Newal Balkiz a şahida komkujiya Sêwasê ye: Li Sûriyeyê her roj Madimakek tê jiyîn
Ji şahidên Komkujiya Sêwasê Newal Balkiz anî ziman ku komkujî ji bo Tirkiyeyê mîladek e û îro heman rewş li Sûriyeyê tê jiyîn û got: “Em dikarin bêjin her roj li wê derê Madimakek tê jiyîn.”

SERPİL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan- Pelên salnameyê hema bêje her roj komkujiyek bi bîr dixe. Li Tirkiyeyê roja 2’yê Tîrmehê jî komkujiyek ku qet neyê jibîrkirin vedibêje. Li ser Komkujiya Sêwasê ku di 2’yê Tîrmeha 1993’an de pêk hatî re, 32 sal derbas bûye. Ev dîrok rêça birînek e ku tu caran ji dilê mirovan dernakeve. 33 canên li Otela Madimak a li Sêwasê, bi awayek zindî hatin şewitandin. Hemû jin, mêr, zarok, rewşenbîr, helbestvan, hunermend bûn. Ji bo ku beşdarî bernameya şahiya çar rojan a Pîr Sultan Abdal bibin, li Sêwazêm kom bûn. hatin ba hev û li Sêwazê bûn.
Kesên ku hatin qetilkirin
Muhîbe Akarsu (35 salî, mêvan), Muhlîs Akarsu (45 salî, hunermend), Gulender Akça (25 salî, hunermend), Metîn Altiok (52 salî, helbestvan, nivîskar), Ahmet Alan (22 salî, hunermend), Mehmet Atay (25 salî, rojnamevan), Sehergul Ateş (30 salî, hunermend), Behçet Aysan (44 salî, helbestvan), Erdal Ayranci (35 salî, derhêner), Asim Bezircî (66 salî lêkolînvan, nivîskar), Belkis Çakir (18 salî, hunermend), Serpîl Canîk (19 salî, hunermend), Muammer Çîçek (26 salî, aktor), Nesîmî Çîmen (67 salî, helbestvan, hunermend), Carîna Cuanna (23 salî, rojnamevanan Hollandayî), Serkan Dogan (19 salî, hunermend), Hasret Gultekîn (23 salî, helbestvan, hunermend), Murat Gunduz (22 salî, hunermend), Gulsum Karababa (22 salî, hunermend), Ugur Kaynar (37 salî, helbestvan), Asaf Koçak (35 salî, karîkaturîst), Koray Kaya (12 salî, zarok), Menekşe Kaya (17 salî, hunermend), Handan Metîn (20 salî, hunermend), Saît Metîn (23 salî, hunermend), Huriye Ozkan (22 salî, hunermend), Yeşîm Ozkan (20 salî, hunermend), Ahmet Ozyurt (21 salî, hunermend), Nurcan Şahîn (18 salî, hunermend), Ozlem Şahîn (17 salî, hunermend), Asuman Sîvrî (16 salî, hunermend), Yasemîn Sîvrî (19 salî, hunermend), Edîbe Sularî (40 salî, hunermend), Încî Turk (22 salî, hunermend) hemû di otela Madimakê de jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê komek Îslamiyên radîkal ku li Otela Madimak diman de agir derxistin, hinek jê fetisîn û hinek jê jî di nava agir de man û jiyana xwe ji dest dan. Koma ku li ber derî li benda mirina wan ma, bi awayek zindî komkujiyê temaşe kir. Ên ku beşdarî şahiyê bûne, tenê karîn du rojan bi gel re bicivin. Di roja duyem a şahiyê de koma ku ji nimêja înê derket, xwest kesên beşdarî şahiyê bûne bên qetilkirin. Otela Madimak dan ber keviran, camên wê şikandin û dilê wan rihet nebû, herî dawî jî dan ber agir.
Yên komkujî kirin nehatin astengkirin
Her kêlî û saet, koma êrîşkar ya zêde dibû, bi awayek serbest tevdigeriya. Hêzên ewlehiyê mudaxele nekirin. Qêrîna kesên li ber Otela Madimakê, bi saetan berdewam kir. Kes ji bo vemirandina agir nehat yan jî heta hemû tişt xilas bûn hê nû cîhên xwe girtin. Siyasetmedarên demê, îdîa dikirin ku komkujiya ku bi hezaran kes beşdar bûne û hatin rêvebirin, bûyerek biçûk a ji rêzê ye. Darizandin jî li ser vê ferasetê hat kirin.
