Navê heqîqeta Kurd: Sakîne Fîdan û Leyla
Di ser qetilkirina Sakîne Cansiz a mîna “efsaneya porsor” a jinên Kurd tê zanîn, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de 13 sal derbas bûn. Jinan, soza jiyanîkirina mîrateya hersê jinên Kurd dan û 13 sal in ji faîlan hesab dipirsîn.
AXÎN BAHAR
Navenda Nûçeyan – Dema ku dîrokê 9’ê Çileya 2013’an nîşan da, ji Parîsa paytexta Fransayê nûçeyekî êrîşê hat. Di êrîşa li dijî Buroya Enformasyona Kurdistanê de yek ji endamên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin.
Ev qetlîama li dijî jinên Kurd a di pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013’an de li Îmraliyê ji bo pêşxistina çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd hevdîtînan dikir de pêk hat, di serî de li Tirkiyeyê li seranserê cîhanê bû sedema nerazîbûnek mezin. Hevdîtinên fermî yên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyeteke dewletê û Heyeta Îmraliyê ya ji parlamenterên BDP’ê pêk dihat bi armanca bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û danûstandina hevdîtinên hatine destpêkirin, di 3’ê Çileya 2013’an de pêkhatibû.
Helwesta dewleta Fransayê ya piştî komkujiyê, aliyê komkujiyê ya navneteweyî radixist berçavan û Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls, diyar kir ku ew ê êrîşê bi hemû aliyên wê re ronî bikin. Lê belê ji bo dosyaya lêpirsînê, biryara "nepenîtiyê" hat dayîn. Tevî ku di sala 2014’an de ev biryar hat rakirin jî piştî demek kurt ji nû ve hat girtin.
Têkiliya komkujiyê ya bi MÎT’ê re
8 roj piştî komkujiyê, kujer Omer Guney hat binçavkirin û girtin. Kujer Omer Guney, bi sûcdariya "bi rêxistineke terorê re kirina cînayetê” hat lêpirsînkirin. Agahiyên ku di vê pêvajoyê de derketin holê, têkiliya di navbera Omer Guney û MÎT’ê de eşkere kir.
Derket holê ku Omer Guney di 22’ê Tebaxa 2012’an de çûye Enqereyê û piştî rojek ji bo pasaportek çîpkirî serî li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê daye. Hat diyarkirin ku Omer Guney di 24’ê Tebaxê de pasaporta xwe ya nû girtiye, di nava salek de 13 caran ketiye Tirkiyeyê û derketiye. Qeydên çûyîn û hatine yên nîşan didin Omer Guney 19 roj beriya komkujiyê, dîsa ji Parîsê çûye Enqereyê û piştî 3 rojan bi heman riyê vegeriyaye. Hinek agahiyên têkildarî têkiliya kujer a bi MÎT’ê re, di dema beşdarbûna kanaleke televîzyonê ya kesekî ku tê diyarkirin bi MÎT’ê re dixebite de jî hat ziman. Ji aliyê Telekomê ve pejirandina agahiya ku deng û xeta telefonê ya têkiliya Omer Guney bi MÎT’ê re aydê Serokatiya MÎT’ê ye, van îdiayan xurttir kir.
Lêpirsîna komkujiyê heta sala 2015’an berdewam kir. Biryar hat dayîn ku kujerê gumanbar Omer Guney bê dadgehkirin. Dîroka ewil a danişînê jî 23’ê Çileya 2017’an hat diyarkirin.
Mirina kujerê gumanbar
Lê belê, di 17’ê Kanûna 2016’an de hat ragihandin ku Omer Guney piştî nexweş ketiye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Doz ji ber mirina gumanbar a Omer Guney bê bersûc ma û ket.
Piştî îtîrazên parêzeran doz, di Nîsana 2017’an de li ser rola MÎT’ê ya di komkujiyê de "lêpirsînek pêşîn" a nû hat destpêkirin. Di Adara 2018’an de malbatên sê jinên Kurd jî ji bo ku ‘kesên fermana cînayetê dane û hevkarên wan’ jî beşdarî lêpirsînê bên kirin, serlêdan kirin û di encama vê serlêdanê de dadwerek li dijî terorê hat erkdarkirin.
Dozgerê Giştî yê li Enqereyê ku li ser lêpirsînên têkildarî cînayetan disekne jî pêşniyar kir ku dibe cînayet "înfazên navxweyî" bin jî raya giştî li dijî nezelaliya dozê her sal di tevahiya meha Çileyê de bi çalakiyan sûcdaran destnîşan dikin.
Gelo jinên ku di komkojiya 9’ê Çileya 2013’an de hatin hedefgirtin kî bûn? Sara, Rojbîn û Ronahî... sedema hedefgirtina van hersê jinan çi bû?
Jina dilsoza vê têkoşîna mezin: Sara
Dema ku got; "Ez aşiqê vê têkoşînê me”, şerê wê baweriyek, şoreşek û berxwedanek bû ku ber bi dawiyek bi heybet ve diçû. Sakîne Cansiz a ku li ser riya azadiyê îsrar dikir û jiyana xwe ji bo vê doze ku mîna "şer” pênase kiribû danî holê, di 12’ê Sibata 1958’an de li gundê Tahtî Halîl ê girêdayî Dêrsimê, ji dayik bû.
