‘Ne zanist bikar anîna avê wê nifşên pêşerojê ber bi karesetek ve bibe’
Midûra berê ya Navenda Lêkolînê ya Enerjî û Avê ya Neteweyî ya Mexribê Laila Mandî, da zanîn ku bikaranîna bê pîvan û îsrafkirina avê, wê ji bo civakê bibe zirarek mezin û diyar kir ku nifşên pêşerojê wê bi karesetek re rû bi rû bimînin.
RAJA KHAYRAT
Mexrib - Saziyên hawirdorê û civaka sivîl ên Mexribê, ji ber hişkesaliya heyî di her firsendê de daxuyanî didin û hişyarî dikin. Dema hişkesalî bi awayekî zêde bandorê li zeviyên çandiniyê dike, di vê rewşê de cihêrengiya biyolojîk jî zirarê dibîne. Gel li dijî hişkesalî û qeyrana avê ku yek ji rojeva serekê ya Mexribê ye, ji rayedaran dixwazin tedbîrên cidî bigrin, ji ber ku êdî ji qeyranên aborî jî bi awayek cidî bi bandor dibe. Midûra berê ya Navenda Lêkolînê ya Enerjî û Avê ya Neteweyî ya Mexribê Laila Mandî, der barê tedbîrên ku rayaderên Mexribê girtine, helwesta gel û tiştên divê li dijî qeyranê bên kirin de ji ajansa me re axivî.
*Li Mexribê ji bo teseruf û kêmkirina bikaranîna avê girtina hemaman a hefteyê sê rojan jî di nav de hinek tedbîr hatin girtin. Hûn tedbîrên ku hatine girtin çawa dinirxînin?
Tedbîr, li dijî qeyrana qeyrana avê ya îro dijîn û heyamên hişkesalî ya li pey hev tên hişyarî û di heman demê de tedbîrek e. Pêwîstiya me heye ku hemwelatî bigihîjin ferqa parastina çavkaniyên avê û ger ev neyê misogerkirin em ê bi qeyranek avê ya ku bi xwe re aloziyek mezin bîne rûbirû bimînin. Em di salên pêşiya xwe de di bin gefa bêavbûnê de ne. Em dibînin ku li qadên wek şûştina wesayîd, paqijkirina malan û avdana baxçeyan de zêde av tê îsrafkirin. Ez bawer dikim tedbîrên ku ji bo zêdekirina hişmediyê ya têkildarî qeyrana avê ya ku welat dijî tên girtin, gelek girîng in.
*Hûn polîtîkaya rêveberiya çavkaniyên avê ya heyî çawa dibînin?
Polîtîkaya birêvebirina avê ya pêwîstiya me pê heye, ger em dixwazin çavkaniyên avê biparêzin û bi taybetî ji bo pirsgirêka hişkesalî ku tevahiya herêm dijî çareseriyek dimînin, pêwîstî nêzîkatiyek tevlibûnê ya ku hemwelatî, dewlet û aktor bi hişmend û berpirsyarî tevli dibin heye. Ji ber guherîna avhewayê di mehên Çile û Sibatê de germahiyên ku nehatine dîtin hatin tomarkirin û ger ev rewş wiha berdewam bike, em ê di salên pêşiya xwe de ava vexwarinê nebînin.
*Hinek kes difikirin ku sektora çandiniyê çavkaniyên avê hîn zêdetir îsraf dike. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Belê, rast e ji sedî 80 qadên çandiniyê sektora ku herî zêde çavkaniyên avê bi kar tînin e. Ez difikirim stratejiyek ku Mexrib têkildarî kêmkirina mîqdara avê ya di qada çandiniyê de, dipejirîne heye. Hin berhemên çandiniyê yên wek zebeş ku pir tên mezaxtin hatin qedexekirin. Li hinek qadên ku bin metirsiya hişkesaliyê de ne, alternatîfek din hatin bikaranîn. Heman tişt ji bo avokado jî derbasdar e, ez van tedbîrên dibînim. Ev pêwîstiyek e, ji ber ku bi şert û mercên ziwabûnê re guncaw e û ji bo kêmkirina zêde bikaranîna ava bin erdê tevkarî dike. Her wiha ji ber ku hinek cotkar di qada avdanê de baweriya xwe bi bikaranîna rêbazên teknîkên modern naynin, pirsgirêka bikaranîna rêbazên avdanê yên kevneşopî berdewam dike. Li vir teknîkên ku bikaranîna sînordar a avê li ber çavan digre hene û divê ev jî bi hewldanên hevpar bê teswîqkirin.
Divê lêkolînên zanistî yên ku bikaribin ji bo darên fêkiyan avê peyda dikin, bên teşwîqkirin. Dema hişkesaliya ku herêmê diçewisîne li ber çavan were girtin, herî girîng jî paqijkirina ava bermayî û ji nû ve bikaraîna vê ya di avdaniyê de, qadên kesk an çandiniyê de divê em li çavkaniyên din ên avê jî bigerin. Divê weke Herêma Souss-Massa ku bi tunebûna çavkaniyên ava binê erdê tê zanîn, li hinek herêmên di bin gefa hişkesaliyê de ne tedbîrên pêwîst bên girtin. Li Chtouka Ait Baha tesîsa paqijkirina ava deryayê hat avakirin. Ev tesîs çi di çandiyê de û çi di ava vexwarinê de be, ji bo çareseriya pirsgirêka qeleya avê dibe sedema alîkariyê.
*Tê diyarkirin ku li hinek deverên gundewarî bi çêkirina sondajan, bi awayekî girîng ji ava binerd sûd tê girtin. Gelo ev rewş bi prosedur û tedbîrên zagonî ve girêdayî ye?