Pêvajoya dadgehê çawa bipêş ket?
35 kes hatin binçavkirin. Piştre hejmara kesên hatin binçavkirin bû 190. Piştî van binçavkirinan 66 kes hatin berdan. Yên mayî jî bi sûcê ‘rêk û pêkiya destûra bingehîn a laîk, hewldana avakirina dewleta olî’, di dadgeha ewlehiya dewletê de bi qasî salek hatin darizandin. Di encama darizandina bi navê ‘Doza Sêwazê’ ket dîrokê de, 22 bersûc bi 15 sal, 3 bersûc 10 sal, 54 bersûc 3 sal, 6 bersûc 2 sal bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin. 37 kesên dihatin darizandin jî, hatin berdan. Dozgeriyê, biryara ku DGM’ê daye, xirab kir. Biryar hat dayîn ku bersûc cardin bên darizandin. Di biryara ku di sala 1998’an de hatî erêkirin de, li 33 bersûcan cezayê darvekirinê, li 14 bersûcan jî di navbera 15 salan de ceza hat birîn, lê belê cezayê darvekirinê ji ber kêmaniya usûlê hat xirabkirin. 33 bersûcên ku di sala 2000’an de cardin cezayê darvekirinê li wan hat birîn, di sala 2002’yan de bi rakirina cezayê darvekirinê re, cezayê muebetê xwarin. Wê demê gelek navên ku parêzertiya bersûcan dikir, di demên pêş de di partiyên çep û muhafazakar de bûn parlementer û heta li ser kursiyên wezîrtiyê jî rûniştin. Bi demê re li gel hejmara tehliyeyan û yên li girtîgehê, ev hejmar bû 33.
8 sûcdaran fîrar kir!
8 sûcdarên ku wek navên sereke yên Komkujîa Sêwazê bûn, piştî biryara xirabkirinê ya di sala 1997’an de hatiye dayîn, fîrar kirin. Di nava vana de bersûcên yekem yên dozê endamên Meclîsa Şaredariya Sêwasê Cafer Erçakmak jî hebû. Hat diyarkirin ku Cafer Erçakmak di sala 2011’an de li Sêwazê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest daye.
Biryara demboriyê
Dema sala 2014’an hat, komkujiya Sêwasê rastî demboriyê hat. Hemû dosyayên dozê, hatin girtin. Li ser daxwaza saziyên civakî yên sivîl û partiyan, daxwaza ‘di sûcên mirovatiyê de rakirina demboriyê’ serokê dadgehê bersîvek wiha da: “Di sûcên mirovahiyê de demborî nabe, lê belê ên ku ev sûc kirine, ne ji ber erkdarên civakê ne, ji ber sivîl bûn, biryar hat dayîn ku doz were xirabkirin” da. Di doza herî dawî hatiye veqetandin de, sala borî derbarê 3 bersûcên fîrar de biryar derket. Heyeta dadgehê, biryara xirabkirina dozê da.
Di binê otêlê de kebapxane vekirin
Piştî komkujiyê, di qata xwarê ya Otela Madimakê de kebabxaneyek hat vekirin. Vekirina kebapxaneyê ji aliyê derdorên demokrat ve hat protestokirin. Piştî bertekan, di sala 2010’an de kebapxane hate girtin û qad wek otelê hat civakîkirin. Di sala 2011’an de jî avahî bû ‘Navenda Çand û Zanist a Sêwazê.’
Agir hê zêdetir hat geşkirin
Komkujiya Sêwasê di dîroka Komara Tirkiyeyê de weke komkujiya herî wehşî ya ji aliyê Îslamiyên Radîkal ve hatî pêkanîn bû. Lê belê ev komkujî nebû ya dawî. Piştî wê jî ji aliyê komên ku xwe wek Hizbullah û DAIŞ’ê binav kirin û destek digirtin ve, komkujiyên nû lê hatin zêdekirin. Elewî, jin, Êzidî, Kurd, zarok, muxalif ên ku aştiyê dixwazin, bûn hedef. Îsal li Sûriyeyê bi guherîna rejîmê re cardin komên alîgirên çeteyan êrîşên xwe yên li dijî Elewiyan bi awayek zindî di televîzyonan de temaşe kirin. Yek ji şahidên Komkujiya Sêwazê jî, Newal Balkiz e. Em bi mebesta salvegera komkujiyê, bi Newal re hem li ser komkujiyê û hem jî pêvajoya niha axivîn.