Mîna jinek kedkar li kargehan dest bi kar dike. Lê belê ew ne tenê ji bo keda xwe, ji bo keda hemû karkeran, di rêxistinên karkeran de cih digre lê di tevgerên çepgir ên li Tirkiyeyê de tişta ku lê digeriya nabîne.
Sakîne Cansiz a ku ji Dêrsimê diçe Enqereyê, dibe yek ji du jinên ku di Kongreya 1’emîn a PKK’ê de cih dgire. Hebûna Sakîne Cansiz a di PKK’ê de, ji bo jinên Kurd dibe destpêka rêwîtiyek.
Çavkaniya berxwedana li Girtîgeha Amedê
Sakîne Cansiz beriya darbeya 1980’an, di sala 1979’an de li Xarpêtê tê girtin. Sakîne Cansiz rastî îşkenceyên giran tê û jinên ku piştî darbeya 1980’an hatin girtin birêxistin dike. Berxwedana wê ya di rojên îşkenceyê yên li Girtîgeha Amedê ya bi hatina Esat Oktay Yildiran a ji bo Amîriya Ewlehiya Hundir dest pê kir, ji bo hemû girtiyan dibe hêvî.
Dema dîrok 26’ê Kanûna 1990’an nîşan dide, Sakîne Cansiz a ji Girtîgeja Çanakkaleyê tê berdan, rêziknameya Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) a yekem rêxistina jinan a li Stenbolê ye dinivîsîne û di nava avakarên wê de cih dgire. Sakîne Cansiz bi rewşenbîr û hunermendên Kurd re avakariya Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) dike û ji bo xebatên weşanê yên Kovara Ozgur Halk û rojnameya Ozgur Ulke jî tevkariyê dike. Tevî ewqas zextan jî 5 mehan li Tirkiyeyê dimîne. Di 1’ê Gulana 1991’ê de ji Balafirgeha Ataturk a li Yeşilkoya Stenbolê, suwarê balafireke Yewnanî dibe û ji Tirkiyeyê derdikeve. Sakîne Cansiz demek kurt li Ewropayê dimîne û piştre berê xwe dide Şamê.
‘Dengê lêdana dilê xwe dibihîzim’
Sakîne Cansiz a mîna jineke ku her cihê diçe şopa xwe dihêle, li ser rêwîtiya xwe ya Şamê wiha dibêje:
“Em dadiketin balafirgeha Şamê. Dilê min lêdida. Weke ku yekser serokatiyê dibînim, bi kelecan bûm. Min herî dawî Serokatî di Kongreya Fîsê de dîtibû. Em vegeriyan apartmana Gunaydin û piştî rojek ji hev veqetiyan. 13 sal derbas bibû. Piştî salên girtîgehê, bi qetandina kefenan gihîştim aliyê herî xweşik ê çavkaniya jiyana xwe. Di heyama derbas bû de gelek tişt guherîbûn û ez ê vê yekê gav bi gav fêr bibim. Lê Serok pir zêde neguherîbû. Min ji pirsa wî ya ‘Te min çawa dît?' re her dem digot, 'Serokê min tu hêj ciwan î, li ser xwe yî û gelek kêfa min ji vê yekê re hat.’”
‘Tu ji çiyayan hez dikî tu yê bi çiyayan re bibî yek’
Sakîne Cansiz ku 6 mehan li Akademiya Mahsûm Kokmaz di perwerdeyê de ma, dema ku berê xwe dide çiyayan Abdullah Ocalan bi van gotinan wê bi rê dike: “Hadî Sakîne tu ji çiyayan hez dikî. Tu yê bi çiyayan re bibî yek. Ez li benda agahiyên serkeftina te me” û heta roja tê qetilkirin, li pey xwe çîrokekî destanî dihêle. Îro bi hezaran jinên Kurd hê di şopa wê de dimeşin û doza wê didomînin.
Rêwîtiya Ronahî
Leyla Şaylemez ango Ronahî, di 1’ê Çileya 1988’yan de li Mersînê tê dinyayê. Malbata wê, navê yek ji pêşenga têkoşîna jinên Kurd Leyla Qasim lê datîne. Malbata Leyla Şaylemez ku ji Licêya Amedê bû, ji ber zextên dewletê 1987’an de koçî Mersînê dike. Mersîn rawestgeha wan a ewil a koçberiyê bû Leyla Şaylemez li wir mezin dibe.
Koçberî li ser Koçberiyê hişmendiya sirgûn û nasnameyê
Bavê Leyla neçar dimîne koçî Elmanyayê bike. Leyla, di sala 1994’an de bi 5 xwişk û birayên xwe re berê xwe dide Elmanyayê.
