MKG û DFG: Êrîşên li dijî Rojava sûcên dijî mirovahiyê ne

MKG û DFG'ê têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku tiştê li Rojava diqewime ne tenê pevçûnek navxweyî ya herêmî ye; her wiha krîzek hebûnî ya giran e ku di derbarê hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û wijdanê hevpar ê mirovahiyê de ye.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî êrîşên bi hevkariya Tirkiye û HTŞ'ê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên, daxuyaniya nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên di hefteyên dawî de zêde bûne, bi awayekî zelal gefên tunekirina girseyî ya li dijî hebûn û destkeftiyên gelê Kurd nîşan didin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ji bo rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên mafên mirovan û hemû rewşenbîrên xwedî wijdan:

Tiştê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) diqewime ne tenê pevçûnek navxweyî ya herêmî ye; ew krîzek hebûnî ya giran e ku di derbarê hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û wijdanê hevpar ê mirovahiyê de ye. Êrîşên di hefteyên dawî de zêde bûne, bi awayekî zelal gefên tunekirina girseyî ya li dijî hebûn û destkeftiyên gelê Kurd nîşan didin.

Dîmenên ji qadan nîşan didin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya wekî Tehrîr el-Şam (HTŞ) tê binavkirin, ligel komên çekdar ên ku piştgiriyê didin wan, hêmanên ku berê bi DAIŞ'ê ve girêdayî bûn û gelek çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, êrîşeke hemwext li ser Rojava dane destpêkirin. Nîşaneyên xurt hene ku ev pêvajo di çarçoveya hevsengiyên hêzên herêmî û peymanên navneteweyî de ji berê ve hatiye plankirin. Bi rastî, peymana ku HTŞ'ê li Parîsê, di bin çavdêriya çavdêrên Emrîkî de bi Îsraîlê re çêkir, cewherê vê planê zelal dike. Êrîşên li dijî Kurdan yekser piştî vê peymanê dest pê kirin.

Armancên destpêkê yên êrîşan taxên Kurdan ên li Helebê bûn; pevçûn zû belavî xeta Kobanê û Hesekê bûn. Di heman demê de, hedefgirtina girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê lê ne, afirandina valahiyên ewlehiyê û berdana gelek hêmanên radîkal ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo ewlehiya herêmî û cîhanî jî rewşek pir xeternak afirand.

‘Jin, zarok û kal û pîr rasterast bûne hedef’

Li wargehên ku êrîş lê hatiye kirin, îdiayên cidî yên binpêkirinên mafên mirovan hene. Di nav de darvekirin, koçberkirina bi darê zorê, îşkence û talankirina sivîlan heye. Jin, zarok û kal û pîr rasterast bûne hedef; jiyana sivîlan bi awayekî sîstematîk hatiye felckirin. Bajarên ku Kurd lê dijîn ji elektrîk û avê hatine bêparkirin. Bi vê re bi bandor serjimarek mehkûmî birçîbûnê kiriye. Ev hemû pêkanîn sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne, wekî ku di qanûna navneteweyî de bi zelalî hatine destnîşankirin.

Rojava yek ji wan cihan e ku di şerê cîhanî yê li dijî DAIŞ'ê de bedelên herî giran lê hatine dayîn. Îro, li heman herêmê, mirovên ku duh ji bo parastina mirovahiyê canê xwe dan, bi dîwarekî bêdengiyê re rû bi rû dimînin. Heta ku ev bêdengî berdewam bike, tundî û bêcezatî kûrtir dibe. Wekî din, kampanyayeke dezenformasyonê ya cidî heye, bi taybetî ji aliyê medyaya Tirk ve. Bi vê re hewl dide komkujiyên li dijî Kurdan veşêre.

‘Jiyana rojnamevanên êrîşên li Rojava radighînin di xeterê de ye’

Her wiha em dixwazin diyar bikin ku jiyana rojnamevanên ku êrîşên li Rojava ji raya giştî ya cîhanê re radighînin di xeterê de ye û ev êrîşek li ser mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye. Em bang li dezgehên medyayê yên navneteweyî dikin ku li kêleka hevkarên me bin û dengê wan bilind bikin da ku rojnamevanên ku pêkanînên nemirovane yên navneteweyî û sûcên şer belge dikin, bikaribin bi awayekî azadtir bixebitin.

Ji bo rojnamevanan pir girîng e ku bûyeran bi awayekî objektîf ragihînin, ji dezenformasyon û agahiyên şaş dûr bisekinin, ji ber ku ev aliyekî girîng ê etîka rojnamevaniyê ye.

Loma em dibêjin;

*Divê rojnamegeriya dîtbar û azad li ser tiştên li Rojava diqewimin bên dîtin,

*Divê tiştên li qadan şahidiya wê tên kirin û binpêkirina mafan bi israr di rojevê de bên hiştin, 

*Em bang li raya giştî ya navneteweyî, bang li hikûmet û saziyan dikin da ku bi awayekî lezgîn berpirsyariya xwe bi cih bînin, 

*Divê êrîşa qirkirinê ya li dijî kurdan bê sekinandin, divê korîdorên alîkariya mirovan û parastina sîvîlan bên vekirin û divê zexteke raya giştî ya bi bandor bê avakirin. 

Ev ne bangek ji bo girtina alîyekî ye; ev bangek ji bo parastina jiyan, edalet û rûmeta mirovan e. Ji bo ku tiştên li Rojava diqewimin di tariyê de nemînin, em hewceyî pênûs, gotinên we û cesareta we ne.

Divê neyê jibîrkirin ku dîrok ewê ne kesên ku bêdeng dimînin, kesên ku rastiyê dibêjin û ji cîhanê re didin zanîn, bi bîr bîne.

Bi rêzdarî...”