MSD û şandeya Suweydayê li ser rewşa siyasî hevdîtinek pêkanîn

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî û Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya MSDˊê Şêra Osê şandeya Swêdayî pêşwazî kir.

Navenda Nûçeyan – Di hevdîtina navbera hevserokatiya MSDˊê û şandeya siyasî ya Swêdayî de peymana 29ˊê Çileyê, amadekirina rêyeke diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ya ji bo çareseriya siyasî ya berfireh hat nîqaşkirin.

Li gorî malpera MSDˊê, di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî yên siyasî yên li Sûriyeyê, rêbazên piştevaniya hewldanên tesbîtkirina aramiyê û xurtkirina çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.

Her dû alî bal kîşandin ser peymana 29’ê Çileyê

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ku gaveke bingehîn a rawestandina xwînrijandinê û paratina sivîlan e. Divê hêzên siyasî yên li Sûriyeyê rola xwe ya neteweyî di vê pêvajoyê de bilîzin û li ser nêzîkbûna nêrînan bixebitin ku rê li ber diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were vekirin.

Di berdewama hevdîtinê de her du aliyan li ser pêwîstiya vegera ewle û bi rûmet a koçber û penaberan li deverên xwe, bidawîkirina dorpêça li ser bajarê Kobanê axivîn.

‘Rola jinê di xebata siyasî de roleke teware ye’

Têkildarî mijarê jinê jî hat gotin ku rola jinê di xebata siyasî de roleke teware ye û divê mafên wê giştî di her destûreke bê ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Her du aliyan got her rêveçûneke destûrî ya serkeftî divê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne û rêgeza hemwelatîbûna wekhev biparêze, pirrengiya neteweyî, olî û çandî nîşan bide.

Hevseroka MSDˊê Leyla Qereman bal kişand ser girîngiya rêveçûna pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê û pêwîstiya damezrandina pergala siyasî ya li ser bingeha nenavendî, pirrengî û demokrasiyê.