Newroz di siya şer de bû sembola berxwedanê
Newroz, li Efganistanê pîrozbahiya kevneşopî û hêviyê ye, ji ber şer, xizanî û qedexeyên civakî ev rêûresim bû sembola berxwedan û parastina nasnameya çandî.
BEHARAN LEHÎB
Kabûl – Newroz, li Efganistanê yêk ji rojên dîrokî yên herî girîng e ku her sal ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Efganî diyar dikin ku berî destpêkirina sersalê ango hatina Newrozê divê hemû mal û her cihê ku lê dijîn bên paqijkirin û amadekirin ji bo ku li gel paqijiyê tevahî xem, jan û azarên sala borî ji holê bên rakirin.
‘Şer motîvesyona rojên pîroz kêm kiriye’
Ji destpêka şerê di sala 1979’an de dest pê kiriye, dema hikûmetên otorîter, despotîk desthilatdarî bi dest xistin, bi milyonan ciwan, hem xort û hem jî keç, di wê pêvajoyê de hatine kuştin yan jî çarenûsa wan nediyar e. Ev yek jî bu sedem ku asta nexwendinê, bêkarî, xizanî û koçberiya bi darê zorê roj bi roj zêdetir bibe. Rewşa serwer hişt ku motîvasyona pîrozkirina rojên pîroz jî di nav gel de kêm bibin.
Dema ku gel dixwest cejnên mîna Newrozê pîroz bike, hikumeta serdest an bi riya komkujiyan, êrîşên xwekujî, teqînan yan jî bi êrîşên li ser navendên bê parastin ên wekî navendên dermankirina tiryakê, bi dehan an bi sedan mirov şandine mirinê. Ev bûyer bûn sedem ku gelê Efgan li şûna ji bo pîrozbahiyê xwe amade bike, xemgînî li ser gel serwer dibe.
‘Rojên pîroz bûn sembola têkoşîn û berxwdanê’
Tevî van bêbextiyan, sûc, şer û pevçûnan, di dema hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, pîrozkirina rojên dîrokî û kevneşopî yên wiha bûn sembola berxwedan û têkoşînê.
Duh, roja Şemiyê, roja yekemîn a sersala nû bû. Xwepêşandêrên jin ên Efgan li her derê ev roj pîroz kirin, tevî ku Talîbanê Newroz wekî ‘kufir’ bi nav kiriye. Li piranî parêzgehan, pîrozkirina Newrozê tenê di asta ku zarok û xortên ciwan pîroz bikin de ma.
Duh, em derbasî cihekî bûn ku tevahî endamên malbatê ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe didan wî cihî. Tenê em rastî xort û ciwanan hatin. Hebûna jin û jinên ciwan tunebû.
Li Kabîlê girek heye, gelek malbat di dema Newrozê de ji bo bêhnvedanê berê xwe didin wî girî. Gir bi hebûna jin û zarokên ku bi cilên rengûreng li xwe kiribûn, li gel hebûna kulîlkên biharê xweşikiya xwe dabû her derê.
Ji ber lawaziya hikumeta Talîbanê ji aliyê leşkerî ve, nabe hêza bersivdayînê yan jî piştgirî bide gelê Efaganistanê. Tenê ji ber bûyera bi êş piştgiriya xwe bi gel re ragihîne, bi spartina şehîdan bi girseyî li Kabûlê sînordar ma.
Ji bo ku em rewşa pîrozbahiyên Newrozê li parêzgehên din bizanibin, me bi hevalên xwe yên li wan deveran re têkilî danî. Wan got ku rewşa li wan parêzgehan dişibe hev; kêfxweşî nîn e û di nava gel de coş tune ye. Ji ber van sedeman, Efganistan careke din di dawiya lîsteya welatên herî bêşans ên cîhanê de cih girtiye.
‘Cilên nû kêfxweşiya salekê bi xwe re tînin’
Gelê Efganistanê balê dikşîne ser girîngiya li xwekirina cilên nû di serêsalê de ji ber ku ew dibe wesîleya kêfxweşiya tevahî salê û wiha dibêje: “Eger em di roja yekem a salê de cilên nû li xwe bikin, em ê tevahiya salê bi kêfxweşî derbas bikin lê di rewşa heyî de, tevî xizaniya berfireh, tepeserkirina Talîbanê û bûyerên xwînî yên dawî, piraniya mirovan cilên nû li xwe nekirin.’
‘Bi hêviyên ku tevahî beşên civakê beşdarî şahiyên azadiyê bibin’
Newroz li Efganistanê êdî ne tenê pîrozbahiyek kevnar e, rewşa civakî, siyasî û mirovî ya vî welatî diteysîne. Dema ku mirov di nava xizanî, tepeserî û bêewlehiyê de dijî, pîrozkirina Newrozê li şûna şahiyê bûye sembola berxwedan, hevgirtinê û zindî hiştina nasnameya çandî. Lê belê, hêvî heye ku ev pîrozbahî dîsa bi şahî û azadiyê, bi hebûna hemû beşên civakê, nemaze jin û zarokan, were pîrozkirin.