Nahêlin Şerîfê Muhamedî derkeve pêşberî dadgehê
Doza ku der barê Şerîfe Muhamedî de hatiye vekirin, sibê destpê dike. Dadgehê nehişt ku Şerîfe Muhamedî tevlî danişînê bibe, Kampanyaya Parastina Şerîfe Muhamedî diyar kir ku ev bêedaletiyek mezin e.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî ya ku aktîvîsta mafên karkeran e û li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî ye, di 17’ê Kanûnê de li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya doza der barê Şerîfe Muhamedî de hatiye vekirin de, diviyabû danîşîna wê di 14’ê Mijdarê de pêk bê. Lê belê danîşîna ku dihat payîn li Şaxa 2'yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê bê dîtin, ji ber nebûna yek ji dadgerên şaxê, taloqî 19'ê Kanûnê hat kirin. Biryar hatiye dayîn ku rûniştina sibê çê dibe, bê tevlîbûna Şerîfe Muhamedî pêk bê. Parêzeran xwest ku Şerîfe Muhamedî jî beşdarî rûniştina dozê bibe, lê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Rûniştina ku bê Şerîfe Muhamedî bê dîtin niheqiyek eşkere ye.”
Cezayê darvekirinê dane Şerîfe
Dema ku Şerîfe Muhamedî ji ber sûcên derew di girtîgehê de bû, Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî di 12’ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û gotibû, “Dadwerê dosyaya Şerîfe Muhamedî radestî kurê xwe kiriye. Kurê dadwer jî cezayê darvekirinê daye Şerîfe Muhamedî.”