Nesrîn Akgul: Me di avakirina aştiyê de, pêşengiya jinê kir armanc
Ji Akademiya Jinê ya Jineolojiyê Nesrîn Akgul da zanîn ku beşdarbûna jinê ya di pêvajoyên muzakerê de ji aştiyê re pênaseyek nû tîne û got: "Mînakên cîhanê, nîşanî me dide ku dema jin beşdarî pêvajoyên muzakereyê dibin, mercên avakirina civakî ava dibin.”
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Dema li tecrûbeyên cîhanê tê temaşekirin, yên ku hertim li dijî şer di eniya aştî û muzakerê de cih girtine, jin in.
Jinên Emerîkî, li dijî dagirkirina Viyetnamê derketin û dîsa di sala 2002’an de jinan ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser Iraqê çalakiyên cûrbecûr pêk anîn. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, li Yugoslavyayê têkoşîna jinê ya ji bo aştiyê li gelek welatan bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Pevçûnên ku di sala 1966’an de li Kolombiyayê dest pê kirin, di sala 2016’an de di encama hewildanên jinan de bi aştiyê bi dawî bû.
Li Ugandayê, jinan ji bo bidawîkirina şerê di navbera artêşa LRA û dewletê de çalakiyan li dar xistin. Li Sirbîstanê, jin di Şerê Bosnayê ku ji 1992’yan heta 1995’an dom kir de ji bo aştiyê têkoşiyan. Di şerê Îrlanda Bakur de, têkoşîna jinan a ji bo aştiyê biser ket. Şerê Navxweyî yê Lîberyayê ku 14 salan dom kir, di sala 2003’an de di encama têkoşîna jinan de bi dawî bû.
Li Rojhilata Navîn jin û pêvajoyên muzakereyan
Tevî ku jin li Iraqê di bin dagirkeriya DYE’ê de bûn jî, di bin banê rêxistinên cuda de kom bûn û balê kişandin li ser wêraniya şer, hewildanên aştiyê pêk anîn. Di dema şerê navxweyî yê li Sûdana Başûr ku di salên 2013 û 2020’an de bi agirbestek bi dawî bû de, hinek jinan diyar kirin ku heta ku mêr dev ji kuştina hev bernedin, ew ê berpirsyariyên zewacê bicîh neynin.
Jinên Îsraîlê yên xwestin piştgirî bidin Întîfadaya Yekem a ku di sala 1988’an de li herêmên Filistînê li dijî dagirkirina Xeza û Şerîaya Rojava ya ji aliyê Îsraîlê ve dest pê kir, her heftane li xaçerêyên qerebalix û qadên giştî dest bi nobedê kirin.
Li Sûriyeyê, jinan di hemû çalakiyên li dijî rejîmê ku di sala 2011’an de dest pê kir de cih girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, berxwedana ku bi pêşengtiya jinên Kurd destpê kir, bû sedema avakirina civakek demokratîk a azadîxwaza jinê.
Li seranserê Kurdistanê jî têkoşîna jinên Kurd a ji bo aştiyê ji dîrokê heta roja me ya îro berdewam kir. Di salên 90’î de bi pergalîbûna kiryar nediyar re Dayîkên Şemiyê û piştre rêxistinên mîna "Hewildana Jinê ya ji bo Aştiyê”, "Meclîsa Azadiya Jinê" û "Înîsiyatîfa Jinê ya Pêdiviya min bi Aştiyê heye” yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin damezrandin, bi çalakiyên xwe aştiyê girtin rojeva xwe.
Tenê ji sedî 8’ê beşdarên 102 pêvajoyên aştiyê jin bûn
Li gorî lêkolînên Konseya Têkiliyên Derve ya Ewropayê (CFR) û UN Womenê, peymanên aştiyê yên jin îmze dikin, dirêjtir dom dikin. Pêvajoyên aştiyê yên ku jin bi awayekî çalak beşdar digrin, ji sedî 35 îhtîmal heye ku heyamek bê pevçûn a herî kêm 15 salan bê mîsogerkirin.