Di sala 1994’an de li Halle, Sachsen-Anhalt, Almanyayê bi cih dibe, Leyla û malbata wê bi salan di şert û mercên dijwar de ji bo jiyanê têdikoşin. Leyla bi çanda Kurdî mezin dibb. Ew beşdarî komên folklorê yên Kurdî dibe û piştî neh salên perwerdeyê, dema ku amadekariya ketina zanîngehê dikir, tevgera Kurd nas dike. Ji sala 2008’an pê ve li welatên curbecur ên Ewropayê di çalakiyên ciwanan de cihê xwe digre.
Leyla Şeylamez, di sala 2010'an de tevlî PKK'ê dibe û 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vedigere Ewropayê, li cihê ku lê mabû bi awayekî çalaktir xebatên xwe didomîne. Dema xebatên xwe yên ciwantiyê dimeşand, li Hannoverê ku îstîxbarata Tirk lê kom bûbû, ji aliyê polîsên Elman ve her dem tê şopandin. Lewma, biryar dide xebatên xwe li Parîsê bimeşîne.
Leyla Şaylemez a ku xeyala wê ya herî mezin beşdarbûna Newroza Amedê bû, di pêvajoyeke ku bi awayekî çalak pêşengiya ciwanan dikir de li Parîsê hat hedefgirtin û qetilkirin.
Rojbîn: Zaroka ku di nava Komkujiya Mereşê de hat cîhanê
Fîdan Dogan ango Rojbîn, di 17’ê Çileya 1982’an de li gundê Malê Bûtan ê di navbera navçeyên Elbistan û Nûrheqa Mereşê de, mîna zaroka duyemîn a malbateke xwedî çar zarokan ji dayik dibe. Fîdan Dogan, Piştî koçên bi Komkujiya Mereşê re dest pê kirin, bi malbata xwe re li Fransayê bi cih dibe. Fîdan Dogan a destpêkê dayik û bavê wê derketin derveyî welat, heta 9 saliya xwe li gund bi xaltîka xwe, bapîr û dapîra xwe re dimîne, piştrê dest bi rêwîtiya koçberiyê dike, li Fransayê têkoşîna azadiya Kurd nas dike.
Fîdan Dogan a mîna jineke li hemberî bûyerên li dora xwe xwedî hestek xurt a edaletê tê pênasekirin, bi riya xebatên xwe yên li Ewropayê, pirsgirêka Kurd û bi taybetî têkoşîna jinên Kurd di qada navneteweyî de dîtbarî kir.
Fîdan Dogan, di asteke baş de bi zimanê Fransî dizanibû, di xebatên burokratîk de cih digirt. Di sala 2002’an de berpirsyariya Nûnertiya KNK’ê ya Parîsê girt. Piştre berpirsyariya Buroya Enformansyona Kurdistanê ya di sala 2011’an de hatin qetilkirin, girt ser xwe. Nêzî 10 salan, bi karên xwe yên burokratîk hat nasîn. Fîdan, kesekî aştîxwaz bû, li Ewropayê û bi taybetî li Strasbourg, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Parîsê bi gelek siyasetmedaran re xebaten burokrasiyê meşand.
Fîdan Dogan bi têkiliyên wê yên mirovî baş, sebir, têkoşerî û aliyên xwe yên erênî dihat nasîn, li ser hemû kesên ku nas dikir de şopek hişt. Dayika wê Fatma Dogan, wê wiha tîne ziman: “Rojbîn zarokek pir dirust bû, bi her tiştê xwe zelal bû ji derewan hez nedikir. Dema dest bi vî karî kir digot; ‘Ez vî karî nîvco nahêlim.’ 2 kur û 3 jê keç pênc zarokên min hene. Keça min a herî biçûk Rojbîn bû. Pir girêdayî gel û doza xwe bû. Dema mijar doz bûya, tu kesê ji me guhdarî nedikir. Hê 16 salî bû tevî hevalên xwe yên keç diçû komeleyê. Her dem digot; ‘gelo ez ê bikaribim çawa bêhtir sûdê bidim siyasetê û dozê.’” Fîdan Dogan jî mîna du rêhevalên xwe yên din heta roja ku hat qetilkirin ji bo hebûna gelê Kurd berxwedana xwe domand.
Sakîne Cansiz, bi çîrokên hovîtiyê yên ku gelê Kurd di Komkujiya Dêrsimê (1937-38) de jiyabû, li dijî nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê şer kir. Fîdan Dogan jî di Komkujiya Mereşê (1978) de 4 salî bû. Jiyana xwe ji bo demokrasî, azadî û edaletê ku pêdiviyên herî bingehîn ên mirovahiyê ne feda kir. Leyla Şaylemez jî ji ber zêdebûna zilm û zordariya dewletê ya li ser Kurdan, li cihekî pir dûrê Amedê ji dayik bû. Tevahî jiyana wê li ser riyên koçberiyê derbas bû ew ji bo ax û ciwanên Kurd têkoşiya. Dema ku di şexsê van hersê jinan de jinên Kurd hatin hedefgirtin, piştî qetilkirina wan, jinan daxwaza hesabdayîna sûcdarên rast dikir. Jinên Kurd ên di serî de li Tirkiye û Fransayê, îsal jî xwe amade dikin ku di 9 û 10’ê Çileyê de derkevin kolanan û dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.