NADA: Kuştina Eftihan el-Meşherî êrîşa li dijî jinên Yemenê ye

Koalîsyona Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) kuştina mudura Fona Xweşikbûn û Paqijiyê ya li bajarê Taizê Eftihan el-Meşherî şermezar kir û vê yekê weke êrîşeke li dijî pêşengiya jinên Yemenê nirxand.

Navenda Nûçeyan – Koalîsyona NADA’yê rayedarên siyasî û ewlehî yên li Yemenê ji kuştina Eftihan el-Meşherî berpirsyar dîtin û vê bang kirin ku kujer demildest werin girtin û derkevên pêşberî dadgehê.

Koalîsyona Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) îro daxuyaniyek de. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me bi êşeke kûr û xemgîniyek mezin bihîst ku Mudrura Fona Xweşikbûn û Paqijiyê ya li bajarê Taizê Eftihan Muhammed Ahmed el-Meşherî ji aliyê kesên xayîn ve nava rojê hatiye kuştin. Bi kuştina wê hemû nirxên ku di jiyana xwe ya civakî de ava kiribûn, hemû fedakarî, sedaqet û nirxên mirovahiyê hatin kuştin.”

Binpêkirina peymanan e

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku vê cînayeta hovane, derhiqûqî ye, binpêkirina mafên mirovan e û hat diyarkirin ku mafê jiyanê hem bi zagonên neteweyî, hem peymanên navneteweyî, ji aliyê–Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Medenî- de ketiye bin temînatê. Her wiha hat gotin ku sûîqesd û binpêkirinên li dijî sivîlan li Yemenê zêde dibin, zirarê didin pergala hiqûqê û aştiya civakî dixin xeterê û wiha hat gotin: “Em otorîteyên siyasî û ewlehî ji vê yekê berpirsyar digrin, dixwazin kujer demildest werin girtin û darizandin.”

Koalîsyona NADA’yê bal kişand ser van xalan:

“Ji bo ku pêşî li bêcezkirinê were girtin û ji nû ve bawerî bi saziyên dewletê çêbibe divê lêpirsîneke zelal û serbixwe were destpêkirin. Em bang dikin ku ji bo parastina sivîlan, destnedana hiqûqê mezintir bibe, bi taybetî ji bo aktivîstên jin ên di qada giştî de dixebitin werin parastin. Kuştina
Eftihan el-Meşherî nîşan dide ku çanda şîdet û terorê çiqas bi bandor e. Xwîna wê ya paqij dê ji bo edalet, wekhevî û jiyana bi rûmet û ewle ya hemû kesan û berdewamiya têkoşînê bibe çavkaniya motîvasyonê.”