Neam Bedel a fermana 74’an jiya: Em ê keda PKK’ê jibîr nekin

Neam Bedel ku di dema fermanê de hatina gerîlayên PKK’ê dît, anî ziman ku bi hatina 12 siwariyan a di rojên teng û qirkirinê de gerîla nas kirine û got: “PKK’ê ji bo hemû gelên bindest şer kir. Em ê keda PKK’ê jibîr nekin.”

ROJÎN HEBABÎ

Şengal – Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û di 12’ê Gulanê de jî biryara rawestandina têkoşîna çekdarî ragihand. PKK’ê di tevahiya têkoşîna xwe ya 50 salan de li çar aliyên Kurdistanê û her deverê cîhanê guhertinên di asta şoreşê de pêk anî. Bû dil û fikrê welat, netew û gelekî ku hat înkarkirin, di bin gefan de hatiye hiştin û bawerî û çanda wê di bin pençê qirkirinê de hatiye hiştin. Bi têkoşîn û bedêlên ku da, rih da civaka Êzidî ya ku dihat xwestin bi fermanan bê tunekirin.

12 hezar pêşmerge û 7 hezar leşkerên Îraqê reviyan

Civaka Êzidî di demeke ku 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 7 hezar hêzên Îraqî li Şengalê bûn, di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, Fermana 74’an jiya. Jinên Êzidî yên ku beriya vê jî 73 fermanan jiyan kiribûn, bi Fermana 74’an bedêla herî mezin dan. Hêzên ku qaşo ji bo parastina Şengalê li herêmê bi cih bûbûn, xwestin bi Fermana 74’an jî qirkirinê ji nû ve bi civaka Êzidî bidin jiyîn. Lê vê carê hedef bi temamî tunekirina baweriya Êzdatiyê ya kokê Kurdan e û civaka Êzidî bû.

12 siwariyên Derwêş

Di nav plangeriya qirkirinek bi vî rengî de, 12 gerîlayên PKK’ê berê xwe dan çiyayê Şengalê. Bi hemû hêza xwe li hemberî qirkirina ku dihat xwestin civaka Êzidî bê tunekirin, rawestiyan. Civaka Êzidî ji wan re got ‘12 siwariyên Derwêş’ û bawerî dan rihê têkoşîna PKK’ê. Hevdîtina mezin a dîrokê, ber bi azadkirina Şengalê ya ji DAIŞ’ê û avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ve çû. Piştî ku Şengal bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, di sala 2018’an de gerîlayên PKK’ê ji Şengalê vekişiyan çiyayên Kurdistanê. Civaka Êzidî ya ku bi naskirina gerîlayên PKK’ê hêza xwe ya xweparastinê ava kir, bi paradîgmaya civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêz û vîna xwe mezin kirin.

Neam Bedel a ku Fermana 74’an jiyaye, şahidî ji êşên ku civaka Êzidî jiyaye re kiriye. Neam behsa gerîlayên PKK’ê yên ku ji bo parastina civakê berê xwe dan Şengalê kir.

Serpêhatiya fermanê

Neam Bedel roja ferman destpê kir, ji bo nekevin destên çeteyan bi malbata xwe re berê xwe dide çiyayan û 7 rojan li çiya dimînin. Bi meşê derbasî Serdeştê dibin. Piştî dîtin û naskirina gerîlayan, tevî malbata xwe biryar dide ku beşdarî hêza parastinê bibe. Kurê wê Fedakar Şengalî jî di dema fermanê de ji bo parastina axa xwe tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dibe. Lê Fedakar piştî rizgarkirina Şengalê ji bo pêkanîna xeyalên xwe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Fedakar di sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dide.

Naskirina gerîlayên PKK’ê

Dayîka Neam di berdewama axaftina xwe de behsa dîtin û naskirina gerîlayên PKK’ê kir. Neam Bedel anî ziman ku di sala 2014’an de gerîla û PKK’ê nas kiriye, heta wê demê jî navê gerîla û PKK’ê nebihîstine. Dayîkê bi van hevokan dest bi nasîna xwe ya gerîla û PKK’ê kir: “Me di sala 2014’an de PKK’ê nas kir. Qaşo gelek hêz li vir hebûn, bi navê qewetên leşkerî digotin em ê piştevaniya we bikin û we biparêzin. Ew dem parastina me ne ji hêzên Êzidî bû. Êzidiyên hebûn jî, di bin emrê wan de bûn. Di bin emrê dewletê de bûn, wan çi bigotana wisa dikirin. Di 10’ê Hezîrana 2014’an de hêzên hikûmeta Îraqê hemû sînor berdan û DAIŞ’ê piraniya Îraqê dagir kir. Heta 3’yê Tebaxa 2014’an derdora hemû Şengalê dorpeç kiribûn. Tenê derbasî Şengalê nebûbûn. Amadekariyên xwe dikirin, xwe bi cih dikirin, ji derdorê alîgirên xwe perwerde dikirin ku êrîşî Şengalê bikin.”

