Navnîşana qirkirina jinan Dewlet e: Çareserî parastina fikir vîn û rêxistinkirin e

Dewlet jinan dikuje, gelan dike hedef, bi fîzîkî fikrî û derûnî êrîş dike. Ji bilî perwerdekirin, zanakirin û rêxistinkirinê tu rê ji bo jinan tune ye. Ger jinên Êzidî di dema fermanê de xwediyên zanebûna parastinê bûna wê bikaribana xwe biparastana.”

GULISTAN EZÎZ

Şengal – Li Kurdistanê em her roj nûçeyên bi sernavên; “Jinek ji aliyê polîsek ve hat kuştin!”, “Gulistan, Rojwelat li ku derê ne?”, “Di şerê Rusya-Ukraynayê de jin û zarok mexdûrên sereke ne!”, “Li Lubnanê bi sedhezaran jin bi koçberiyê re rûbirû ne!” dixwînin.

Rojeke ku em bi nuçeyên wiha çavên xwe venekin hema bibêje nîn e. Pergala kapîtalîst a xedar bi salan e pir bi awayekî sîstematîk êrîş dibe ser jinan. Ev êrîş hem fîzîkî, hem fikrî, hem jî bîrdozî ne. Çi şer û pevçûnek di navbera hêzên bi serdestiya mêr de derkeve ên dibin hedef jin û zarok in.

Gelek kes van rastiyan nabînin, ên ku dibînin jî bi zanebûn an jî bê zanebûn şaş şîrove dikin. Gelo armanca van qirkirinên li ser jinan çi ye? Gelo tesaduf ku mêr her dem dikuje, jin tê kuştin? Têkoşîna jinan çiqas rêgir e ji bo van kuştinan? Dîsa têkoşîna rast a jinan divê çawa be û hwd. Me pirsên xwe ji endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Botan pirs kir.

Wekî tê zanîn li dijî jinan bi şêwazên cuda êrîş hene. Bi modernîteya kapîtalîst re reng û cureyên êrîşan dijwartir bûne. Li gorî we qirkirina li ser jinan bi çi armancê tê kirin?

Qirkirin û kuştina jinan ne mijareke îro ye ku em digrin dest. Bi sedsalan e jin rastî êrîşan tên. Ne tenê di nava civaka me ya Êzidî û Kurd de li tevahiya cîhanê ev heye. Yek ji armanca van qirkirinan tunekirina civakê, nirxên civakê ye. Rêbertî ji bo vê mijarê dibêje: ‘Ger kesek bixwaze civakek tune bike wê destpêkê jinan hedef bigre.’ Fermana ku hat serê me jî vê îsbat kir. Me jî weke jinên Êzidî ev tişt jiya. Di fermana 2014’an de herî zêde jin hatin hedefgirtin, kuştin, revandin. Xwestin çanda me, bawerî û dîroka me ji holê rakin. Ya ku civakê bi rê ve dibe, ya ku bi rêxistin dike, ya ku civakê bi pêş dixe, dihêle çanda civakê bi pêş bikeve, civakê li derdora xwe kom dike jin bi xwe ye. Di şexsê jinan de dixwazin vê civakbûnê ji holê rakin.

Dijminên jinan kî ne çima jin li her derê û di her warî de dibin hedef?

Di cewhera civakan ku berê li derdora jinan saz bûne de xwînrijandin, qetilkirin, qirkirin nîn e. Ji bo civakan berjewendiyên giştî esas in. Li ser vî esasî jî parastina xwe dikin. Lê di pergala niha de dewlet tenê ji bo berjewendî û hebûna xwe kar dike, civakan jî di vê oxirê de bikartîne, dike qurban. Pergal jî ji ber rola diyarker a jinê ya nav civakê êrîşî jinê dike. Naxwaze vegera li cewher pêk were. Em îro di şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn dimeşe de jî dibînin ku di nav siyaseta dewletan de gel tê qetilkirin, civak tên hedefgirtin.

Êrîş bi çi awa û rêbazê pêk tên. Em dibinin êrîşên fikrî derûnî ji êrîşên fizîkî xetertir in. Çima bi taybetî bi riya fikrî û derûnî êrîşê jinan dikin?

Li kêleka êrîşên fîzîkî gelek êrîşên fikrî jî hene ku li dijî jinan tên meşandin. Êrîşa herî xeter jî êrîşa fikrî ye. Dixwazin bi derûniya jinan bilîzin û dixwazin bikin. Êrîş tenê ji derve nayên, di navxweyî de jî li ser jinan gelek êrîşên fikrî hene. Bi vî şiklî bandorê li ser jinan dikin û rê li ber xwekuştina jinan, qutkirina ji jiyanê, dûrxistina ji civakê vedikin. Dema jin nikaribin rasterast bi civakê re bibin yek, nehêlin civak li derdora wan kom bibe, ev yek pêşî li dûrxistinê vedike û jinan û civakê bi qirkirinê re rûbirû dihêle. Bi vî awayî jin ji cewhera xwe tên dûrxistin. Êrîşên fikrî û derûnî ji yên fizîkî xetertir in û zêdetir bandorê li ser jinan dikin.

