Navenda Bihêzkirina Kêrhatiyên Jinan bi projeyên nû derfetên kar diafirîne

Navenda Bihêzkirina Kêrhatiyên Jinan bi proje û xebatên ku li El Xuz, parizgeha Mexribê ya ku herî zêde ji erdheja 2023’an bi bandor bibû, ji jinan re derfetên kar diafirîne, di heman demê de rê dide jinên ku dixwazin karê xwe bidin avakirin

RAJA KHAYRAT

Marakeş - Navenda Bihêzkirina Kêrhatiyên Jinan ku li herima Ait Ourir a parizgeha El Huz a Mexrîbê kar dike, ji bo afirandina peyamên taybet û çavkaniyên malî yên ku wê debara jinan mîsoger bike, dixebite. Navenda ku perwerdehiya pîşeyî dide jinan, ji bo avakirina pargîdanî û kooperatîfên biçûk jî piştgirî dide.

‘Armanca bingehîn a projeyê avakirina kar e ji bo jinan’

Berpirsyara projeya Navenda Bihêzkirina Kêrhatiyên Jinan Suad Buroussin, diyar kir ku ji bo piştgiriya jinan li parizgeha El Xuzê projeyê pêk tînin û got:

“Komeleya Qada Kolektîf a Jinan a Ait Ourir ku em pê re hevkariyê dikin, ji bo piştgiriyê bidin jinên di erdheja ku meha Îlonê ya borî li herêmê qewimî de, ji gelek saziyan piştgirî girt. Armanca sereke ya projeya ku me amade kiriye, avakirina kar ji bo jinan e. Beşdar piştî perwerdeya giran belge distînin. Her wiha em li ser çawaniya damezrandina şirketekê û çawaniya avakirina kooperatîfekê jî perwerdeyê didin.”

‘Armanca min vekirina cihê karê xwe ye’

Yek ji beşdaran Mona Al-Sari diyar kir ku bi saya atolyeyên perwerdeyê kêmasiyên xwe temam kirine û destnîşan kir ku fêrî avakirina şîrketekê bûye. Mona Al-Sari wiha got: “Min ji Navenda Hêzkirinê sûd wergirt. Jinên ji atolyeyên cuda yên perwerdeyê gelek alîkariya min kirin. Ez gelek tişt fêr bûm ka mirov çawa kar ava dike û ez dikarim çi bikim da ku ez li ser her zehmetiyên ku ez pê re rû bi rû bibim derbas bikim. Atolye bi awayekî erinî bandori li jiyana me dike. Alîkariya herimê jî dike. Armanca min ew e ku ez karê xwe yê cilûbergan vekim.”

Jin ji ezmûnên hev sûdê digrin

Seroka Kooperatîfa Aboriya Civakî ya Piştevaniyê ya Marakeşê Asfi Souad Al-Qassimi diyar kir ku armanca wan ew e ku bi komxebatên ku organîze dikin alîkariya jinan bikin ku di pîşeyên xwe de pispor bibin û bibin xwedî pîşeyên nû. Asfi Souad Al-Qassimi bal kişand ser feydeyên kooperatîfê ji bo jinan û diyar kir ku kooperatîf alîkariya jinan dike ku ji malê derkevin û xwe ji civakê re vekin, ji ezmûnên jinên din sûd werdigirin û ew derfetê dide ku bi çalakvanên din ên di kooperatîfên bi heman rengî de bi riya bername û pêşangehan bicivin.

Asiya Lakdîd a ku beşdarî komxebata ku ji aliyê navendê ve hat organîzekirin bû, diyar kir ku perwerdehiya ku di atolyeya dirûtinê de dîtiye, alîkariya wê kiriye ku dest bi karekî bike. Asiya Lakdîd destnîşan kir ku komxebatên bi vî rengî ji bo tevlîbûna jinan a di jiyana kar de girîng in.