Mûna Yûsif: Bêyî rizgarkirina herêmên dagirkirî tu çareserî çênabe

Endama rêveberiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mûna Yûsif tekez kir ku armanca dewleta Tirk nûkirina peymana Edeneyê û pêkanîna berjewendiyên xwe ye û got ku bêyî rizgarkirina herêmên dagirkerî tu çareserî çênabe.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Dewleta Tirk ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê bi taybet herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav hewildanan de ye. Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa bike hinek tifaqên salên borî dike rojev û dixwaze êrîşên xwe rewa dike. Yek ji wan tifaqan jî tifaqa ku di sala 1998’an de di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû îmzekirin (Tifaqa Edeneyê) e. Îro li ser vê bingehê dewleta Tirk dixwaze vê peymanê nû bike û berjewendiyên xwe pêk bîne. Têkildarî vê mijarê endama rêveberiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mûna Yûsif ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Tifaqa Edeneyê li ser gelên Sûriyeyê xeterek mezin e’

Endama Rêveberiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mûna Yûsif da zanîn ku bi hewldanên civaka navneteweyî, Misir û Îranê ji ber îhtîmala pevçûnên leşkerî di navbera Enqere-Şamê de, rêveberiya Şamê anîn rewşeke wisa ku daxwazên Tirkiyeyê bi cih bîne û di 20’ê Cotmeha 1998’an de heyetên her du welatan li Edeneyê hatin ba hev, mutabaqata Edeneyê îmze kirin. Mûna Yûsif diyar kir ku bi mutabaqata Edeneyê ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê rê vebûye û wiha domand: “Mutabaqata Edeneyê ya di sala 1998’an de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de pêk hat, gavek ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bû. Îro jî dewleta Tirk hewl dide bi wê yekê planên xwe yên dagirkeriya herêmê berfirehtir bike. Em vê mutabaqatê li ser pêşeroja gelên Sûriyeyê bi xeter dibînin. Îro dagirkeriya ku li ser axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê kirin, yek ji encamên vê ye lewma em vê mutabaqatê qebûl nakin û dibêjin ku rizgarkirina herêmên dagirkerî yek ji riyên bingehîn ên çareseriya krîza Sûriyeyê ye.”

‘Rizgarkirina herêmên dagirkirî yek ji çareseriyên bingehîn ên krîza Sûriyeyê ye’

Mûna Yûsif bal kişand ser girîngiya diyaloga Sûrî- Sûrî û wiha anî ziman: “Di Sûriyeyê de ji bo çareseriya krîzan jin xwedî rol û misyoneke mezin in. Ji bo wê em bang li tevahî jinên ku di nava hewldanên çareserkirina krîzê û pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî de ne, dikin ku rê nedin kesên derveyî Sûriyeyê mudaxele ji bo çareseriya krîzê bikin. Ji ber ku yek ji çareseriya bingehîn, rizgarkirina herêmên dagirkerî ye û yên ku vê krîzê çareser bikin gelên Sûriyeyê bi xwe ne. Gelên Sûriyeyê bi salan e bedelên giran didin. Koçberî, komkujî, êriş û qirkirin didome. Îro erka her jinê ew e ku civakê zana bike û bide zanîn ku mutabaqata Edeneyê û xwestina nûkirina wê, xeteriyek mezin li ser siberoja Sûriyeyê û gelên wê çêdike.”

‘Li herêmên dagirkirî sûcên dijmirovî tên kirin’

Mûsa Yûsif destnîşan kir ku li gelek herêmên Sûriyeyê weke Serêkaniyê, Efrîn, Bab û Ezaz sûcên dijmirovî ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin û wiha domand: “Li herêmên dagirkirî gelên Sûriyeyê rastî lêdan, qetilkirin, destdirêjî, revandin, binçavkirin û talankirinê tên. Çawa dewleta Tirk bi hicetên cuda û peymanan dixwaze krîza Sûriyeyê kurtir bike. Sedema qirkirin, lêdan û krîzan dewleta Tirk bi xwe ye. Ger dewleta Tirk dixwaze krîza li Sûriyeyê were çareserkirin pêwîst e xwe ji xaka Sûriyeyê bikşîne da ku gelên Sûriyeyê bi rehetî û ewlehî bijîn lê îro her kes dizane û gihîştiye wê baweriyê ku dewleta Tirk bikeve li ku jê dernakeve û dixwaze xaka Sûriyeyê zêdetir dagir bike û ji xêr û bêrên wê sûdê bigre.”

‘Divê hikûmeta Şamê bi erk û berpirsyariya xwe rabe’

Mûna Yûsif bang li hikûmeta Şamê kir ku bi erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî xak û gelên Sûriyeyê rabe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bang li hikûmeta Şamê dikin ku bi dewleta Tirk re hevkariyê neke, ji ber ku dewletek dagirker e. Divê hikûmeta Sûriyeyê, berpirsyariya xwe ya li hemberî xaka Sûriyeyê û gelên wê bi cih bîne û xaka dagirkirî rizgar bike, gelên ku rastî tunekirin û hemû sûcên dijmirovî tên li herêmên dagirkirî, rizgar bike. Em careke din dibêjin divê hikûmeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re rûnê û bi hev re xaka Sûriyeyê rizgar bikin da ku siberoja gelan serkeftî be. Mixabin hikûmeta Şamê heya roja îro bi berpirsyariya xwe ya li hemberî gelên Sûriyeyê ranebûye û parastina xaka xwe nekiriye.”