Newaya Jin bi manşeta "Ber bi bihara jinan ve" derket

Hejmara meha Adarê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ber bi bihara jinan ve" hate weşandin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameyê giranî da ser mijarên 8'ê Adarê, pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û Newrozê. Nivîsên vê mehê yên rojnameyê ji aliyê Rûşen Samsat, Gulîzar Îpek, Hêja Zerya, Nazan Ustundag, Havîn Guneşere, Haskar Kirmizigul, Roza Metîna, Bêrîtan Zagros, Neşe Ozgen, Dîren Yûrtsever, Berjîn Têkoşer, Fîdan Yildirim û Nûjiyan Adar ve hatin nivîsandin.

Rûşenn Samsat ber bi 8'ê Adarê ve encamên têkoşîna azadiyê ya jinên kurd a nîv sedsalî nirxand û got, "Encamên têkoşîna 50 salî balkêş e. Pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengiya jinê, ronîbûna jinê ya bê navber, rêxistiniya wê û dînamîka têkoşînê her roj kir 8'ê Adarê."

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek jî di nivîsa xwe ya bi sernavê 'Sala têkoşîn û jinê, ne sala malbatê' de diyar kir ku gotina 'Sala malbatê' ya AKP'ê ji gotineke sembolîk wêdetir 'Hewldanek ji bo şikandina îradeya têkoşînê ya jinê' ye.

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bal kişand ser girîngiya şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo paşeroja herêmê û got, "Luksa me nîne ku em vê dem û firsenda dîrokî ji dest berdin."

Havîn Guneşer diyar kir ku di vê pêvajoyê de ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, veguherîna azadiyê ya jinê hîn girîng bûye û divê jin li dora têkoşîna azadiyê ya jinê bicivin.

Nazan Ustundag anî ziman ku pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze bi pêş ve bibe, di nava rejîma cîhanê ya nû de weke lêgerîneke nû bersiva xwe dîtiye û got, "Ocalan formuleke welê diafirîne ku tevgera azadiyê aktoriya xwe ya potansiyel a li nava rejîma nû ya cîhanê zêde bike."

Di rûpela Forûmê ya rojnameyê de ji axaftinên Rêber Apo yên li Newroza sala 1995'an nivîsek hate amadekirin. Rêber Apo nirxandineke bi vî rengî kir: "Em roja nû, jiyana nû, rojên Newrozê ku bihar e, bi rastiya têkoşîneke bi rêbaza bêhma pêşwazî dikin. Ne gelê me, ne jî tevgera me wê bi ti hincetê dest ji vê jiyanê bernede. Ev dilxwaziya azadiyê ya mezin wê ti carî bi me re kêm nebe."

Portreyên şehîdên Newrozê Binevş Agal û Bişeng Anik ji aliyê Berjîn Têkoşer û Fîdan Yildirim ve hate amadekirin.

Sosyolog Neşe Ozgen pirsgirêkên jinên koçber weke yek ji rojevên bingehîn ên 8'ê Adarê xist rojeva Newaya Jin.

Haskar Kirmizigul çavdêriyên xwe yên li ser Platforma Gelan a Ewropayê nivîsand ku di 14-16'ê Sibatê de li Viyanayê pêk hat. Her wiha bi Navneet Pal a ji Hindistanê ku endama Komîteya Jineolojiyê ye, hevpeyvînek kir.

Zextên li ser çapemeniya Kurd a azad

Rojnamevan Dîren Yûrtsever jî zextên li ser çapemeniya Kurd a azad nirxand û got, "Ne bombe, ne SÎHA, ne girtîgeh nikarin bi heqîqetê. Ew heqîqet di kenê Nazim û Cîhan de, di çavên Hêro û Gulistan de, di pênûsa Nagîhan û Azîz de, herî dawî jî di peyama dawî ya Egîd de mîna şahidiya ji dîrokê re diherike."

Roza Metîna îrade û destketiyên jinan ên piştî hilbijartinên xwecihî nirxand û têkoşîna jinan a li hemberî qeyûman destnîşan kir. 

Bêrîtan Zagros jî êrîşên li ser saziyên jinan ên li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Newaya Jin bi dayika şoreşgera enternasyonalîst Alîna Sanchez Patrîcîa Gregorînî re li ser jiyana Sanchez hevpeyvîn kir. Nûjiyan Adar jî qala şervana YPJ'ê ya Ereb Bêrîtan Amanos (Safa Silêman) kir ku 9'ê Çileya 2025'an li Qereqozaxê şehîd bû.