Hat diyarkirin ku ji bo vekolandina bîrên avê pêwîstî bi ruxsatên ku ji aliyê Ajansa Hewzeya Avê ya Herêma Marakeş-Safiyê ve tên dayîn heye û ji ber vê yekê bêguman bîrên avê tên kontrolkirin lê ruxsata bîrên ku bi tesadufî tên kolandin û hejmara wan pir zêde ne nîn e. Ji prosedûrên dûr disekinin. Ez bawer dikin ku divê polîsên avê yên saziya navborî erka çavdêriyê pêk bînin û ez dibînim ku li vir çavdêrîkirin ji bo parastina çavkaniyên avê tedbîrek pêwîst û girîng e. Ez destnîşan dikim ku divê kesên vê yekê pêk naynin bên cezakirin.
*Navenda Lêkolînê ya Enerjî û Avê ya Neteweyî, li Mexribê ji bo kêmkirina xerckirina avê têkariyek çawa dike?
Li navenda ku girêdayî Zanîngeha Cadi Ayyad a Marrakech, bi gelemperî di qada pêşveçûnê de lêkolîn tên kirin. Di bunyeya navendê de hebûna ekîbên lêkolînê û di heman demê de perwerdekirina bijîşk û xwenvanên xwedî lîsansên bilind, di qada birêvebirina avê de li cihêkî girîng cih digre.
Li ser lêkolînên ku çareseriyên bi bandor li welatê me li ser ava ku sûd bide çareseriyê û pêkbîne di xebitin. Di nava van çareseriyan de safkirina ava bermahiyan û bandora berhemên çandiniyê jî hene. Xwendevanên navendê li ser lêkolînên ku teknîkên ekolojik pêşxistine di xebitin. Li eyaleta Al Haouz bi dû komên gund û di bunya zanîngehê de bi teknolojiyên ku hatine pêşxistin di qada safkirina ava bermahî dû hevkarî îmzakirin.
Bi vî awayî li aliyekê dîtina çareseriya pirsgirêka qirêjiya kanalizasyon, li aliyê din me serxist ku di çandiniyên nufus de çavkaniya ava were karanîn pêkbînin. Bêyî ku ziyanê bide tendirûstiyê pêşxistina vê teknolojiyê û ji bo çareseriya hişkesaliyê li herêmê bi komek gund li bajarê Kelaat El Sraghna em di pêvajoya hevkariyekê dene. Navend di heman demê de ava fabrîqa, şûndezivirandina bermahiyan, û di safkirinê de cardin were bi karanîn xebat tên meşandin. Di heman demê de di mijara wê di safkirinê de cardin were karanîn xebat tên meşandin. Di heman de me ji bo pêşxistina melzemeyên ku sûdê bide zêdekirina kalîteya ava safkirî û divê qadê de bi rêya weşandina lêkolînên zanistî de projeyên derbarê çandiniyê de hene. Piştre ji bo pêşxistina berhemên cotyaran, ji bo diyarkirina rêjeya ava pêwîstî pê heye zekaya çêkirî bi kartînin.
*Hinek welatî ji ber bawer dikin ku ava safîkirinê ne paqij e û bikaranîna teknolojiya ava qirêj paqij dike napejirînin. Hûn ê hemwelatiyên ku xwedî vê fikrê ne çawa îqna bikin?
Divê em bizanibin weke li Kalîforniya, Meksîka û welatên din ava beramhiyan paqij dikin û vediguherînin ava vexwarinê. Lê belê li Mexribê hê me ev yek bi ser nexistiye. Ava paqijkirî di avdana çandinî û qadên şîn de bi kar tînin. Divê dema ku çavkaniya avê ya binerd bi dawî bibe û ji bo rojane dubare nebe bi armanca vexwarinê bi kar bînin. Di bikaranîna rojane û paqijiyê de gelek îsrafa avê çêdibe. Ev ava paqij ku di paqijî û jiyana rojane de tên bikaranîn çareseriyên ku şertê bikaranînê diyar bike nîn e. Wê di pêşerojê de bibe sedema zirarek mezin û wê nifşên nû bi felekatê re rû bi rû bimînin. Ji bo kêmkirina vê bikaranînê divê hemwelatiyên jin û mêr bi awayek beşdarî û berpirsyar li ser çareseriyan bifikirin. Di vî aliyê de ji bo ji ava bîran di bingeha ava vexwarinê de bawer bikin divê li hemû qadên ku ava safkirî heye careke din were bikaranîn û li saziyên civakê tesîsên safkirinê hebe.
*Wê çawa pêşî li vê rewşê bigrin û riyên kêmkirinê kîjan in?
Li gorî ceribandinên min ên di vî alî de, lêkolînkirin êdî bi tena serê xwe têrê nake, îro bi hevkarên din re, bi rayedarên rêveberiya avê di sektora hikumetê de, serokên komên li qadên çolwar û xwedî şirkertên ku pê re eleqeder ez dibînim ku divê hevkarî werin kirin. Ev curbecuriya hevkariyê wê derfetê ji bo lêkolînerên ku li qadan dixebitin ava bike. Lêkolînên zanistî, av jî di nav de li qadên cuda proje û lêkolînên pêşxistin û divê di pêşxistinê de sûd bidin û li vê derê ajansa Akvaryum jî di nav de divê hemû aktor beşdarî pêvajoyê bibin. Ofîsa ava vexwarinê ya neteweyî û ofîsa herêmê ya veberanîna çandiniyê divê ji bo dîtina çareseriya cidî ya vê krîzê kêm bikin, pir bixebitin.”