Lê belê, digel hemû hewldanên jinan jî, di seranserê dîrokê de daxwazên jinan ên ji bo beşdarbûna hewldanên aştiyê û pêvajoyên muzakereyê de her tim hat astengkirin.
Li gorî daneyên Saziya Wekheviya Zayendî û Bihêzkirina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), di hevdîtinên aştiyê yên di navbera salên 1992 û 2019’an de hatine kirin de, tenê ji sedî 13’ê muzakerevanan, ji sedî 6’ê navbeynkaran û ji sedî 6’ê kesên ku peymanên aştiyê îmze kirine, ji jinan pêk dihat.
Li cîhanê di navbera salên 1990 û 2012’an de, 102 pêvajoyên aştiyê hatine meşandin û di nava vana de tenê 85 peyman hatin îmzekirin. Tenê ji sedî 8’ê kesên bi awayekî çalak beşdarî 102 pêvajoyên aştiyê bûn, jin bûn.
Lê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di biryara xwe ya bi hejmara 1325’an ku di sala 2000’an de îmze kir û Deklarasyona Uskub ya Konseya Ewropayê ya ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve tê piştgirîkirin de, tê diyarkirin ku divê jin muzakereyên aştiyê jî di nav de beşdarî hemû qonaxên avakirina aştiyê bibin û xwedî vê mafê ne.
"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin jî, derbasî qonaxa nû bû. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclîsê hate damezrandin, di civîna xwe ya 18’an de têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dengdan kir. Tevî ku CHP’ê biryara neçûyîna Îmraliyê da jî, di rûniştîna ku 40 endam beşdar bû de, biryara hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re derket. Şandeya komîsyonê, di 24’ê Mijdarê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Ji Akademiya Jinê ya Jineolojiyê Nesrîn Akgul, derbarê serpêhatiya jinan a di siya şeran de û rola jinan a di pêvajoyên muzakereyê de nirxandinan kir.
Erênaya Dîrokê: Şer û aştî
Li gorî Nesrîn Akgul, pêvajoya şer "rêbazekî ku mîna amûrek li dijî civakî hatiye avakirin e." Nesrîn Akgul, diyar kir ku şer di avakirina têkiliyên civakî de mîna pirsgirêkek derdikeve holê û wiha axivî: "Şer, çi mîna pevçûnek di navbera hêzan de û çi jî mîna cureyek têkoşînê ya ji aliyê navendên berxwedana civakî ve tê meşandin be, di bingeh de mîna amûrekî ku hikûmeta heyî teahutên xwe ava bike û ji bo pêkanîna polîtîkayên kedxwariyê yên li ser vê bingehê dikeve meriyetê. Xwe disperê zext, tundî an jî rêbazên cûrbecûr û amûrekî ku li vir tê bikaranîn. Dîrok, li aliyekî ve her tim şert û li aliyê din jî mîna amûrekî çareseriyê, xwe li ser erênaya aştiyê ava dike.”
Pêvajoya bi nakokiya di navbera mêr û jinan de dest pê dike
Nesrî Akgul a got "Yê ku her tim desthilatdariya şer a di nav vê erênayê de ava kiriye aqlê mêr e," da zanîn ku şer mîna diyardeyek mîlîtarîst bi nakokiya di navbera mêr û jinan de dest pê dike. Nesrîn Akgul, wiha got: "Şaristaniyek dijî civakî ya li ser vê nakokiyê hatiye avakirin heye û ev şaristanî bi berdewamî li dijî civakê şer dide destpêkirin. Ev feraset bi hişê mêr xwedî dibe û bi hezaran salan pêvajoyek avahîsaziyê serdestiya xwe pergalî dike, ava kiriye. Herî zêde jin rastî aliyên şer ên fetihkar, dagirker û mudaxelekar hatine; ji ber ku dewlet bi aqlê mêr hatiye avakirin û tê birêvebirin. Li gorî vê têgihîştinê, tiştê ku divê herî zêde bê fetihkirin civakîbûna jinê û bedana jinê ye. Qadên şer piralî ne. Ev rastiya dîrokî, bi têkbirina ahenga mêr-jin dest pê dike û avakirina desthilatdariya xwe ya mêrê averêbûyî, ji kujerê kastîk heta roja me ya îro şaristaniyên dewletê ava kiriye."
