Muhafizên Şoreşê gef li welatiyan dixwin

Hêzên Muhafizên Şoreşa Îslamî gefê li welatiyên ku li ser xeta sînorî ya Herêma Kurdistanê dijîn dixwe, diyar kirin ku mafê wan yên çûyîna xeta sînor nîne. Şertên şer wek hincet nîşan didin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di rapora îro weşandî de, ragihand ku gef li welatiyên li deverên sînor ên Pawe, Merîwan, Bane û Serdeştê dijîn hatiye xwarin.  

Li gorî raporê, hêzên Muhafizên Şoreşê, gef li welatiyên ku li xeta sînor a Herêma Kurdistanê dijîn xwariye û di mijara çûyîn û hatinê de ya li ser xeta sînor ew hişyar kirine. Her wiha şertên şer wek hincet nîşan dan û gotin ku ew hêzên leşkerî xwedî erkê guleberandana li ser welatiyane.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî agahiyên welatiyên li deverên sînor yên Pawe, Merîwan, Bane û Serdeştê dijîn, hêzên Muhafizên Şoreşê yên Artêşa Sînor qereqolên sînor vale kirine û li mizgeftên gund û deverên çiyayî bi cîh bûne.

Hate diyarkirin ku ev hêz hemû tevgerên ber bi deverên sînor ve qedexe kirine û kesên ku li van deveran hatine dîtin bêyî hişyariyekê gefa ku wê gule li wan were reşandin xwarin e.

Duh, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê li bajarên Kurdan li mizgeft, dibistan, saziyên dewletê, navendên werzîş û çandî bicihbûne.

Li gorî raporê, tevî nerazîbûnên gel, hêzên leşkerî hîn jî li cihên bicihbûnê dimînin. Hate diyarkirin ku li hinek gundan gel rû birûyî hêzên Muhafizên Şoreşê hatine û zorî li wan hatiye kirin, gel xwestine ew ji mizgeft û qadên din ên civakî derbikevin.