Namzet û jinên ji Koye banga beşdariya hilbijartinê kirin

Hilbijartina dema 6’emîn a parlamentoya herêma Kurdistanê wê di 20’ê Cotmehê de pêk were. Namzet û jinên ji Koye bang li hemû kesan kirin ku roja hilbijartinê biçin dengê xwe bidin.

ŞIYA KOYE

Koye – Ji bo hilbijartinên dema 6’emîn a parlementoya Herema Kurdistanê ku dê di 20’ê Cotmehê de bê kirin çend roj man. Li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 22 aliyên siyasî, 2 koalîsyon û nêzî 75 namzedên serbixwe û ji bo giştî kotaya kursiyan serlêdan kirin. Ji 1191 namzedan tenê 368 jin in, ev jî dide nîşandan ku ji sedî 30’ê namzedan jin in.

Li gorî herêman rêjeya namzedên jin bi vî awayî ne: Hewlêr, 118 jin (ji sedî 29.9), Silêmanî, 162 jin (ji sedî 31.04), Dihok, 66 jin (ji sedî 29.2), Helebce, 22 jin (ji sedî 40.7).

Namzed û jinên Koye banga beşdariya li hemû kesan kirin, xwestin di hilbijartinê de denge xwe bi kar bînin û ji parlementoya dema nû daxwazên xwe anîn ziman.

‘Divê zagonên ku xizmetê ji civakê re dikin werin bicihanîn’

Namzeda di rêza 27’an a ji lîsteya 129 a ji Bazneya Hewlêrê û parêzavana mafan Hewram Abdulxaliq Hewêz der barê rewşa civakê de wiha got: “Gelek pirsgirêkên me hene, weke pirsgirêka bêkariyê û pirgirêka ciwanan, pirsgirêka mûçe û gelek zagonan jî heye. Tevî ku zagon di lehiya jinan de ne jî li dijî jinan tên bikaranîn û divê zagona parastina mafên jinan were bicihanîn.”

Hewram Abdulxaliq der barê girîngiya parlamentoyê ji bo jinan de wiha got: “Gelek girîng e parlamento ji bo jinan kar bikin. Ew di bernameya me de heye û em ê karê xwe di vê çarçoveyê de bikin. Divê jin piştgiriyê bidin hev û bi dengê xwe biçin parlamentoyê. Ji ber ku her jin dikare parastina jinan bike. Erka me ew e ku em wan zagonên mafên jinan binpê dikin biguherînin. Bi taybetî dema ku jinek ji mêrekî vediqete, piraniya mafên wê ji dest tên girtin û gelek caran jî ji mafên xwedîkirina zarok û nefeqeyê bêpar dimîne. Ji ber wê pirsgirêk gelek in û divê werin çareserkirin.”

‘Divê hemû kes biçin ser sindoqan

Sewze Ebas a ji Koye der barê dengdayîn û beşdariya hewmelatiyan û jinan de wiha got: “Li gorî min gelek pêwîst e hemû kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji ber ku dengdan gelek girîng e û ji bo çarenûsa welatê me jiyanî ye. Kabîneya niha kabîneyek gelek qels e, bi pirsgirêkên hemwelatiyan ên weke bêmûçeyî xetimî ye. Ji ber vê divê ciwan, pîr, kur û keç biçin dengê xwe bidin.

Rêvebera Çavdêriya Geşepêdana Civakê ya li Koye Qomrî Hemed Qadir daxwaz kir ku hemû kes biçin ser sindoqan û denge bidin û got: “Ev dengdan, ji bo çarenûsê ye, em li bendê ne gelek tişt werin guherîn û Kurd divê deng bidin lîsteya ku dê guherînê di jiyana xelkê de bike û divê 20’ê mehê em hemû dengê xwe bidin heqiyê. Jin di civakê de xwedî cihek bilind in divê bi riya parlamenterên jin daxwazên jinan bicih werin û parastina mafên wan were kirin, em jî piştgiriya mafên jinan dikin.”