’12 hezar pêşmergeyan guleyek neteqandin’

Neam Bedel destnîşan kir ku hêzên beriya fermanê qaşo ji bo parastinê li herêmê bûn, reviyane. Dayîka Neam bi van gotinan behsa wan kêliyan kir: “Dema 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin, 12 hezar pêşmerge li vir bûn. Hemû reviyan. Tiştek li Şengalê nekirin, guleyek jî bernedan. Şengalê teslîmî DAIŞ’ê kirin. Me wiha PKK’ê nas kir. Di rojên zor û zehmet, di rojên teng û qirkirinê de. Ji qirkirinê pê ve tiştek nemabû. Plana wan ew bû ku kesek bi navê Êzidiyan nemîne. Şengalê ji Êzidiyan xalî bikin. Bi mudaxeleya gerîlayên azadiyê ev planê wan bi ser neket. Gerîlayên ku hatin Şengalê û ji bo Şengal tiştek kirin, em spasiya wan dikin. Yên ku şehîd ketin em wan jî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin, ên ku hene jî em hêvî dikin rojên xweş bibînin.” 

‘Şengal bi keda wan ava bû’

Neam Bedel anî ziman ku ew deyndarê şehîdên weke Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Medya Egîd in. Dayîkê got ku “her sê şehîd jî di rojên destpêkê yên fermanê de parastina civaka Êzidî kirin. Perwerdeyên leşkerî dan keç û xortên Êzidî” û wiha pê de çû: “Di rojên teng de hatin, keç û xortên Êzidî perwerde kirin, rakirin ser piyan û gotin ‘êdî ji bo xwe têbikoşin em ê piştevaniya we bikin.’ Ji keç û xortên Êzidî hêzên leşkerî ava kirin. Keç û xortên Êzidî ji wê rojê vir ve çi êrîş û planên li hemberî Şengalê hebe li hemberî van têdikoşin û vala derdixin. Bi saya Xwedê û fikrên ku ew gerîlayên egîd û qehremanan dane wan. Heta dawiyê em deyndarên wan in. Em ne rojekê di her rojê de wan bi bîr tinin û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînin. Sersaxî ji malbat, gelê Kurdistanê û Êzidiyan re dixwazin. Gerîlayên ji çiya hatin Şengalê pêşiya fermanê girtin, Şengalê rizgar û ava kirin. Ev sazî û dezgehên li Şengalê ava bûne bi keda wan ava bûn.

‘Wan ew fikir ji Serokatî girtibûn me jî ji wan girt’

Dayîka Neam bi gotina “Wan ew fikir ji Serokatî girtibûn me jî ew fikir ji wan girt” behsa destpêka hişyarbûna xwe kir û wiha berdewam kir: “Heta niha Şengal xwe bi xwe bi rê ve dibe. Bi saya ked û xwêdana wan e. Pêwîst e her mirov vêya li ber çavan derbas bike û bêje yên ku li Şengalê zor û zehmetî dîtin kî bûn? Gerîla bûn. Bi wan re zarokên me tevlî refên YBŞ’ê bûn, heta serê çiya çûn û li çiyayên azad şer kirin. Hinek ji wan li gorî pêwîstiyan vegeriyan Şengalê, lê hinek ji wan jî gotin tu ferq û cudahiya axa Şengalê û Kurdistanê nîne û li wir man. Em jî dibêjin Kurdistan Şengal e û Şengal Kurdistan e. Bi vî awayî zarokên me heta çiyayên Kurdistanê çûn û şehîd bûn. Em bi şehadeta wan serbilind in. Em dibêjin pêwîst e tu dayîk ji ber şehadeta wan dilê xwe nehêle. Ew jî ji Egîd Civyan, hevalê Dilşêr û hevala Medya ku şehîd ketin, ne çêtir in. Bi van hevalan re mil bi mil têkoşîn meşandin, perwerde dîtin, şer kirin û Şengalê rizgar kirin.”  