Şer, bedana jinê û çanda tecawizê
Nesrîn Akgul, da zanîn şer tecrîdeke sedîsed e û bi karaktera xwe ya dijî civakî di serî de jin û zarokan hedef digre. Nesrîn Akgul, wiha dibêje: "Xwezaya mîlîtarîst a şer bi berdewamî çanda tecawizê hildiberîne. Taybetmendiya ontolojîk a bingehîn a şer 'feth bike, dagir bike û bike ya xwe' ye; ev çandeke tecawizê ye û bedana jinê di navenda vê çandê de ye. Di tevahiya dîrokê de leşkerên dagirker, destpêkê tecawizê jinên civakê kirine. Ji ber ku ger hûn dixwazin civakek desteser bikin, divê hûn xwediyê jina ku wê civakê temsîl dike û nifşa wê didomîne bin. Desteserkirina jin û zarokên pêşeroja wan, beşek ontolojîk a fetihkirina civakê ye. Hitler jî dibêje 'Civak mîna jinan e’.”
Gelo çima jin dixwazin beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibin?
Nesrîn Akgul, da zanîn ku jin dixwazin beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibin, ji ber ku muzakereya demokratîk pêvajoyekî ku bi rêya hevsengiya hêz û naskirina hevbeş pêşve diçe ye û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên şer, pêdivî bi ji nû ve avakirina civakî heye. Nesrîn Akgul, wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan jî, mîna perspektîfa jinan vê yekê got, 'Divê jin hemû pirsgirêkên xwe bi rêbazên muzakereyê çareser bikin.' Ango çareseriya hemû pirsgirêkan muzakere ye. Siyaseta demokratîk pêvajoya muzakere ye. Jin, mîna hêza pêşeng a avakirina civakî, karakterê bingehîn ê muzakereyê diyar dikin; ji ber ku çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber şerê li ser bingeha zihniyeta mêran çêbûne û ji nû ve avakirina civakê bêyî beşdariya jinan ne pêkan e. Jin pêvajoyê ava dikin, çareserî pêşkêş dikin û bi beşdarkirina hêzên hatine redkirin, gihandina lihevhatinê mîsoger dikin. Nesrîn Akgul, pirsa "Dema ku jin beşdarî pêvajoya muzakereyê nebû çi bû?” pirsî û diyar kir ku nebûna beşdariya jinan dibe sedema bêçaretî û xitimîna civakî.
‘Di pêvajoya ku navê jinê nîne de çareseriyek domdar nayê bidestxistin’
Nesrîn Akgul, mînaka Filistînê da û got: “Di pêvajoya ku navê jinê tune de çareseriyek domdar nayê bidestxistin.” Nesrîn Akgul, destnîşan kir di êrîşên ku Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Îsraîlê da destpêkirin û şerê tolhildana Îsraîlê de, êşa herî mezin jin û zarokan jiyan kir. Nesrîn Akgul, diyar kir ku jinan di pêvajoyên muzakereyê de cih negirtin û mêran jî çareserî di çek û şer de digerin û da zanîn çareseriyek rastîn û mayînde bêyî beşdariya jinê ya pêvajoyê ne pêkan e.
