Nêrînek kurt ji bo dirûşmên Kurdî ku destekê didin Rojava
Di siyaseta kolanên Rojhilata Navîn de, ziman gelek deman, bi xîtabeta dûrxistin û mirinê tê binavkirin. Li hemberî vê diruşmên Kurdî vegotinek din ava dikin û balê dikişinin ser jiyan û parastina nasnameyê.
ŞÎLAN QAZIMXANÎ
Navenda Nûçeyan- Di dîroka siyaseta kolan û protestoyan a li Rojhilata Navîn de, dirûşm gelek deman bûye zimanê hêrs, dûrxistin û nefretê. Dirûşma ‘mirin’ ne tenê rêbaza nîşandana hêrsê ye, di heman demê de çarçoveyeke ku şekil dide awayê fêmkirina siyasetê û hilberandinê ye. Siyaset di vê çarçoveyê de, li ser avakirina dijmin û tunekirina yên din wate qezenc dike. Hêrsa ku bi nêzîkatiya dûrxistinê îfade dike û rê li ber derxistina psîkolojiya ku tenê tundî, êrîşkirin û zêdekirina heqaretê vedike. Xeta daxwaz û protestoyê berovajî dikin, vediguherîne hesabên şexsî û pêşandana hêzê. Di heman demê de riya diyalogê di xitimîn an jî hunera guhdarkirinê de bêwate dikin. Ev ceribandin, protestoyên îro li Îranê û piştî qetilkirina gel, li derveyî sînor, dikarin werin şopandin.
Di nava vê tabloyê de, dirûşmên Kurdan nîşan didin ku li Îran, Tirkiye, Sûriye û bi taybetî di Rojava de riyeke cuda şopandine. Di şertên bi krîz û şer de, zimanê dirûşmê, zêdetir ji baldayîna ser navenda mirinê erênî, parêzvanê nasname û jiyanê ye. Ev cudahî ne tenê tesaduf û taktîkî ye. Kevneşopiyeke dîrokî, jiyana kolektîf û ji tunekirina siyasetê zêdetir xwe dispêre etîka siyasî ku li ser hebûnê bi nav dike.
Siyaseta bê mirin: Tercîhek bi hişmendî
Di nava Kurdan de nebûna dirûşmên neyênî û tunekirin an jî lawazbûn, ji nîşaneya nermbûnê zêdetir, encaman, bi mirina rast re demdirêj bi hev re bijîn. Civakek ku qirkirina Enfalê, êrîşên kîmyewî, zexta sîstematîk û îmhaya fîzîkî dîtiye, mirinê weke dirûşm ji nû ve hilnaberîne. Ji ber ku mirin jê re ne metaforek e, bîranînek zindî ye, amûra tunekirin, zorîkirina bêdengiyê ye. Di vî alî de daxwaza Kurdan a dîrokî, ji vê tunebûnê û bêdengiyê bi awayekî hişmed dûr dikeve. Ew ev bi dehan salan e ji bo ‘hebûn’ ‘mayîna hebûnê’ û ‘jiyanê’ têdikoşin.
Ji ber vê di vê kevneşopiyê de protesto, di rewşa heyî de ne redkirin e, di heman demê de hewldana asoyeke alternatîf ava bike. Divê ev jî were bibîrxistin ku di siyaseta Kurdan de nebûna dirûşmên navenda wan mirin, nayê wateya ku sînorên exlaqî nîn e. Di kevneşopiya dirûşmên Kurdan de mînakek tê zanîn heye; ‘Ji xiyanetê re mirin’ li vê derê mirin ne di bingeha mirov de ye, der barê fiîlî de ye. Ne mirovên ku hatin dûrxistin, çalakiya ku girêdana koletîf diqetîne ye. Ev a nazik û cih diguherîne, siyaseta Kurdan dema asoyê tîne ziman jî ji mantiqa jiholêrakirina mirovan dûr ketiye û ne hebûna daraza exlaqî nîşan dide ku berê xwe daye çalakiyê.
Di heman çaroveyê de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan, terorîst Colanî’ di demên dawî de tê fêmkirin. Li vê derê li cihê daxwaza zimanê îtiraz û mirinê, berpirsên tundiyê li kiryarên şênber bar dike. Terorîzm di vî alî de ne etîketeke hestiyar, tundiya rêxistinî, hêzên wekîl û hedefgirtina sivîlan, binavkirina poltîkayên ku weke amûra desthilatdariyê tê bikaranîn e. Bi vî awayî dirûşmên herî hişk jî di kevneşopiya Kurdn de ji mantiqa tunekirina biyolojîk dûr dikeve û balê dide ser eşkerekirina pargala tundiyê.

