‘Newroz rihê hevgirtinê ye’

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da û got: “Newroz sembola berxwedanê ye”

Navenda Nûçeyan – Bi boneya cejna Newrozê, Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, îro peyamek nivîskî da. Di peyama xwe de diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola azadî, berxwedan û veguherîna civakî ye.

 Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, di berdewamiya peyamê de dest nîşan kir ku agirê ji aliyê Kawayê Hêsinkar ve hatî pêxistin, îro jî pêşengiya têkoşînê dike.

‘Newroz sembola berxwedanê ye’

Di peyamê de, Platorma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bal kişand ser berxwedana dîrokî ya leheng û pêşengên gelê Kurd wiha berdewam kir: “Agirê Newrozê bi berxwedana zindanan û îradeya Mazlûman, Zekiyeyan, Rehşanan, Ronahî û Bêrîvanan mezin bûye û ji bo gelê Kurd bûye sembola berxwedanê.”

‘Azadî û aştiya mayînde bêyî pêşengiya jinan ne pêkane’

Platformê, her wiha bal kişand ser şer û krîzên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku azadî û aştiya mayînde bêyî pêşengiya jinan ne pêkan e û got: “Dengê jinan a ku di 8’ê Adarê de bilind bibû, îro li qadên Newrozê hê bilindtir dibe. Newroz ne tenê cejnek e; ew di heman demê de destpêka helwestek nû, rêgezek nû û jiyanek azad e. Ew temsîla zayînek nû dike ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin. Ew berxwedanek mezin a li dijî zilmê ye.”

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ya Ewropa dirêjî da peyama xwe û wiha pê de çû: “Daxwazek hevpar a azadiyê li her çar perçeyên Kurdistanê mezin dibe û bangek ji bo yekîtiyê tê kirin.”

Platformê, tekezî bi misogerkirina azadiya jinan kir û wiha domand: “Civak bêyî azadiya jinan nikare azad be.

‘Newroz ji bo jin, civak û yekîtiya gelan bangeke’

Di dawiya peyama xwe de, platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ê Ewropa yê got: “Agirê Newrozê ji bo azadiya jinan, yekîtiya gelan û civakek demokratîk bangek e.”