Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezayê hişyariya 'mayinên neteqiyayî' da

Servîsa Çalakiya Mayinan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) hişyarî da ku ji ber pirbûna mayînên neteqiyayî, Xeza di "qonaxa herî xeternak" de ye.

Navenda Nûçeyan - Serokê Servîsa Çalakiya Mayinan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) ya Filistînê Mungo Birch di çarçoveya "27’emîn Civîna Rêveberên Neteweyî ya Çalakiya Mayinan û Şêwirmendên Neteweyên Yekbûyî" ku li Cenevreyê dest pê kir de nirxandin kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mungo Bîrch hişyarî da ku Xezaya ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di bin êrîşên tund ên Îsraîlê de ye, ji ber ji ber pirbûna mayinên  neteqiyayî Xeza di "qonaxa herî xeternak" de ye.

'Perwerdehiya rîskê pêwîst e'

Mungo Bîrch diyar kir ku dema mirov dest bi vegerê li bakurê Xezayê bikin dê gelek qeza çêbibin û wiha got: "Ji ber ku ew ê nizanibin mayinên neteqiyayî li ku ne." Mungo Birch bal kişand ser pêwîstiya peydakirina perwerdehiya xetereyê ku dema mirov vegerên li bakurê Xezayê dest pê bikin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jean-Pierre Lacroix, ji bo Operasyonên Aştiyê, diyar kir ku ew piştgirî didin UNMAS di çalakiyên wê yên wekî xebatên mirovahî û lêkolînên xetereyê de. Jean-Pierre Lacroix teqez kir ku misogerkirina agirbesta mirovî ji bo Xezayê wek pêşînek dimîne.