Li hemberî vê, dirûşmên wek ‘Jin, Jiyan, Azadî’ an jî balkişandina ser azadî, rûmet û jiyana bi hev re, siyasetê ji asta bertek a hestiyariyê dibe asta fêmkirinê. Ji ber vê di zimanê Kurdan de berxwedan jî gelek deman weke parastina jiyanê tê binavkirin. Ne tunekirina hinekên din e.
Rexneyên li hemberî dirûşmên Kurdî di nav tevgerê û derve de
Dirûşmên Kurdî, bi taybetî di deh salên dawî de, tenê îlham nedane tevgerên civakî yên li herêmê, di heman demê de bûne mijara rexne û nîqaşan. Ev rexne ne yek tîp in, beşek jê di nava civaka Kurd de, beşek jî ji aliyê dewletê, aliyên reqîbên siyasî yan jî medyaya alîgir ve anîne ziman. Lêkolîna van rexneyan, berovajî dirûşmên Kurd, ne tenê îfadeya hestiyar e, nîşan dide ku qada têkoşîna wate û siyasetê ye.
Li gel vê ev kevneşopiya zimanî ne bê rexne ye. Beşek girîng a rexneyane yên dijî Kurdan, rasterast ji nava tevgera Kurdan hat. Hinek aktivîst û analîst, bi taybetî cîhanîbûna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hişyariya ku ji girêdana dîrokî û siyasî qut bikin û naveroka wê vala bikin kiribûn. Li gorî vê nêrînê, ew dirûşm, rasetrast ji ceribandina şênber cuda dibe, dibe peyvek xweş lê notr, dikare were dubarekirin, lê belê ji hêza xwe ya sereke a azadiyê bê par dibe.

Li gorî hinek alnalîstên Kurd, medyaya navneteweyî û beşên siyasî yên ne Kurd dirûşmên wek ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di asta kûrewî de pêşkêş dike, koka Kurd bi awayê hişyarî yan ne hişyarî jê dibe. Di van vegotinan de dirûşm, tepisandina civaka Kurd, berxwedan û ceribandina wan bi bîr naxe, dike têgînek gerdûnî. Li gorî van rexnegiran, ev jêbirîna sembolîk, awayekî mêtingeriya çandî ye. Bikaranîna berhema têkoşînê lê belê nenaskirina bingeha wê têkoşînê ye.
Rexneyeke din jî ji beşên siyasî yên radîkaltir tê. Li gorî vê nêrînê, dirûşmên erênî dijmin baş pênase nakin û ji ber vê jî hêzên wan ên seferberiyê sînordar in. Li hemberî vê kevneşopiyê Kurdan bersiveke dîrokî dane. Siyaset her dem bi kînê bi hêz nabe. Hinek deman bi wate mayînde dibe.
Li aliyê din dewletên li herêmê jî dirûşmên Kurdî ne wek îfadeyeke siyasî ya rewa, wekî gefa ewlehiyê dîtine û tepisandine. Ev bertek, nîşan dide ku dirûşmên mirin jî neqêriyane, dema daxwaza jiyan û rêveberiya xwe dikin, ji bo sazumaniya otorîter çiqas bi xetere.

Rojava û zimanê piştevaniyê: Îro xwendina hinek dirûşman
Geşedanên dawî yên li Rojava, bûye ezmûnek cidî ya vê kevneşopiya ziman. Tevî şer, zilm û xwînê, dirûşmên îro, nîşan didin ku mantiqa erênîkirinê hê li ser lingan e.
“Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e”, ev dirûşm rasterast bersiva polîtîkayên parçekirinê yên bi dehan salan e. Yekîtiya di vir de, nayê wateya yektîpî yan jî tunekirina cudabûnan e, hevpariya çarenûsa dîrokî îfade dike. Sînoran ne bi tundiyê, di asta wateyê de lêpirsîn dike.
‘Rojava Rojhilat e’, ev îfade, Rojava ji erdnîgariyeke dûr, dike ceribandinek havper. Wateya wê eşkere ye. Çarenûs ji hev ne cuda ye. Tiştên li Rojava ne pirsgirêkek xwecihî û dawî ye, parçeyeke bîra hevpar û asoyê ye.
‘Em Kî ne? Kurd in’, ev diruşme, tevî sadebûna xwe, barê kûr ê hebûnê hildigre. Li herêmeke ku nasnameya Kurd bi dehan salan hatiye înkarkirin, tepisandin û bûye pirsgirêka ewlehiyê pirsa ez Kî me? Ne notr e, pirseke siyasî ye.
Bersiva Kurd im jî ne îlana serweriyê ye, ne jî redkirina yên din e, mafê kesê binavkirina xwe bigre ye. Di aliyê ku bi caran nasnameya wan hat înkarkirin, ev bersiv bi serê xwe çalakiyeke siyasî ye.
Li gel van dirûşman, nebûna îfadeya ‘Bila mirin be’ bi wate ye. Di kêliyên gef û tundiyê de jî zimanê protestoyê berê xwe nade tunekirina kesên din. Balê dikşîne ser dilsozî, hebûn û jiyana hevpar. Ev tercîha zimanî, teyîsîna têgihîştineke siyasî ye. Di nava êşê de, li cihê ji nû ve hilberandina mirinê, siyasteke xwedî daxwaza jiyanê ye.
Dirûşmên Kurdî, bixwazî di rexne û pesindayînê de, an jî di qada rast a kolanan de, nîşan didin ku awayekî din ê siyasetê gengaz e. Di vê şêweyê de protesto ne tenê qêrîna hêrsê ye, hewldana qezenckirina jiyana kolektîf e. Belku ji ber vê, di siya şer û gefan de, ev dirûşme ji qêrîna dawiyekê zêdetir, di hebûn û domandina jiyanê de îsrar dike.
