Nakokiya li Sûdanê li Kordofanê pêleke nû ya koçberiyê diafirîne

Nakokiya li Sûdanê, li herêma Kordofanê dibe sedema koçberiya sivîlan û krîzeke mirovî ya kûrtir. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihand ku 430 sivîlên din di 18-19’ê Çileyê de neçar man ku ji malên xwe birevin.

Navenda Nûçeyan- Nakokiya di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, ku ji Nîsana 2023’an vir ve berdewam dike, ne tenê binesaziyê hilweşandiye. Di heman demê de nêzîkî 13 milyon kes li seranserê welêt koçber kiriye û bandorên yek ji birçîtiyên herî giran ên cîhanî yên serdemên nûjen, girantir kiriye.

Di demekê ku şerên dijwar li herêma Kordofanê berdewam dikin de, sivîl koma herî xeternak in ku bi encamên vî şerê bênavber re têdikoşin. Koçberiya bi darê zorê dibe sedema trajediyên nû, bi sedan Sûdanî rojane neçar dimînin ku ji malên xwe derkevin bi hêviya ku ewlehiya xwe mîsoger bikin, ber bi nezelaliyek ve diçin. Dewleta Kordofana Başûr careke din ji ber operasyonên leşkerî yên berdewam û xirabûna şert û mercên ewlehiyê. bûye navenda krîzeke mirovî.

430 kes ji cih û warên xwe bûn

Li gorî rapora herî dawî ya ku ji aliyê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ve hatiye weşandin, di navbera 18-19’ê Çileyê de nêzîkî 430 kes ji bajarên Kadugli û Dilling ên li Kordofana Başûr hatine koçberkirin. Rapor tekez dike ku ev pêla dawî ya koçberiyê, encamek rasterast a zêdebûna pevçûnên leşkerî û xirabûna şert û mercên ewlehiyê yên li herêmê ye, ku ji bo sivîlan mayîna li wir pir xeternak dike.

Li gorî daneyên rêxistinê, nêzîkî 255 kes ji Dilling û 175 kes ji paytexta dewletê, ji Kadugliyê hatine koçberkirin. Van kesan piştî operasyonên alîkariyê yên potansiyel, di demekê ku rêxistin wekî "tengas û nearam" bi nav dike, rêwîtiyek xeternak ber bi başûr ve ber bi Dewleta Nîla Spî ve kirin. Ev pêla dawî ya koçberiyê, tenê yek xelek di zincîrek berdewam de ye.

Rêxistinê, ragihand ku di navbera 15 û 17’ê Çileyê de 575 kesên din ji heman her du bajaran koçber bûne. Di pîvanek berfirehtir de, daneyên fermî nîşan didin ku hejmara kesên koçber li her sê navçeyên (Bakur, Rojava û Başûr) ên herêma Kordofanê ji 64 hezarî derbas bûye.