‘Her dem ji nû ve tê hilberandin’
Newal Balkiz, wiha got: “Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, her dem komkujiyên ku şertên xwe digre nav, diyar dike û bi awayê ku wan derbas bike bandorên wê heye, cînayetên ku kiryar ne diyar dimînin, ji bo yek ji wan pêvajoya darizandinê bi wateya rastî ku lêpirsînek heqîqetê derbixwe holê, çêkera wê, encam, bikaranîn û têkiliyên li pey, sûc û hemû berpirsan derbixwe holê nebû mijar û nekarî bibe.”
Pirsên bê bersiv
Newal Balkiz, komkujiyên wek Başbaglar, taxa Gazî, Roboskî (Qileban) Sirûc, Enqere, Stenbol, Amed û êrîş û komkujiyên din ên piştî pêvajoya Sêwasê pêk hatin bi bîr xist û wiha got: “Di hemû mînakan de nêzîkatiya ‘ji dîwar tûleyek bê kişandin, wê dîwar xirab bibe’ eşkere dike, heqîqetê li pişt wan dîwarên stûr vedişêre û mekanîzmayên ku van dîwaran bidomîne, her dem ji nû ve hilberand, wek hêmana parastina pergalê domand û didomîne. Newal Balkiz, anî ziman ku pirsên têkildarî komkujiya Sêwazê û yên din li benda bersîvê ne û wiha got: “Di hemû pêvajoyên darizandinê de bersûc hatin parastin, esasê sûc nehat destgirtin, têkiliyên bi rêxistinan re dernexistin holê, belge hatin reşkirin, lêpirsînên pêwîst nekirin, têkiliyên piştî bûyerê nehatin lêkolînkirin, sûc di esasê sûcê li dijî mirovatiyê de nehat dîtin, kiryar di dema darizandinê de hatin berdan an jî nehatin girtin, biryara demboriyê hate dayîn, hikumxwarî ji ber sedema nexweşiyan hatin efûkirin û her wekî din, pêvajoyek ku bêhiqûqî hatiye kirin, hat jiyîn.”
Kîjan hatin darizandin?
Newal Balkiz, da zanîn ku têgînên hevrûbûnê gelek hatine bikaranîn, lê belê dema hundirê hiqûqî, sosyolojîk, psîkososyal, siyasî û têkiliyên dîrokê hatine valekirin, wateya xwe winda kiriye û her diçe vegeriyaye şablonek bi xeter û wiha domand: “Mînak; aliyên hevrûbûnê kî ne? Mexdûr an kiryar in? Rasterast mexdûr yan jî ne rasterast mexdûr, bi heman awayî aliyê hevrûbûnê ne, civak di vê cihê de li ku ye? Kiryar û kiryarên ku li ser navên wan tevger kirine, di kijan cihê de ne? Aliyê hevrûbûnê yê ehlaqî û etîk wê çawa pêk bê? Asta rewşa eşkere û diyarde derbas dike, dîrokî ye an jî ji şertên têkildarbûna bi dîrokê re serbixwe ye? Di kîjan rewş û şertan de, ki wê bi kê re hevrû bibe-darizandin, ma yek ji amûra rast a hevrûbûnê ye? Kîjan darizandin? Divê pirsgirêkên weke vêya bên nîqaşkirin. Bêyî avakirina bersîvên rast ên van pirsan, di bûyerên komkujî û tundiyê de nikarin behsa hevrûbûnek rast a civakê bikin.”
Komkujî ji bo îro çi dibêje?