Pêvajoya aştiyê ya di navbera 1996 û 1998’an de, li Îrlanda Bakur bi îmzekirina Peymana Belfastê (Îniya Pîroz) di Nîsana 1998’an de bi dawî bû, dawî li pevçûnên mezhebî yên zêdetirê 30 salan anî. Nesrîn Akgul, pêvajoya aştiyê ya li Îrlandaya Bakur mînak da û pêvajoyên aştiyê yên li Balkanan ên ku di destpêka salên 1990 û 2000’an de pêk hatin û pêvajoyên aştiyê yên li Tirkiyeyê yên bi pêşengtiya jinan jî bi bîr xist. Nesrîn Akgul, destnîşan kir ku di hemû înîsiyatîfên ku jinan damezrandine de pêkhateyên cuda hatine cem hev û modelek rêxistinkirina komunal derketiye holê.
‘Dema jin însiyatîfê digrin, aştiya civakî dihonîn’
Nesrîn, balkişand ser rola jinê ya di pêvajoyên aştiya civakî de û axaftina wiha domand: "Em jî îro bi avakirina dîroka xwişk û biratiya Tirk û Kurd, xalên hevdîtinê bi dest dixin. Dema jin di van pêvajoyan de însiyatîfê digirin û bi hunandina torên ku dê aştiya civakî û neteweyek demokratîk nîşan bidin tevdigerin. Mêr jî li dijî vê yekê derdikeve; ji ber ku şerê mêran şerê dijberiyê ye. Her çend pirsgirêka demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê, dikare bi rêya siyaseta demokratîk bê çareserkirin jî, dewletê vê yekê mîna 'pirsgirêkek ewlehiya neteweyî' hewaleyê şer û mîlîtarîzmê kir. Di vê xalê de beşdariya jinê ya pêvajoyê, beşdariya wan a bi nasnameya xwe ya jin û rêxistinbûyînê, şêwazekî mudaxeleyê ya li dijî mîlîtarîzm û zayendperestiya civakî ya ku şer derxistiye holê ye."
‘Cihgirtina jinê ya di pêvajoyên muzakereyê de ji aştiyê re pênaseyek nû tîne’
Nesrîn Akgul, destnîşan kir ku şer ne tenê bi çekan tê kirin, bi rêbazên cuda jî tê meşandin û wiha axivî: "Mînaka herî berbiçav komkujiyên jinan e. Ev şerekî aşkera ye." Nesrîn Akgul a got beşdariya jinê ya pêvajoyên muzakereyê ji aştiyê re aliyek din dide qezenckirin, axaftina xwe wiha domand:
"Ger em dixwazin civakê ji nû ve ava bikin, divê em bi çareserkirina hişmendiyên pirsgirêkdar dest pê bikin. Ji cîhanê mînak nîşan didin ku dema jin beşdarî pêvajoyên muzakereyê dibin, şert û mercên avakirina civakî tên afirandin. Me wek Tevgera Jinên Azad, vê yekê xist rojeva xwe; ji bo jin beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibin, temînatên hiqûqî şert e. Ji ber ku qanûn û makezagon zîhniyeta dewletek nîşan didin. Makezagona heyî, xwedî avahiyek mêranî ye ku malbat û mêran diparêze. Dema em li Kurdistanê aştiyê ava dikin, me pêşengtiya îradeya jinê esas girt. Birêz Abdullah Ocalan jî, ji bo çareseriyê pêşengiya jinan mîna îradeya bingehîn danî holê. Siyaseta me ya ji bo çareseriyê vî tişta datîne holê; Ya yekem rêxistinkirin, ya duyemîn bi guhertina makezagona mêranî, mîlîtarîst û zayendî ya dewletê û bicîhanîna rêziknameyên qanûnî yên ku normên gerdûnî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî vedihewîne. Guhertinek hiqûqî ku him van norman diparêze û him jî bi rastiyên heyî re li hev dike, bûye hêmana herî bingehîn a rêbaz û amûrên muzekereya me."
