Neteweyên Yekbûyî: Di sala 2026an de 4.5 milyon zarokên keç di xetereya sinetkirina de ne

Neteweyên Yekbûyî banga veberhênana domdar û hevrêz a cîhanî ji bo jiholêrakirina sinetkirina jinan (FGM) kiriye, û tekez kiriye ku her dolarê ku tê veberhênan vegera deh qat zêde dike û bi mîlyonan zaroken keç û jinên ciwan ji zirarê rizgar dike.

Navenda Nûçeyan - Bi boneya Roja Navneteweyî ya Toleransa Sifir ji bo Sinetkirina Jinan, ku her sal di 6ê Sibatê de yê, ajansên Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek hevbeş weşandin û hişyarî dan ku bi mîlyonan jinên ciwan û zarokên keç  hîn jî rastî vê pratîka zirardar tên û banga xurtkirina hewldanên cîhanî kirin da ku dawî li wê were.

 

Ajansên Neteweyên Yekbûyî, di nav de UNICEF û UNESCO, destnîşan kirin ku tenê di sala 2026an de bi qasî 4.5 mîlyon jinên ciwan û zarokên keç, ku gelek ji wan di bin pênc salî de ne, di xetereya sinetkirina jinan de ne, di heman demê de zêdetirî 230 mîlyon zarokên keç  û jin bi encamên vê pratîkê dijîn. Wan tekez kir ku sinetkirina jinan binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e, tenduristiya bedenî û derûnî ya zarokên keç  û jinan tehdît dike, û salane bi qasî 1.4 mîlyar dolar lêçûna dermankirinê li cîhanê dike.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destwerdanên di sî salên borî de dest bi berheman dikin, û du ji sêyan nifûsa welatên têkildar piştgirî didin jiholêrakirina vê pratîkê. Her wiha banga veberhênanê di perwerdehiya tenduristiyê, bihêzkirina civakê û lênêrîna tenduristiyê, piştgiriya psîkososyal û alîkariya hiqûqî ji bo qurbaniyan hat kirin, û hat destnîşankirin ku pêşketin di deh salên dawî de zêde bûye. Tê tekez kir ku veberhênanek 2.8 mîlyar dolarî dikare pêşî li 20 mîlyon bûyerên sunetkirina jinan bigire û vegera 28 mîlyar dolarî bi xwe re bîne.

Her ku sala 2030 nêzîk dibe, ajansên Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ku kêmbûna fînanse û piştgiriya gerdûnî destkeftiyên ku hatine bidestxistin tehdît dike, û pabendbûna xwe, digel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî, ji bo rakirina tevahî ya sunetkirina zayendî ya jinan û misogerkirina pêşerojek ewle ji bo jinan ji nû ve piştrast kirin.