Navenda El-Herayêr ji bo jinên Tûnisî derfetê kar ava dike
Navenda El-Herayêr a ji aliyê Yekitiya Jinên Tûnisê ve hatiye vekirin ji bo jinên Tûnisî derfetên kar û fêrbûna pîşeyê ava dike.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ
Tûnis – Yekitiya Jinên Tûnisê ji bo piştgiriya jinên afrîner, navenda "El-Herayêr" ji bo cihê pêşengeh û perwerdeyê vekir. Ev navend ji bo piştevaniya daxwazên jinan di warê xêzkirin, muzîk, stranbêjî û cihek ji bo pêşxistina şarezahiyên jinan û bê pere wan fêr dike, hat vekirin.
Di zimanê Tûnisî de El-Herayêr tê wateya El-Herair jinên ku dikarin çalakî û serkeftinê bikin. Her wiha tê wateya kesên ku dikarin di hemû waran de zehmetiyan derbas bikin bi taybetî di warê kêşeyên darayî de.
Ji bo pêşxistina pîşeyên jinan navenda El-Herayêr hat zindkîrin
Rêvebera navenda El-Herayêr Elfê Ebdulqadir qala navendê kir û got: "Navend li gorî stratejiya neteweyî ya Yekitiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê ji bo çandê tevdigere. Me hewl da, navendê li ser gelek bendan zindî bikin. Me klûba kevneşopî û pîşesaziya kevneşopî ku mîrateya me ya madî zêde dike vekir. Du perwerde der barê pêçandina selikan de me organîze kir. Her wiha klûbek ji bo werzîşê vekir û em hêvî dikin klûbên stran û xêzkirinê jî bên vekirin. Navend dikare 400 kesan di nava xwe de bigre û wan perwerde bike. Navendê di 26 û 27’ê sibatê de pêşangehek ji bo jinên esnaf, berhemên xwe yên destan û xwarinên çêdikin li dar xist."
'Hewl didin pêşangeh û atolyeyan ji nû ve zindî bikin'
Der barê çalakiyên navendê de jî Elfê Ebdulqadir tekez kir ku çalakî û perwerdeyên navendê yên jin, zarok û ciwanan bê pere ne û got: “Me miqdarek sembolîk ji bo pêşkêşkirin û perwerdeyê destnîşan kiriye û rewşa civakî li ber çavan digrin. Ji ber ku armanc ne bidestxistina qezencê ye, ji bo lêçûnên pêwîst ên navendê ye. Waneyên me yên perwerdeyê jî bi dayîna bawernameyan e. Em hewl didin kafeyeke çandî li navendê vekin. Em ê bi hevkariya wezareta çandê bi riya nûnertiya herêmî ya çandê li parêzgeha Tûnisê bixebitin da ku pêşandan û atolyeyan ji nû ve zindî bikin."
Bi yogaya kenê zextên jiyanê kêm dikin
Profesor û rêvebera klûba Yogaya Kenê, Mecîda El-Katêb dibêje: "Ji bo jinên Tûnisî teşwîq bikim û bizanibin ku yogaya kenê weke şêwazek dermankirina zextên jiyanê ye, hatim navenda El-Herayêr. Vê klûbê bi 4 jinan dest bi kar kir û niha bûne 12 jin."
Jinan hînî pêçandina selikan dike
Navenda perwerdekirina pîşeyên jinan û dayîna bawernameyan der bar karê wan de, perwerde vekiriye. Hunermend Reca Bikebiyê wiha got: "Min bi komek jin dest bi perwerdeya pêçandina selikan kir. Ev perwerde ji aliyê perwerdekaran ve bi başî hatin pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku perwerdeyeke din bê lidarxistin. Ez jî ji dapîra xwe hînî kar û hunera bi destan bûme, niha li navendê hînî jinan dikim."
Perwerdeyên ji bo berhemên karên destan dide jinan
Perwerdekar Emel El-Hawawî ku çêkirina çenteyên destan bi hirî fêrî jinan dike dibêje: "Di betlaneyên havînê yên zaroktiya xwe de fêrî vê pîşeyê bûm û tevî ku karmenda postayê bûm, piştî gihîştim temenê malnişîniyê, careke din vegeriyam van pîşeyan û li navenda El-Herayêr jinan perwerde dikim. Min bi riya Youtube xwe i pêş xist û berhemên xwe ser înternetê belav dikim. Divê her jina ku xwedî pîşeyek e, bi derfetên perwerdeyê yên li navenda El-Herayêr xwe bi pêş bixe."