Navenda Komeleya Kesên Winda ya li Cezayîrê hat girtin
Piştî ku rê li ber serokê wê girtin ku bikeve welat, rayedarên Cezayîrê baregeha Komeleya Kesên Winda li paytext Cezayîrê girtin.
Cezayîr – Duh rayedarên Cezayîrê baregeha komeleya Kesên Winda SOS Disparus a li paytextê girtin li gorî biryareke îdarî ya ku ji aliyê rayedarên parêzgeha Cezayîrê ve di 12’ê Adarê de hatibû dayîn.
Li gorî daxuyaniyekê ku Komeleya Kesên Winda li ser rûpela xwe ya fermî weşandiye, sîxurên navçeya Sîdî Muhamed çûne baregeha komeleyê ya li şaredariya Navenda Cezayîrê, li wir beriya ku operasyona mohrkirinê pêk bînin, wan rayedarên wê ji biryara girtinê agahdar kirine.
Komele yek ji rêxistinên herî girîng e ku di salên 1990’î de wekî "Dehsala Reş" (1992-2002) tê zanîn, li ser mijara kesên winda xebitiye, ji ber ku ew bi salan e malbatên kuştiyan pêşwazî dike û civînên heftane li baregeha xwe li dar dixe.
Daxwaza eşkerekirina çarenûsa kesên winda dike
Komele bi însiyatîfa çalakvan Nassira Detour hat damezrandin û çalakiyên wê li ser belgekirina dozên windakirina bi zorê, hevkariya malbatên windayan û daxwaza eşkerekirina çarenûsa wan e.
Seroka komeleyê Nassira Detour, bi çalakvaniya xwe ya berdewam a der barê serdema Dehsaliya Reş de tê nasîn. Têkoşîna wê bi kurê wê yê ku di wan salan de winda bûye ve girêdayî ye. Ew yek ji kesên ku bi dengê bilind daxwaza eşkerekirina çarenûsa windahiyan li Cezayîrê dikin e.
Biryara girtina komeleyê di çarçoveya Qanûna Komeleyan a 2012’an de ye ku ji rêxistinan dixwaze ji bo pêkanîna çalakiyên xwe akredîtasyona fermî bistînin û dane nîşan didin ku komeleyê ev akredîtasyon negirtiye.
Rê li ber seroka komeleyê girtin
Beriya vê tedbîrê çend meh berê qedexeya ketina Nassira Detour bo welatê wê hatibû danîn. Ev biryar li Cezayîrê bû sedema bertekên aliyên siyasî û mafên mirovan.
Di demên dawî de komele di organîzekirina hinek çalakiyên xwe de ku di nav de çalakiyên mafên mirovan jî hene, rastî zehmetiyan hatiye. Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Mary Lawlor li ser Parêzvanên Mafên Mirovan, berê jî fikarên xwe li ser sînorkirinên ku li ser hinek endamên komeleyê hatine ferzkirin anîbû ziman.
Heta dema nivîsandina vê nûçeyê, ji aliyê rayedarên herêmî ve der barê sedemên biryarê de daxuyaniyek fermî ya berfireh nehatiye dayîn û komeleyê gavên ku dixwaze piştî girtina baregeha xwe bavêje jî eşkere nekiriye.