'Ne rejîm ne jî hêzên biyanî jinên Îranî divê riya xwe bi xwe vekin'

Her çiqas qelsbûna rejîma zextkar piştî êrîşên li ser Îranê bi baş were dîtin jî welat dixe nava bêewlehiyê. Jinên ji Bakur dibêjin; "Ne rejîm ne jî hêzên biyanî divê alîkariyê bikin; jinên Îranî divê riya xwe ronî bikin."

 ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Îsraîl û DYE di sibeha 28’ê Sibatê de êrîşek li ser Îranê dan destpêkirin. Çalakiya tolhildanê ya Îranê şer gurtir kiriye û tevahiya Rojhilata Navîn aniye ber şerekî mezin. Êrîş di heman demê de dibin sedema mirina sivîlan.

Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser dibistaneke seretayî ya li Mînabê ya parêzgeha Hurmuzganê de 148 zarok hatine kuştin. Komeleya Heyva Sor a Îranê diyar kir ku di êrîşan de tenê di roja yekem de herî kêm 201 kes mirine, 747 kes jî birîndar bûne.

Ji 28’ê Sibatê ve, Îranê bi 1311 mûşekên balîstîk, mûşekên krûz û dronan gelek welatên Ereb hedef girtiye. Her wiha fikarên li ser girtiyên li Îranê zêde dibin ku di bin siya şer û pevçûnan de ye. Tê gotin ku şerê di navbera Îran, Îsraîl û DYA’yê de ji bo sivîlan gefek mezin çêdike. Zêdebûna êrîşan rewşa girtiyan xistiye xeterê.

Yek ji mijarên ku di civîna Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 2’yê Adarê de li Amedê pêk anî de hat nîqaşkirin, pirsgirêkên ku jinên li beşên din ên Kurdistanê bi wan re rûbirû dimînin bû.

Civîna ku bi dirûşma "Bi pêşengî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve" pêk hat, bi beşdarbûna jinên ji gelek paşxaneyên cuda, hat lidarxistin. Di civînê de, jinan li ser mijarên wekî "Polîtîkayên şerê qirêj ên li dijî jinan hatine pêşxistin, torên têkoşînê û yekîtiya neteweyî ya jinan li her çar beşên Kurdistanê" nîqaş kirin.

Jinan bal kişandin ser pêşketinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kirin ku ne polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê, ne jî destwerdanên Amerîka û Îsraîlê ji bo jinan çareserî nîn in, çareserî îradeya gel e.

Çalakvana mafên jinan  Ulug diyar kir ku êrîşên Îsraîl û Amerîkayê ji bo gelê Îranê çareserî nîn in û got: "Heke li welatê ku hûn lê dijîn zanist, azadî, qanûn û edalet tunebe, hûn nikarin bi ser bikevin û di vê rewşê de, dibe ku hûn alîkariya derve wekî 'hêviyê' bibînin. Dibe ku ji we re wekî tîrêjek hêviyê xuya bike û dibe ku hûn bixwazin wê bişopînin."

'Em hem li dijî pergalê hem jî li dijî destwerdana hêzên derve ne'

Ulug destnîşan kir ku Îsraîl û DYE pêşeroja gelan li ber çavan nagirin û got: "Helwesta me li vir ew e ku em li dijî herduyan derkevin, hem li dijî pergalê, zilm û zordariya wê, hem jî li dijî hêzên derve yên ku destên alîkariyê dirêj dikin lê di rastiyê de armancên wan ên din hene loma divê em ronahiya xwe bibînin û riya xwe ronî bikin. Jinên li Îranê jî niha hewl didin riyên xwe ronî bikin. Piştî van hemû tiştên qewimîn, ew dizanin ku welatek din, çandek din dê aştî û azadiyê neyne ji wan re."

'Divê em xwe ji siyaseta serdest a mêran veqetînin' 

Birgul Ulug destnîşan kir ku jin di gelek mijaran de, di serî de şer û tundî, xalên hevpar parve dikin û got: "Jin bi xwezayî li çareseriyê digerin. Ew bi zihniyetek çareserî nêzî pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin dibin. Lê belê mêr bêhtir desthilatdar in. Ew bi hêza xwe difikirin. Ji ber vê yekê, di siyasetê de xalên me yên hevgirtinê bi mêran re pir kêm in. Îro li cîhanê rêziknameyek baviksalar heye û jin, ji ber gelek sedeman, dikarin ber bi vê pergala desthilatdar-navendî ve biçin. Wekî jin divê em siyaseta xwe ji ya wan veqetînin. Ji ber ku nêzîkatiya me ji şer dûr e. Em bawer dikin ku em dikarin pirsgirêkan bêyî şer çareser bikin." 

