Mizgîn Xelîl: Em ê li dijî siyaseta înkarê têkoşîneke mezin raber bikin
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl teqez kir ku ew têkoşîna xwe ya ji bo misogerkirina reng, hebûn û nasnameya jinan li Sûriyê bi îsrar berdewam dikin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Xebatên entegersyona herêma Rojavayê Kurdistanê ya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê de berdewam dikin. Di vî warî de hikumet di mijara qebûlkirina jinan de astengiyên pir mezin derdixe û li dijî hebûna jinan di pergala Sûriyeyê de serî li polîtîkeyên înkarê dide.
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Xelîl helwest û nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Li Sûriyeyê bi qasî tê xwestin xebatên avakirinê nayên kirin’
Mizgîn Xelîl di destpêkê de bal kişand ser pêvajoya nû ya li Sûriyeyê tê jiyîn û wiha got: “Sûriye piştî 15 salan ji aloziyê em dibînin niha di pêvajoyeke nû re derbas dibe û her diçe pergala wê ya nû şekil digre. Girêdayî vê yekê divê di avakirina pergalên nû de kêmasiyên hatine jiyîn, pirsgirêk û aloziyên heyî alternatîfa wan were pêkanîn û li gorî wê sîstemeke ku bibe bersiv ava bibe. Yanî ya niha li Sûriyeyê tê xwestin ev e. Divê pêşeroja wê li gorî daxwaz û hêviyên gelê wê be.”
‘Jin bi zanebûn tên paşxistin’
Mizgîn Xelîl behsa rewşa jinan di nava rewşa heyî de kir, teqez kir ku jin tên paşxistin û wiha domand: “Pêşveçûnên ku niha li Sûriyeyê xwe didin der û bi taybetî di warê rewşa jinan de, ne li gor hêvî û projeyên me ne. A niha li Sûriyeyê 21 wezaret hene lê em dibînin jin di nav de tune ne ango bi hejmareke pir kêm nûnertiya vîn û hebûna jinan nabe. Di heman demê de li Sûriyeyê parlamentoya gel qaşo hat avakirin lê çi bû? Me dît di asta namzediyê de, desteya hilbijartina giştî û komîteyên wê her wiha di diyarkirina kotayê de, jin hatin paşxistin. Bi giştî jin di dezgehên rêveberî, zagonî, civakî û hwd. tune ne.”
‘Jinên Sûriyeyê dikarin roleke dîrokî di avakirinê de bilîzin’
Mizgîn Xelîl diyar kir ku jinên Sûriyeyê xwedî potansiyeleke mezin a avakirina Sûriyeyê ne û wiha domand: “Mirov dikare teqez bike ku jin bi polîtîkeyeke bi zanebûn ji her qadê tên paşxistin û rê li ber wan tê girtin. Lê ger em li rastiya jinên Sûriyeyê binêrin, em ê bibînin ku jinên li vê erdnîgariyê gelek zana û rewşenbîr in. Di heman demê de xwedî têkoşîneke mezin in, di dikarin roleke mezin di diyarkirina çarenûsa Sûriyeyê û avakirina pêşerojê wê de bilîzin. Lê jin rastî siyaseta paşxistinê tên û heman sînaryo tê dubarekirin.”
‘Em ê bi têkoşîneke xurt mafên xwe misoger bikin’
Cîgira Encuemenca Cîbicîkar a Kobanê Mizgîn Xelîl di dawiyê de teqeziya domandina têkoşîna jinan kir û wiha bi dawî kir: “Di vî warî de divê ev rastiya li Sûriyeyê tê jiyîn ji aliyê şobînerên dosyaya Sûriyeyê ve were destgirtin û rê li ber vê siyasetê were girtin. Di heman demê de ji aliyê rayedar û berpirsên Sûriyeyê ve, pêwîst e ji bo avakirina tewazinê û pergaleke xwe bispêre demokrasiyê rê li ber beşdarbûna jinan li tevahî qadan were vekirin. Bêguman weke jin em ji roja yekem heta niha xwedî vê têkoşînê ne. Em hewl didin mafên xwe bi riyên destûrî û hiqûqî di Sûriyeyê de misoger bikin. Em bang li tevahî jinên Sûriyeyê dikin ku van polîtîkayan qebûl nekin û em ê bi hev re têkoşîneke hevpar bidin meşandin.”