Netîce Suleymanoglu ya li Amedê hat binçavkirin hat berdan
Netîce Suleymanoglu ku bi hinceta wêneyê bi keça xwe ya PKK’î re kişandiye duh tevî xwesûya xwe ya 83 salî Sidika Suleymanoglu hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Amed – Duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de li navçeyên Rezan û Peyasê yên Amedê polîsan bi ser hinek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Siddika Suleymanoglu ya 83 salî û bûka wê Netîce Suleymanoglu (50) hatin binçavkirin. Sidika û Netîce Suleymanoglu piştre jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Sidika Suleymanoglu ku bi îdiaya wêneyê bi neviya xwe ya PKK’î îfade da, piştre hate berdan.
Netîce Suleymanoglu ku bi îdiaya wêneyê wê yê bi keça wê ya PKK’î re dihat tawanbarkirin, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê. Dozgeriyê piştî îfadeyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Kocaeliyê kir.
Netîce Suleymanoglu bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî hate berdan.