Newal Balkiz wiha got: “Komkujiya Madimakê, li gorî komkujiyên din ên di vê erdnîgariyê de di demên dûr û nêz de pêk hatin, hem gelek aliyê wê yên hevpar heye, hem jî aliyê siyasî, sosyoçandî, konjonktur û îdeolojîk, ji şertên demê û çêkirî cûda were nirxandin, çalakiyek qetilkirina komî cûda û taybetmendiyên xweseriya xwe hildigre ye. Deriyê ku ji bo şertên ku îro em tê de ne, ava dike û vedike, rêkûpêkiya siyasî û derfetên çêker ên rejîmê, çêbûna konsolîde ya bingehê civakê, çawaniya bûna îşaretek ku pêk tîne ku ji bo destekê hewl bide, hildigre.” Newal Balkiz anî ziman ku piştî komkujiya Sêwasê li Tirkiyeyê tundiyek sergirtî tê jiyîn, îşaret bi wê yekê kir ku di her qadê de tundî hatiye rewşa gotinek siyasî û îdeolojîk. Newal diyar kir tundî û nefreta ku zêde dibe û destnîşan kir ku kirdeya herî bingehîn jî mixabin Elewî ne.
Cudabûn û gotinên nefretê zêde dibe
Newal da zanîn ku Tirkiye her tim di şertên qeyranê de ye, di cihê welatek ‘neyê rêvebirin’ de tê girtin û got: “Razibûnek neçar ku bi tirsê hatiye avakirin, di her cûreyê bêhiqûqî, tundî, hilweşîn, talan û bêedaletî, di gotina ‘Netewperestiyek di çarçoveya Îslama siyasî de’ di retoriya hindir û derve de dihelîne, tê halê ku di asta mêjî de bê qebûlkirin. Di her qada jiyana civakî li beramberî me û ya ku desthilata AKP’ê ava kiriye, diçe aliyê ku çeperek siyasî ku di navbera xizman de, vedigere têkoşînek di navbera rast/şaş de. Elewî kirdeya daîmî ya kategoriya ‘wan’ ya hatiye avakirin e!”
Pêkanîna aştiya civakî
Newal bal kişand ser nêzîkatiya li beramberî şertên giran, aştiya civakî ya mayînde pêk bîne û wiha got: “Ji bo çareseriya van pirsgirêkan, divê mirov xwe bike şûna hev. Tekane rê ew e ku her yek ji aliyan, pêşdaraziyên xwe yên li dijî ya beramberê dîrokî û rojane derbas bike. Ji xwe derbaskirina pêşdarazan, tiştekî ku di xwezaya mirovan de tune ye. Qebûlkirina cûdatiyan, ji redkirina wan ne xwezayî ne jî kêm xwezayî ye. ‘Dûrxistin, anîna ba hev, girîngîdayîn, nêzbûnê avakirin, sekinandin,’ tevgerên bi zanebûn in. Piştre ev tevgerên hatin bidestxistin, fêrkirin, pêşxistin...aqilbûn, fikrê xwînsar, perwerdeyek pispor, zagonên destdayî û saziyên bê kêmasî pêwîst dike.”
Li Sûriyeyê êrîşên li dijî Elewiyan
Newal di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tên û wiha domand: “Elewî di vê erdnîgariyê de di aştî û şeran de mixabin wek civakek baweriyê ya ku ‘miriye’ tê nivîsandin. Di dîrokê de wiha bû û îro jî wiha ye. Di demên Osmanî de komkujiyên pergalî, di demên Komarê de di dîroka nêz de Mereş, Corum, Meletî, Sêwaz, dîsa Sêwaz Madimak, komkujiyên Gazî, ragihandina tundiya siyasî û li gorî şertên demê wek pratîka çalakiyan amûr ku pêwendiya siyasî, dîrokî, sosyoçandî, aborî û demografîk nû hildiberîne. Di vê sedsala ku em dijîn de ’dema nû ya şerên serdestiyê!’ cîhana emperyal a kapîtalîzmê, ber bi dema navîn ya nû ya gelek tebeqe ve dibe. Wek pergal, rîskên çêker û qeyranên malî yên fînansî, li dijî rewşa siyasî ya vana ava kiriye ya ‘nikare rêvevbibe’ biparêze, li aliyê din qada kûrewî bi awayek hegamonî cardin tehkimkirin, bi armanca avakirina qadên nû yên parvekirina pêkanîna çavkaniyan, ‘rewşa dîntiya ku heta neyê xilaskirin dirêj’ ava dike, nêzîkatiya şerê tevahî ku ‘di her cîhek û demekê de hemû cîhan di nav demê de’ zêde dike.!”
