MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da

MKG’ê têkildarî rojnameger Zeynep Durgut ku gef lê hatibûn xwarin daxuyanî da û wiha hat gotin: “Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut ku “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxistibû holê û ji hêla malbata Kenan Tatar ê di dosyayê de tê darizandin ve gef lê hatibûn xwarin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. 

 MKG’ê wiha got: “Nûçegihana me Zeynep Durgut ku li Şirnexê ‘Çeteya Fihûşê’ derxistibû holê, ji hêla malbata yek ji kiryarên dosyayê, Kenan Tatar ve gef lê hat xwarin. Ev gefên li dijî rojnamegera ku peywira xwe kiriye nayên qebûlkirin. Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”