‘PKK’ê ji bo hemû gelên bindest şer kir’ 

Neam bal kişand ser biryara PKK’ê ya rawestandina têkoşîna çekdarî û fesihkirinê û wiha domand: “Rast e gerîla naxwaze şer çêbe. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Pêwîst e lihevhatinek, hevgirtinek tifaqek çêbe. Bi tifaqê gel dê bighe azadiyê. Ev 50 sal in PKK ji bo ku gelê bindest bighîje mafên xwe, ne tenê li axa Kurdistanê li her derê şer dike. Em jî dixwazin bi banga Serokatî û bi kongreya PKK’ê re her kes bighîje mafên xwe, keda gerîla û şehîdan vala neçe. Tevî banga Serokatî û kongreya PKK’ê jî, em dibînin hê jî dewleta Tirkiyeyê ji bo aştiyê tu gav neavetiye. Tiştê pêwîst ku PKK dixwaze, pêk neanîne. Heke Tirkiye tiştên pêwîst pêk bîne, pêwistî bi çekê jî namîne. Dê her civak bi destên xwe parastina xwe bike. Civakek bê parastin nabe. Mînak, 74 ferman bi serê gelê Êzidî ve hatin. Ev ne tiştekî biçûk e ku tu derbas bibî, 74 ferman zehmet e.”

‘Em ê tiştên ku PKK’ê ji bo me kir jibîr nekin’

Neam Bedel a ku got “Her 10 salan carek fermanek dihat serê me lê civaka me di fermana 3’yê Tebaxê de li ber xwe da”, anî ziman ku niha hêza wan a xwe parastinê heye û wiha domand: “Ji ber vê yekê îro hêzeke me heye. Wek gelê Êzidî bi hatina hêzên PKK’ê, HPG û YJA STAR’ê me ji fermanê dersek derxist. Zarokên me xwe perwerde kirin, xwe birêxistin kirin. Niha hêzên me yên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hene, hemû hêzên me ji zarokên me pêk tên. Em naxwazin tu hêz parastina me bike ji derveyî zarokên me. Ji ber ku berê jî hêzek hebû qaşo parastina me dikir, lê roja fermanê em di nava destên DAIŞ’ê de hiştin. Hê jî gorên komî tên dîtin, hemû bermahiyên wê demê me. Bi hezaran keç û zarok hê jî di destên DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Çeteyên DAIŞ’ê çûne ku derê jin û zarokên Êzidî jî bi xwe re birine û bi vî awayî li hemû cîhanê belav bûne. Çima yek ji wan hêzên qaşo Şengalê diparastin xwedî li jin û zarokên Êzidî derneketin? Ji derveyî PKK’ê. PKK’ê bi sedan zarok û jinên Êzidî ji Kampa Holê, ji Sûriyeyê anîn teslîmî malbatên wan kir. Ji bo vê yekê şehîd jî dan, birîndar jî bûn. Em van tiştan tu carî ji bîr nakin.” 

‘Mam Zekî heta kêliya şehîd ket ji bo hevgirtina Êzdiyan têkoşiya’ 

Neam Bedel îşaret bi fermanên ku bi serê civaka Êzidî ve hatine kir, hewldana Mam Zekî ya çêkirina tifaqa Êzidiyan bi bîr xist û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “74 ferman ne tiştekî hêsan e û me jê ders girt. Êdî em ne Êzidiyên 10 sal berê ne. Niha çi êrîş çêbin em dikarin li hember bisekinin. Bi saya Xweda û fikr û felsefeya Serokatî, perwerdekirina hevalên gerîla ku zarokên Êzidî perwerde kirin û tifaqa Mam Zekî ku li Şengal çêkiriye. Mam Zekî heta saeta şehîd ket jî ji bo tifaqa Êzidiyan, ji bo Êzidî bi hev re li hemberî êrîşan li ber xwe bidin parastina xwe bikin, têkoşîn meşand. Mam Zekî stûna Êzidiyan bû, bi taybetî ya Şengalê. Mam Zekî di sala 2014’an de ji çiyayên azad hat Şengalê û civakê ji hêla fikrî ve perwerde kir. Wî pêşengî ji avakirina sazî û dezgehên me, Rêveberiya Xweser re kir. Bi saya fikrên Serok Apo, şehîdên PKK’ê û hemû şehîdan û hewldanên Mam Zekî heta niha bi îradeya xwe gelê Şengalê xwe bi rêve dibe.”