‘Mirovatî bêdeng dibe’
Newal da zanîn ku li Sûriyeyek ku radestî rêxistinên terorê yên cîhadî û selefî bûye komkujiyek bi pergalî didome û wiha got: “Jin tên revandin, rastî tecawîzê tên, wek kole tên firotin, navendên baweriyê tên şewitandin, gundî tên dorpêçkirin, bi zorê ji cihên xwe dibin. Em dikarin bêjin li wê derê her roj Madimakek tê jiyîn. Emperyalîzm, di pêvajoya çokdanîna Sûriyeyê û ji nûve parvekirinê de, di cûdahiya ‘di jiyanê de bên hiştin’ ji jiyanê werin dûrxistin wek kirdeyek biyopolîtîk Elewiyan di kategoriya ji jiyanê biavêjin de dibînin! ‘Nijadperestiya biyolojîk’ ku di bingehê mezhebî de hatiye avakirin, dixwazin vî gelî tune bikin! Û li beramberî van hemûyan, civaka Tirkiyeyê, gelên herêmê bêdeng e, tenê li bajarên ku Elewî dijîn li welatan dengê xwe dayîna bihîstin, gotina komkujiyan bisekinin didomînin, lê belê ev deng, di hiş û wijdana mirovan de, nêzîkatiya rûmeta hevpar dengê pêwîst nabîne! Mirovatî bêdeng dibe!”
‘Li dijî komkujiyê, bêdengiya Tirkiyê zêde dibe’
Newal Balkiz, wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP’ê bi xeta polîtîkayek ku ji destpêka pêvajoya li Sûriyeyê destpê kiriye, dem dem olekî ku cûdahiya etnîk tîne pêş, gotinên ku li ser baweriyê hatin hilberandin û di çalakiyan de hatine avakirin; di cihekî piştevaniya muxalîftiyê dike de ye. Milîsên ku di bin navê Artêşa Sûriyeya Demokratîk de kom dibin, desteka wek perwerde, amûrên leşkerî pêk anîn. Bi fermanên wan, ên ku di pevçûnan de birîndar bûne, li nexweşxaneyên li bajarên sînorên me bê bedel û beriya hemwelatiyên komara Tirkiye tên derbaskirin û di sînoran de derfetê bê kontrol derbaskirinê nas kir. Stenbol malovanî ji anîna ba hev re kir. Li Sûriyeyê li beranberî pevçûnên vedigre ‘di nava mezheban de ber bi şerê navxweyî ve’, sekin û nêzîkatiya ‘hundirê mezhebê’ nîşan da. Di asta polîtîkaya hundir de li ser dijberiya ‘Elewî’ gotinek hatî lihevanîn bipêş xistine. Darazên dîrokî, siyaseta rojane, nêzîkatiya sosyoçandî û bi qaliban yekbûn û hebûniya vana ya di qada civakî de. Bi armanca girtina berbijêran, di çarçoveya qayîm de, hestên tûj û sînorên hişmendî hatin avakirin.”
‘Pêvajoyek ku sûcên mirovî zêdetir bibe tê jiyîn’
Newal di dawiyê de wiha got: “Hat îdîakirin ku rejîma berê aydî Elewiyan bû, bi van hincetan, Elewiyan kirin hedefa tolhilgirtinê. Dibêjin ‘bermahiyên rejîma berê’ nav lê kirine, rastiya dîrokî û rojane berovajî dike! Bi van hişmendiyên hatin avakirin, ji wehşetê hincet ava dike, rê ji komkujiyên nû re vedike! Li Sûriyeyê li ber çavê hemû dinyayê, her tim komkujî û pevçûn tên jiyîn, di welatek hatiye perçekirin de her tim komên etnîk û bawerî di binê gefek mezin de ne. Heta pêvajoyek ku bikevin nava hev, sûcên bipergalî yên mirovî zêde dibe tê jiyîn! Ev pêvajo ancax bi têkoşînek hevpar a li dijî qada avakirina tirsê ya li beramberî gelan bisekinîn dibe.”