MKG û DFG: Rojnameger rasterast hedef hatin girtin
DFG û MKG’ê binçavkirina rojnamegerên çalakî dişopandin şermezar kir û xwest zext û sansûra li ser rojnamegeran were bidawîkirin.
Amed- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî binçavkirina rojnamegeran û sansûra li ser çapemeniyê, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin.
Seroka MKG’ê Roza Metîna, di daxuyaniyê de got ku bi êrişên ser rojavayê Kurdistanê hemwext hesabên ajansan û rojnamegeran hatine astengkirin. Roza Metînayê 5 rojnamegerên dema çalakiyên protestoyî yên li Nisêbînê dişopandin hatin binçavkirin bi bîr xist û got ku ew ê tu caran dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.
‘Rojnameger rasterast hedef hatin girtin’
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî got ku piştî êrişên ser Rojava, tundiya li dijî rojnamegeran jî hatiye zêdekirin û tundiya li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê li rojnamegeran hatiye kirin bi bîr xist. Çîçek, got ku rojnameger bi awayekî keyfî tên astengkirin û rojnameger rasterast hedef hatine girtin. Çîçek, got ku nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç di 17’ê Çileyê de hate girtin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê gelek caran rastî êrişan hatine û hatine binçavkirin. Çîçek, got ku 5 rojnamegerên li Nisêbînê jî bi lêdanê hatine binçavkirin, kamerayên wan hatine şikandin û ekîpmanên wan hatine desteserkirin. Çîçek got ku rojnameger Ahmet Un, Metîn Yoksu û Bekir Şeyhanli jî li Rihayê hatine derbkirin û birîndarkirin.
‘Ji 6’ê Çileyê heta niha 7 rojnameger hatine binçavkirin’
Selman Çîçek, got ku êrişa li dijî çapemeniyê tenê bi êrişên fîzîkî bisînor nemaye û ji 6’ê Çileyê heta niha hesabên X’ê yên Ajansa Mezopotamyayê 4 aran, yên JINNEWS’ê 2 caran û yên Rojnameya Yenî Yaşamê, Ajansa Welat, ETHA, Ozguruz TV, Kovara Alinteriyê, Kovara Çarkê û Medya Haberê jî carekê hatine astengkirin. Çîçek, got ku di heman pêvajoyê de malperên webê yên MA û JINNEWS’ê jî hatine astengkirin û hesabên MA, JINNEWS’ê yên Instagramê, ya Ajansa Welat a TikTok’ê, ya Medya Haberê ya YouTube’yê hatine girtin. Çîçek, got: “Di nava 24 saetan de du caran girtina hesabên X’ê yên MA’yê asta zexta li ser azadiya çapemeniyê nîşan dide.” Çîçek, got ku hesabên zêdetirî 100 rojnamegeran hatine astengkirin. Çîçek got ku ji 6’ê Çileyê heta niha 7 rojnameger hatine binçavkirin, yek hatiye girtin, 2 malper hatine girtin û 25 weşan hatine astengkirin.
Nûnerê Herêma Amedê yê DÎSK Basin-Îşê Hakki Boltan jî dê rastî di tariyê de nemîne û ew ê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin.
Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng nabe” bi dawî bû.