Mujgan Îlanlo li gel hevjîn û keça xwe hatin binçavkirin

Fîlmçêker û çalakvana mafê jinan Mujgan Îlanlo, ligel hevjîn û keça xwe hatin binçav kirin. Hêzên ewlehiyê li ser mala wan de digrin û wan desteser dikin.

Navenda Nûçeyan – Roja Yekşemê, 15’ê Adara 2026’an, Fîlmçêker û çalakvana mafê jinan û girtiya siyasî  ya berê Mujgan Îlanlo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bi cilên sivîl ve di serdegirtina mala wê de, hate binçavkirin.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, hêzên ewlehiyê bêyî biryarek a dozgeriyê ketine mala wê. Hate diyarkirin ku di navbera Mujgan Îlano û hêzên ewlehiyê de pevçûnek fizîkî çêbûye û bi tundiyê mudaxele hate kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku hevjînê Mujgan Îlanlo, çêkerê sînemayê Muhemmed Pîrhadî û keça wê Leyla Pîrhadî jî hatin binçavkirin.  

Heta niha derbarê saziya ku ew binçavkirine, sûcên wan û li kuderê tên ragirtin ti agahî nehatine parvekirin.