Moşekên balîstîk li Tel Avîvê ketin, avahiyek li Kumê hedef hat girtin

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, ku bi êrîşên hevbeş re rû bi rû maye, di roja xwe ya 9’an de berdewam dike. Bombeyên Îsraîlê avahiyek li Kumê hedef girtin, Îranê jî bi mûşekên balîstîk li Tel Avîvê da.

Navenda Nûçeyan – Pêvajoya ku bi bombebarana Îsraîlê ya li ser Îranê di 13ê Hezîranê de dest pê kir, di roja xwe ya 9’an de bi êrîşên hevbeş berdewam dike. Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku artêşa Îsraîlê li tesîsa nukleerî ya li Îsfahanê xistiye. Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmî, her wiha hatiye destnîşankirin ku ti rijandina nukleerî çênebûye.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê; Di demekê de ku binesaziya leşkerî ya li deverên rojava û navendî yên Îranê bû hedef, Îranê bi şev bi mûşekên balîstîk êrîşî Tel Avîvê kir. Li paytext Tel Avîv û her wiha li bajarên Heyfa û Berşevayê tevahiya şevê dengê sîrenan nesekinî. Li gorî medyaya Îsraîlê, di êrîşên tolhildanê yên Îranê de 25 mûşek hatine avêtin. Hate diyarkirin ku 6 ji wan li Tel Avîv, Heyfa û Berşevayê ketine.

Fermandarê Pasdarên Şoreşê Koça Dawî Kir

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku fermandarê Lîwaya Duyem a Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov ên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, Emînpûr Cudekî jî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku navendên avêtina mûşekan û rampên li rojavayê welêt hatine hedefgirtin. Ji aliyekî din ve, hat destnîşankirin ku depo û xalên avêtina mûşekan li navenda Îranê jî ji aliyê balafirên şer ve hatine hedefgirtin.

Balafirên Îsraîlê avahiyek li Kumê kirin armanc

Televîzyona dewletê ya Îranê jî êrîşa li ser avahiyek apartmanan li bajarê Kumê ya li başûrê paytext Tehranê ku ew wekî "êrîşek terorîstî" bi nav kir, ragihand. Li gorî daxuyaniyek ji aliyê rayedarên herêmî yên Îranê ve, hedef penthousa avahiyek apartmanan a çar qatî li taxa Salariya ya Kumê bû. Hat ragihandin ku di êrîşê de ciwanek 16 salî jiyana xwe ji dest daye.

Helwesta bêbiryar a Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pevçûnê berdewam dike. Trump duh di daxuyaniyekê de got, "Dibe ku hewcedarî bi destwerdanê nebe." Trump bi gotina ku rawestandina Îsraîlê dijwar e, diyar kir ku Îsraîlê di 9 rojan de serdestî bi dest xistiye. Trump "du hefteyên" ku wî daye Îranê bi bîr xist û got, "Ev du hefte ji bo ku Îranî hişê xwe bidin serê xwe bes in. Em ê bibînin ka ew çi dikin."