‘Mafê hêviyê mafê jiyanê dide civak û jinan’
Nesrîn, balkişand ser gavên ku divê dewlet di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de bavêje û diyar kir ku têgeha "mafê hêviyê" bingehek sosyolojîk û siyasî ye. Nesrîn got ku:
"Mafê hêviyê ne tenê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê an jî başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan ve sînordar e. Mafê hêviyê, tê wateya piştî şer dayîna mafê jiyanê ya ji bo civak û jinan. Ev derketina hêviyê çareserî û parastina mafê jiyanê ye. Abdullah Ocalan vê yekê dike rêgezek û dibêje; 'Ez rêgeza hêviyê ji bo jinan bipêş dixim’. Mîsogerkirina jiyankirina jinê ya bi azadî, bi rûmet û bi rêgezên demokratîk, li hember hemû şeran tê wateya dayîna mafê jiyanê yê ji bo jinan."
‘Îhtîmala bidestxistina azadiya jinê, veguherî rêgezek hêviyê’
Nesrîn Akgul, got: “Ev pêvajo rêgeza jiyan û jiyankirinê bingeh digre û bingeha tevgera jinê ya li herêma Kurdistanê pêk tîne. Di seranserê şerê 52 salan de, jinan bi gotina "Em li vir in" hebûna xwe û yekparebûna rêgezên xwe îspat kirin. Li Rojavayê Kurdistanê, ev komên rêgez û nirxan rewşekî şênber girt; azadiya jinê ne tenê bû mafek, bû rêgeza hêviyê jî. Jinan mîna hêzek pêşeng a mîlîtan ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û avakirina aştiyê têkoşiyan û di vê pêvajoyê de têgeha "mîlîtantiya jinê" afirandin. Azadî û rêxistina jinê, him di şer û him jî di veguherîna civakî de rolekî navendî lîst. Îro di ronahiya van nirxan de, jin diyar dikin ku aştî dê were damezrandin, wekheviya civakî û azadî wê bê bidestxistin û ev rêgez ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo mirovahiya li seranserê cîhanê jî mînakek girîng nîşan dide.”
‘CHP xwe li derveyî pêvajoyê digre’
Nesrîn Akgul, da zanîn PKK’ê ji bo di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de derbasî qonaxa duyemîn bibe, gavên pêwîst avêt û wiha axivî: “Lê belê, pêvajo rastî gelek astengiyan tê û bi taybetî biryara CHP’ê ya neşandina şande ya ji bo Îmraliyê bandorek neyînî dike. Ev biryara CHP’ê gavek e ku pêvajoyê paşve dixe û hêza wê ya çareserkirina rewşê asteng dike ye. Di nava kesên ku biryar girtin de Kurd û jinên ji vê erdnîgariyê hene, lê belê bi vê temsiyetê çarenûsa erdnîgariyê nayê diyarkirin. CHP’ê bi beşdarnebûna pêvajoyê, îradeya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan neda, li pey hesabên hikûmetê yên rojane dibeze û di xeta şer de israr dike.”
Karakterê demokratîk ê pêvajoyê
Nesrîn Akgul, balkişand ser girîngiya entegrasyona hêzên gerîla ya ji bo karaktera demokratîk a pêvajoyê, guherînên hiqûqî û beşdariya jinan a pêvajoyê û wiha got: "Mase dilerîze, pirsgirêka dev jê bernedana masayê, ya hêzên muzakere dikin e. Ev îrade pêvajoyê karekterîze dike.”
‘Em ê bi dirûşma 'Bijî û Bide jiyankirin” li her qadê bin’
Nesrîn Akgul, diyar kir ku jin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî de, li dijî tundiyê û daxwaza azadiye daketine kolanan û bi van gotinan dawî li axaftina anî: "25’ê Mijdarê ne tenê gotina 'raweste' ye, îradeya hilberandina çareseriyan e. Wekî TJA’yê me atolyeyan da destpêkirin; çareseriya tundiyê jî heye. Em ê bi dirûşmeya 'Bijî û Bide Jiyankirin li her qadê bin. Jina ku bi îradeya jina azad derdikeve kolanan, dikare bihara jinek bide afirandin."