Najat Al-Zammourî: Binpêkirina li Rojava binpêkirinek cidî ya erkên navnetewî ye

Çalakvana mafên mirovan Najat Zammourî, diyar kir paşguhkirina jinên li Rojava, di bicihanîna erkên navnetewî de têkçûnek e û paşveçûnek ji prensîbên mafên mirovan ên bingehîn, erk û qanûna navnetewî ya ku divê ji bo her kesî derbasdar be dibîne.

NEZÎHA BOUSAÎDÎ

Tûnis- Bi zêdebûna tundî û îstismara li dijî jinên Kurd, bi taybetî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanyayên şermezarkirin û hevgirtinê ji aliyê femînîst û çalakvanên mafên mirovan ên li çar aliyê cîhanê ve, berdewam dikin. Ew van bûyeran wekî sûcên ku ji yên ku li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dijî jinan têne kirin ne kêmtir e dibînin. Cîgira Seroka Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê û çalakvana mafên mirovan Najat Zammourî, di nîşana hevgirtin û piştgiriya jinên Rojava û binpêkirinên ku nêzîkî mehekê rastî wan hatine de ji ajansa me re axivî.

‘Divê wekî binpêkirinek sîstematîk ku hesabpirsînê dixwaze were hesibandin’

Najat Zammourî, diyar kir ku ji ber şert û mercên herêmî û cîhanî yên ku bi paşvekişandina ji prensîbên bingehîn ên mafên mirovan û serdestiya îdeolojiya kapîtalîst a baviksalar û hegemonyaya emperyalîst li ser gelan têne diyar kirin, pêwîst e ku ew jî piştgirî bidin jinên Rojava û bi wan re hevgirtinê nîşan bidin. Najat wiha domand: “Wek çalakvanek mafên mirovan û femînîst, ez piştrast dikim ku rewşa ku jin li vê herêmê û herêmên cîran pê re rû bi rû dimînin, binpêkirinek cidî ya prensîbên qanûna mirovî ya navneteweyî û erkên navneteweyî yên di derbarê parastina sivîlan de di demên pevçûnan de, bi taybetî erkên dewletan di bin Peymanên Cenevreyê û rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê ya di Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê û biryarên paşê de ye, pêk tîne.”

‘Mafên wan ên parastin, ewlehî û rûmetê bi eşkere têne binpêkirin’

Najat destnîşan kir ku hedefgirtina jinan, rûbirûbûna wan bi cûrbecûr celebên tundiya li ser bingeha zayendî, an jî dûrxistina wan a ji pêvajoyên biryardayînê divê ne wekî bandorek alî ya şer be û wiha pê de çû: “Divê wekî binpêkirinek sîstematîk ku hesabpirsînê dixwaze were hesibandin. Jinên li Rojava di bin giraniya pevçûnek çekdarî de dijîn ku hebûna wan a civakî wekî qada şer ji bo pevçûn û serdestiyê tê bikaranîn û mafên wan ên parastin, ewlehî û rûmetê bi eşkere têne binpêkirin.”

‘Paşguhkirina jinên li Rojava, wek têkçûnek eşkere di bicihanîna erkên navnetewî de dibînim’

Najat da zanîn ku ji ber nebûna mekanîzmayên bi bandor ên ji bo bicîhanîna biryarên Konseya Ewlehiyê, bi taybetî Biryara 1325 ku parastina jin û keçan ji tundiya di pevçûnên çekdarî de û beşdariya wan a tevahî û bi bandor di hewldanên pêşîlêgirtina aştî û pevçûnan de ferz dike, rewş her ku diçe xeternaktir dibe. Ji ber vê yekê, wê got “Ez paşguhkirina jinên li Rojava, wekî têkçûnek eşkere di bicihanîna erkên navnetewî de û paşveçûnek ji prensîbên mafên mirovan ên bingehîn, pabendbûnên navnetewî û qanûna navnetewî ya ku divê ji bo her kesî derbasdar be dibînim.”

‘Pir girîng e ku meriv van binpêkirinan ronî bike û li kêleka jinên Rojava bisekine’

Najat anî ziman ku tiştê ku li vê herêmê diqewime, wek xwezaya hilbijartî ya gotûbêja mafên mirovan a navneteweyî eşkere dike ku wan di gelek caran de dest pê kiriye ku bibînin, bi taybetî jî di komkujiyên li Xezayê de dibîne û wiha bidawî kir: “Prensîbên parastin û edaletê bi awayekî hilbijartî û cudakar têne bikaranîn û jinên li deverên pevçûnê ji parastin û hesabdayîna rastîn a ji bo sûcdaran bêpar in. Pir girîng e ku meriv van binpêkirinan ronî bike û li kêleka jinên Rojava bisekine. Civaka navnetewî, civaka mafên mirovan û civaka alîkariya mirovî jî divê hevgirtinê bi wan re nîşan bidin û bala mayî ya civaka sivîl a navneteweyî, nemaze rêxistinên ku îdîa dikin ku mafên jinan û mafên mirovan bi gelemperî diparêzin, bikişînin.”