MSF: Li Xezayê rawestandina xebatên me biryara karesatê ye

Sekreterê Giştî yê MSF’ê, hişyarî da ku li Xezayê biryara Îsraîlê ya rawestandina xebatên rêxistinê, dê li ser gel "bandorên karesatbar" ava bike û diyar kir ku rayedarên Îsraîlê rêxistinên mirovî neçar dike ku hilbijartinek ne gengaz bikin.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya qeyrana mirovî ya li Xezayê de, biryara rawestandina xebatên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê mîna gaveke pir xeternak tê dîtin. Ji ber ku bi sed hezaran kes bi xizmetên bijîşkî û mirovî yên ku ji hêla rêxistinê ve tên mîsogerkirin ve girêdayî ne.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bîjîşkên Sînornenas (MSF) got ku biryara Îsraîlê ya heta dawiya Sibatê rawestandina xebatên li Xezayê, dê ji bo gelê di bin dorpêçê de bibe "encamên karesatbar". Rêxistinê daxwaza Îsraîlê ya ji bo lîsteyên karmendan mîna "astengiyek li pêşiya alîkariya mirovî" bi nav kir û destnîşan kir ku di sala 2025’an de wan zêdetirî 800 hezar şêwirmendiyên bijîşkî, zêdetirê 100 hezar dermankirina birînan û 700 milyon lître av mîsoger kirine.

Rêxistinê, diyar kir ku ji meha Kanûna 2025’an û vir ve nekarî pêdiviyên bijîşkî bîne Xezayê û Îsraîlê hişyarî daye wan ku di nav 6 rojan de herêmê biterikînin û roja dawî, 28’ê Sibatê ye. Rêxistinê, da zanîn ku sedema neparvekirina lîsteyên karmendan jî mîsogernekirina garantiyên ewlehî, parastina daneyan û serxwebûna operasyonel a Îsraîlê ye.

Rayaderê NY’ê, diyar kir ku biryara Îsraîlê ya rawestandina xebatên li Xeza û Şerîaya Rojava "hincetek ji bo astengkirina alîkariya mirovî ye”û rêxistinan di navbera ewlehiya personel û alîkariya nexweşan de neçarî hilbijartinek ne gengaz dike.

Sekreterê Giştî, destnîşan kir ku pêşkêşkirina lîsteyên personel bêyî garantiyên ewlehiyê red dike û li Xezayê ji Cotmeha 2023’an û vir ve hezar û 700 karmendên tenduristiyê hatine qetilkirin û 15 ji wan endamên rêxistinê bûne. Sekreterê Giştî, Îsraîlê bi awayekî pergalî qelskirina rewatiya rêxistinê re tawanbar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina qedexeyê zextê li Îsraîlê bike.