Nêrgis Mihemedî ji bo Girtîgeha Zencanê hate veguhestin
Parêzerê Nêrgis Mihemedî Mistefa Nîlî, ragihand ku muwekîla wê ji girtîgeha Meşhedê ji bo girtîgeha Zencanê hatiye veguhestin û diyar kir ku Nêrgis Mihemedî ji ber êşkenceyê sergêjî pêre çêbûye û çavên wê lewaz bûne.
Navenda Nûçeyan – Parêzerê Nêrgiz Mihemedî Mistefa Nîlî, têkildarî rewşa muwekîla xwe li ser patforma X’ê peyamek parve kir. Parêzer Mistefa Nîlî, eşkere kir ku xelatgira Nobelê Nêrgis Mihemedî ji girtîgeha Meşhedê ji bo girtîgeha Zencan hatiye veguhestin.
Parêzer Mistefa Nîlî, diyar kir ku di dema binçavkirina Nêrgis Mihemedî de tûndî li beramberî wê hatiye kirin. Her wiha di dema îfadegirtina wê de jî zext û îşkenceyek zêde lê hatiye kirin. Ji ber îşkenceyê sergêjî pêre çêbûye û çavên wê lewaz bûne.
Nêrgis Mihemedî, yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala 2023’yan ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.
Di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.
Roja 8’ê Sibatê Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhedê bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî dewletê’ 1 sal û nîv cezayê girtîgehê li Nêrgis Mihemedî birî.