'Divê jin meclîsên xwe ava bikin' 

Bîrgul Ulug girîngiya rêxistin û yekîtiya jinan tekez kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger em bikaribin siyaseta xwe, rêxistinên xwe yên jinan, polîtîkayên xwe biafirînin, em ê çareseriyan bi hêsanî bibînin. Weke jin, em li ser bingeha nijad, ziman, ol an baweriyê dabeş nabin. Ji ber ku pirsgirêkên me hemûyan hevpar in. Dema ku ez carekê çûm derveyî welat, min dît ku jinên li wir jî di nava lepên xizanî, tundî û destdirêjiya cinsî de asê mane. Tiştê ku divê em bikin ew e ku jin partiyên xwe ava bikin, meclîsên xwe ava bikin."

Songul Korkmaz a ji sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, diyar kir ku weke jinên Bakur  ew li kêleka jinên Rojava û Rojhilat ku di bin êrîşê de ne radiwestin.

'Jin di şer de hedefên yekem in'

Songul Korkmaz got: "Em her roj bi nûçeyên şer şiyar dibin. Rojhilata Navîn veguheriye qada şer, çembera agir. Weke jinên Bakur em bi rojeva 'em dikarin li dijî şer çi bikin' dicivin û me dest bi xeteke têkoşîn û rêxistinbûnê kiriye. Rewşa li Rojava û Rojhilat ji me jinan re vê yekê dibêje; jin di şer de hedefên yekem in. Tiştê ku tê hedefgirtin îrade, hişmendî û hebûna jinan e. Êrîşek li ser pergala jinên ku jiyana xwe dirêsin heye."

Songul Korkmaz bi bîr xist ku li Rojava şervanên jin û sivîlan hedef girtine û got: "Li Rojava şervanên jin ji bilindahiyê hatin avêtin û porê wan birîn. Peyama ku dixwestin li vir bidin ev bû; ger şerek çêbibe, ew ê bi jinan dest bi êrîşê bikin. Bêguman, em jin di vê pêvajoyê de bêdeng neman. Ger porê jinek hatibe birîn, me peyama ku bi milyonan hene, ev îrade heye, ev hişmendî zindî ye da."

'Divê jinên Rojhilat bi xwe bawer bin'

 Songul Korkmaz wiha domand: "Li Rojhilat, li Îranê, şerek tê meşandin. Jinên li wir divê baweriya xwe bi hêza xwe bînin; ji bo berfirehkirina têkoşînê rêxistinek ku li ser hêza xwe disekine pêwist e. Em, ji vir, piştgiriyê didin têkoşîna jinên Rojhilat. Em dixwazin bibêjin ku em li aliyê wan in. Her çendî di navbera me de sînor hebin jî ev sînor ji bo me ne girîng in; em li dijî van êrîşan radiwestin. Piştî kuştina Jîna Emînî, serhildanek dest pê kir û ev têkoşîn berdewam dike. Em ê her gav li qadê bin da ku felsefeya 'Jin jiyan azadî' civakî û mezintir bibe."

'Em ê ji bo Rojhilat bibin yek çawa ku me ji bo Rojava kir'

Gulbeyaz Guneş a di koordînasyona Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de, diyar kir ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, êrîşên Îranê yên li ser Kurdên li Rojhilat jî zêde bûne. Gulbeyaz Guneş bi gotina "Zexta rejîma Îranê ya li ser Kurdan nayê qebûlkirin" diyar kir ku weke jinên li Bakurê Kurdistanê, ew li kêleka jinên Rojhilat in di têkoşîna wan a ji bo azadiyê de.

Gulbeyaz Guneş got: "Divê em li her derê û li her qadê xwe birêxistin bikin da ku pêşî li êşên nû bigrin. Felsefeyeke me heye û bi hêza ku em ji vê felsefeyê digrin, em dikarin azadiya jinan li her çar perçeyên Kurdistanê misoger bikin. Divê em bi hêza ku em ji paradîgmaya Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kiriye digrin, bêhtir xwe birêxistin bikin. Çawa ku Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava bûn yek, em ê ji bo Rojhilat jî bibin yek. Bêyî piştgiriya derve, em ê li her çar perçeyên Kurdistanê bi şîara 'jin, jiyan, azadî' bi hev re xwe birêxistin bikin."