Li dijî jinên Êzidî jî êrîş û qirkirin hene. Li dijî vê yekê divê çi were kirin û mekanîzmayên xweparastinê divê çi bin?

Jinên Êzidî bi van êrîşan re rûbirû ne. Hê jî jinên Êzidî di bin bandora derûniya ku ji ber fermanê çêbû de ne. Heta niha jî jinên Êzidî yên di bazaran de hatin kirîn ser tevahî jinên Êzidî bandorê çêdikin û dibin sedem ku xwe ji jiyanê dûr bixin. Dema jin ji jiyanê qut bûn, pêşiya êrîşên fîzîkî tê vekirin. Em weke Akademiya Jineolojî ya Şengalê ji bo bikaribin jinên Êzidî vegerînin cewhera wan û jiyana wan a hevbeş û aram divê têkoşînê didin meşandin. Em hewl didin bandora fermanê di şexsê jinan de li ser civakê rakin û ji pirsgirêkên wan ên heyî re bibin bersiv.

Ji bo pêşîgirtina van qirkirinan divê çi bê kirin? Parastina fikrî çi ye?

Xweperwerdekirin, zanakirin û rêxistinkirina jinan pir girîng e. Ji ber ku parastina herî esasî parastina di fikir de tê kirin e. Jinên Êzidî ne jinên berê yên beçare ne. Êdî li Şengalê jinên Êzidî dikarin ji jinên pêkhateyên din re jî pêşengiyê bikin. Sazî û dezgehên wan hatine avakirin. Êdî riya wan a hêviyê vekiriye da ku bikaribin xwe ji nezanî û êrîşên qirkirinê rizgar bikin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Yên ku pêşî li fermanê girtin felsefe û şervanên Rêber Apo bûn.

Yekdengî yekrêzî û yekîtiya jinan bi çi awayî dikare çêbibe. Çima yekîtî û rêxistinbûna jinan ewqas girîng e?

Em weke Akademiya Jineolojî ya Şengalê dixwazin pêşengiyeke rast bikin. Ji ber ku em dizanin di dîrokê de rol û mîsyona jinên Êzidî xuya bû. Em jî dixwazin li ser şopa wan berdewam bikin. Ji ber ku di van salên dawî de êrîşên li ser jinên Êzidî zêdetir bûye. Jin çiqas xwe di aliyê fikrî, bîrdozî û rêxistinî de zana bikin êrîşên pergalê zêdetir dibin. Tam jî di wexteke wisa de ku êrîşên li ser jinan zêde bûne, yekdengî, yekrêzî û yekîtiya jinan pir girîng e. Ji bo ku em bikaribin pirsgirêkên xwe ji hev re bibêjin, çareser bikin. Parastin tenê bi rakirina çekê nayê kirin. Ger zanebûneke kûr bi me re hebûya em  ê bikaribûna di her alî de parastina xwe bikin. Ev jî bi xwerêxistinkirinê, bi yekîtiyê dibe. Herî zêde jin êşa vê yekê dikşînin. Pêwîst e êdî ew êşa xwe di hundirê xwe de nehêlin. Pêwîst e êşa ku me kişandiye em bikin hêz da bikaribin xwedî li hebûn û nasnameya xwe derkevin. Ya ku nasname, hebûn, bawerî û çanda civaka Êzidî diparêze jin e. Bi yek du jinan ev nayê parastin. Ger parastineke hundirîn nebe tê nekaribî di aliyê leşkerî de jî xwe biparêzî. Tişta hat serê civaka Êzidî ji ber nebûna zanebûna xweparastinê bû.

Riya jiyana hevbeş û aram çawa dikare were avakirin, çareseriya vê yekê bi çi dibe?

Neteweya demokratîk ji bo jinan û giştî civakê riya çareseriyê ye. Di nava neteweya demokratîk de cihê desthilatdariya dewletê namîne. Kes ne li ser kesên din e. Her bîr û bawerî û civak hevpar dijî. Ev jî tê wateya dawiya pergalê. Ji ber wê êrîş ewqas dijwar in. Ger YPJ’ê hezeke hov a weke DAIŞ’ê têk biribe, ji vir û şûnde jî wê tu kes nikaribe vîn û îradeya jinan tune bike. Jinan bi tekoşîna li hemberî van êrîş û qirkirinan koka xwe berdaye. Jixwe hêzeke parastinê ya jinan hatiye avakirin û ev yek hêzê dide hemû jinên Şengalê lê ev tenê têr nake. Pêwîst e em weke jinên Êzidî di milê siyasî, civakî, ragihandin û hwd. de zanebûna xwe zêdetir bikin. Divê herî zêde jî jin xwe ji perwerde, rêxistinkirin û parastina civakê berpirsiyar bibînin.