Nêrgiz Mihemedî: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
Çalakvana mafê mirovan a xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, diyar kir ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî hê jî zindî ye û got: “Baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye.”

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê mirovan a xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, diyar kir ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî hê berdewame û got ku baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye.
Nêrgiz Mihemedî, di hevpeyvîna xwe ya di Ajansa Navneteweyî ya Îranê de, destnîşan kir ku Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" hê jî zindî ye û guhertinek mezin di civakê de afirandiye.
Nêrgiz Mihemedî, wiha got: “Ev şoreş, encama hêz û berxwedana gel û jinan e. Zindîbûna Şoreşê dikarin di demarên civakê de bibînin. Ne şerte ku welatî bi berdewam li kolananbin û xwepêşandan lidarbixin, bi şêwazên cuda jî nerazîbûn li dijî desthilatê nîşan didin û Şoreş berdewam dibe.”
Nêrgiz Mihemedî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye ku hebûna jinên bê serpoş nîşana lewaziya desthilatê ye.