barîkat hatin şikandin û pîrozbahî pêk hat. Çar daxwazên bingehîn hatin gotin: "Naskirina nasnameya Kurd", "Mafê perwerdehiyê bi zimanê dayîkê", "Statuya siyasî", û "Mafê rêxistinbûna Kurdan". Dirûşma "Êdî bes e, an azadî an azadî" derket pêş. Li Stenbolê, Hacî Zengîn ku rêveberê navçeya BDP'ê ya Arnavutkoyê bû, di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Serdemeke nû

Israra Abdullah Ocalan ji bo çareseriyekê ji girtîgeha Îmraliyê û greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehê de, bû sedem ku Newoz destpêka pêvajoyeke nû be. Zêdetirî 2 milyon kes beşdarî Newozê bûn. Pîrozbahî bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, Statû ji bo Kurdan" hatin lidarxistin. Bi sala yekem a "pêvajoya çareseriyê" re hevdem, Newroz li gelek bajaran bi beşdariya milyonan hate pîrozkirin. Nameya Abdullah Ocalan ku bi dengekî bilind hate xwendin, pîrozbahî nîşan da. Bi zêdetirî 2 milyon beşdaran, wekî pîrozbahiya herî girseyî di dîrokê de hate tomarkirin.

Nameya duyemîn ji Abdullah Ocalan

Di sala 2014’an de, pêvajoya çareseriyê berdewam kir. Nêzîkî 3 milyon kes beşdarî Newrozê bûn. Ji bo cara yekem, peyameke vîdyoyî ya ji Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik li qada pîrozbahiya Newozê hate nîşandan. Nameya duyemîn a Newozê ya Abdullah Ocalan, ku perspektîfên wî yên li ser çareseriyê dihewîne, li Amedê hate xwendin. Di Newozê de ji bo pêvajoya danûstandinan hêvî hebû. Heta sala 2015’an, Peymana Dolmabahçeyê hatibû bidestxistin. Vê carê, bi hezaran kes "Azadî ji bo Ocalan" qîriyan. 437 mêvan ji 25 welatên cuda, di nav de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya û Fransa, beşdarî pîrozbahiya li Amedê bûn. Di nav beşdaran de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî hebû.

Qedexeya derketina derve

Pêvajoya aştiyê têk çû. Tevî astengiyan, pîrozbahiya Newroza 2016’an bi milyonan kes dîsa anî cem hev. Peyamên ku Abdullah Ocalan di Newroza berê de şandibûn, di pîrozbahiya li Amedê de hatin xwendin. Gelek rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û çalakvanên ji Tirkiye û derveyî welêt beşdarî pîrozbahiyê bûn. Daxwaza aştiyê pir zêde bû. Êrîş û girtinên polîsan li gelek bajaran hatin tomarkirin.

Kemal Kurkut hat kuştin

Newroz a 2017’an di bin Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hat ragihandin de, hat pîrozkirin. Tevî OHALê jî, li hemû bajaran hat pîrozkirin. Di demekê ku kampanyaya referandûmê ji bo guhertinên destûrî di rê de bû û Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonan pêk dianî de, bi milyonan kesan bang li hikûmetê kirin ku vegere ser maseya danûstandinan. Di sibeha pîrozbahiya Newroza Amed de, xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut bi hinceta ku "bombevanekî xwekuj" e hat kuştin.

Di Newroz a 2018’an de, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di sala 2019’an de, Newroz bi grevên birçîbûnê yên bi serokatiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven, ku daxwaza rakirina tecrîda Abdullah Ocalan dikirin, hat nîşankirin ku li hemû girtîgehan belav bû. Di sala 2020’an de, meydanên ku salan e bi milyonan kesan pêşwazî dikirin vala man. Ji ber pandemiya koronavirusê, pîrozbahî nekarîn li qadên vekirî bên lidarxistin. Di sala 2021’an de, li 30 parêzgeh û 6 navendan pîrozbahî bi dirûşmeya "Bi agirê Newrozê em li ber xwe bidin û azad bibin" hatin lidarxistin.

'Niha dema serketinê ye'

Zêdetirî milyonek kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên 2022’an bûn. Bi dirûşmeya "Dem dema serketinê ye " hat pîrozkirin. 200 kes ji gelek welatên cîhanê, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, û her wiha gelek kes, partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl ji Herêma Federal a Kurdistana Îraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistana Îranê, beşdarî çalakî û civînan bûn.
Sala 2023’yan saleke şînê bû ji bo windahiyên piştî erdheja 6’ê Sibatê. Newroz ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hat veqetandin. Bê guman, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan yek ji daxwazên bingehîn bû. Di pîrozbahiyên Newroza 2024’an de dirûşmeya "Rabe dema azadî û serketinê ye" pir derket pêş, lê dirûşmeya 2025’an wekî "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Newroz a Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" hat destnîşankirin. Bi hezaran kesan li meydanan bi yekdengî peyama çareseriyê dan.

Newroz veguherî serhildanan

Bi salan e ku pîrozbahiyên Newrozê wateyek bihêz bi dest xistine ku sembola berxwedanê li dijî zordariya siyasî ye. Ev veguherîn di nêzîkatiya rêveberiyên ku polîtîkayên dijminane li dijî Kurdan dimeşînin de jî diyar dibe. Ev rejîmên zordar berdewam dikin ku "Dehaqên" serdemên xwe bin. Her çend wateya dîrokî û mîtolojîk a Newrozê dîsa û dîsa ji nû ve tê şîrovekirin jî, ew her sal têkoşîna gel ji bo hebûnê û ji nû ve zayîna wan îfade dike. Bi salan re, Tevgera Gelê Kurd ku wateya siyasî ya vê ji nû ve zayînê xurt kir, bê guman rolek girîng lîstiye. Newroz ji "efsaneyek berxwedanê" ya sade derbas bû û wateya wê bi çalakiya Mazlum Doğan ku di 21’ê Adara 1982’yan de li Zîndana Dîyarbekirê xwe şewitand, hate konkretkirin. Newroz li gelek bajarên Kurdistanê veguherî serhildanên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin.
Newroz, sembola tevgera jinên Kurd û têkoşînên civakî li herêmê, ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" lê dihat qîrîn, di heman demê de bû amûrek ji bo nûkirina berxwedanê. Cejna newrozê, ku hem rabirdûyê tîne bîra me û hem jî îradeya me ya ji bo têkoşîna ji bo pêşerojê nîşan dide, îro jî mizgîniya azadiyê ye.