‘Naskirina Talîbanê rewakirina binpêkirinên mafê mirovan e’

Aktîvîsta mafên jinan Leyla Ferug, diyar kir ku daxuyaniya Rusya ya naskirina Talîbanê û ji aliyê Çînê ve pêşwazîkirina bi kêfxweşî ya vê biryarê, di aliyê mafên mirovan de gefek cidî ava dike.

BEHARÎN LEHÎB

Faryab – Bi dagirkirina Efganistanê ya di sala 1979’an de ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve, ev welat vegeriya qada pevçûnên hêzên kûrewî. Sovyet ji bo parastina rejîma xwe û tepisandina muxalefetê bi milyonan Efganî ji cîh û warên xwe kirin û bi sed hezaran jî qetil kirin. Li aliyê din Dewletên Yekîtiya Emrîkayê di şûna parastina mafên mirovan de, bi Erebîstana Siûdî û Pakîstanê re, destek da komên Îslamî yên Radîkal ên ‘mucahîd’. Van koman piştre bingehên Talîban û rêxistinên din ên ku mafên jinan tune dikin ava kir. 

Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’an, DYE’yê cardin bi dirûşmeya ‘têkoşîna li dijî terorê’ ket Efganistanê. Lê belê di encama hebûna leşkerî ya 20 salan de, hikûmetake lewaz û bi gendeliyê re di nava rageşiyê de derket holê. Di sala 2021’an de bi derketina leşkerên Emerîka ya ji nişka ve re, ev hikûmet bi lez hilweşiya û hema bêje Talîban bêyî rastî têkoşînek were cardin desthilatiyê kir destê xwe de. Di heman demê de Rusya ku di demên berê de li dijî gelê Efgan zext dikir, rastiyên dîrokî ji nedîtî ve hate û di rêya rewakirina Talîbanê de gav avêt. Ev eşkere bi rêgezên bingehîn ên mafên mirovan re nayê ber hev. 

Piştgiriya eşkere ya Rûsya û Çînê

Di vê pêvajoya ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de didome, vê rewşê rasterast bandorê li hevsengiya herêmê kir. Bala hêzên kûrewî û herêmê li ser pevçûnên li Rojhilata Navîn e, mijara Efganistanê ji derveyî rojevê hat hiştin. Talîbanê ji vê valatiyê sûd girt, zextên xwe hê zêdetir kir, bêyî fikara hesabdayîn û kontrola navenetewî tevdigere. Piştgiriya aşkere ya Rusya û erêkirina bêdeng a Çînê di vê qadê de ne tenê xeterî, di heman demê de tê wateya binpêkirina mafê bingehîn ên gelê Efganistanê jî. 

‘Naskirina Talîban di aliyê mafê mirovan de fikaran ava dike’

Aktîvîsta mafên jinan Leyla Ferug, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Leyla Ferug, balkişand ser piştgiriya Rusya û bêdengiya Çinê ya li dijî Talîbanê û wiha axivî: “Daxuyaniya Rusya ya naskirina Talîban û ji aliyê Çînê ve bi kêfxweşî pêşwazîkirina vê biryarê, di aliyê mafê mirovan de fikaran ava dike û rewşekî ku divê were şermezar kirin e. Ev nêzîkatî, polîtîkayên bipergalî yên zextê ya Talîban û mafên bingehîn ya gel, zarokên keç û jinên Efganistanê ji nedîtîve tê.”  

‘Ji 2021’an zarokên nikarin herin dibistanê’

Leyla Ferug, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 2021’an heta niha, Talîban çûyîna zarokên keç a dibistanê qedexe kir. Xebata jinan a di saziyên dewletê û rêxistinên navnetewî de bi temamî hate qedexekirin. Jin tenê tarza cilan an jî li aliyê mirovek wan ên mêr li gel nebe derdikevin û li derve tên şopandin, binçavkirin, îşkence û rastî tundiya fîzîkî tên. Raporên ku saziyên mafên mirovan diweşînin, nîşan didin ku recimkirin, darvekirinên bêdaraz, zextên dijwar ên li ser jinên olî û pêkhateyên etnîkî pêk tînin.”

‘Ev yek binpêkirina mafê mirovan û navnetewî ye’

Leyla Ferug, da zanîn ku zext tenê bi jinan re sînordar nînin û got “Li gel vê zexta berfireh, bi milyonan hemwelatiyên Efganistanê rastî xizanî, bêkarî û bêparbûna pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê tên. Li welat ji bo beşdariya siyasî, azadiya îfade yan jî ji bo xwegihandina mafê edaletê tu ronahiyek hêviyê tuneye. Di qadek wisa de naskirina Talîbanê, tê wateya rewakirina rejîmek otorîter ku mafên mirovan bi eşkereyî binpê dike. Ev gav li dijî li xwegirtina civaka navnetewî ya li gelê Efganî ye û peyamek dide komên din ên radîkal ên li dinyayê. Ev yek bi awayek eşkere binpêkirina mafên mirovan û navnetewî ye.”

‘Biryarê rê li ber zilm û zextê vekir’

Leyla Ferug, destnîşan kir ku jin, rasterast mexdûrên Talîbanê ne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em vê biryara Rusyayê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû kesên azadîxwaz dikin ku li dijî vê biryarê derbikevin. Naskirina rejîmek paşverû û dijminê jinan, rê li ber zêdebûna zilm û zexta li dijî pêkhateyên olî, jinan û gelê Efganî vekir.”