NADA’yê li dijî kareseta mirovî ya li El-Faşêrê bang kir
Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), ji bo parastina sivîlan û rawestandina kareseta mirovî ya li El-Faşêrê bangek mirovî weşand û daxwaza darizandina kesên berpirsyar kir.
Navenda Nûçeyan – Bajarê El- Faşêrê ya li rojavayê Sûdanê ku paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê ye, di bin dorpêçeke tund a Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Rewşa mirovî xirabtir dibe û ji ber êrîşan jiyana bi sed hezaran sivîlan di bin xeteriyê de. Dorpêçkirin û bombebarana domdar, bûye sedema hilweşîna tevahî ya xizmetên bingehîn.
‘Tiştên li El-Faşêrê tê jiyîn karesatek mirovî ye’
Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), îro daxuyaniyek weşand û banga parastina sivîlan û rawestandina karesata mirovî kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Piştî dorpêç, komkojî û birçîbûna bipergalî ya dijwar a du salan berdewam kir, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê El- Faşêrê dagir kirin. Gelê bajêr, berxwedanek qehremanî da û ji bo parastina welata xwe her fedakariyê kirin. Tiştê ku îro li El-Faşêrê tê jiyîn karesatek mirovî ya tirsnake ku gef li jiyana zêdetirî çariyeka milyon sivîlan dixwe û bajêr û seranserê welat, dixe nava qeyranek bêhempa."
Banga parastina sivîlan
Hevpermaniyê di daxuyaniya xwe de, hevgirtina xwe ya bi gelê El-Faşêrê anî ziman û got: "Em demil dest daxwaza parastina ya sivîl û jinan û ji bo jin, zarok û kal û pîr vekirina korîdorên mirovî yên biewle dixwazin. Em bang li civakê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Efrîkayê, hemî hêzên herêmî û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî, qanûnî û mirovî yên der barê tiştên li El-Faşêrê tên jiyîn de bicîh bînin. Her wiha divê hemû kesên berpirsyar li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî bê girtin û hesab bidin."
‘Parastina bajêr erkekî mirovî û exlaqî ye’
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bêdengiya civaka cîhanî ya li dijî bûyerên li El-El-Faşêrê mîna hevkarî û berdana kujeran tê hesibandin: "Rizgarkirina jiyanên bêguneh û parastina vê bajara sembola dîrok û rûmetê, erkek mirovî û exlaqî ye ku nayê paşxistin. El-Faşêrê li ber xwe dide, bang li wijdanê mirovahiyê dike.”