Mizgîn Cutkar: Banga dîrokî ji bo jinan riya rizgariyê ye
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Mizgîn Cutkar destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk", riya rizgarkirina jinan a ji koletiyê ye.

AVRÎN NAVDAR
Dêrazor – Di demên dawî de Sûriye jî di nav de dewletên Rojhilata Navîn, gelek geşedanên siyasî û leşkerî dîtin. Ev geşedan jî herî zêde bandorê li ser jinan dikin. Di nava van geşedanan de û bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama xwe ji jinan re şand. Bi riya vê peyamê ji jinan re rê hat vekirin ku xwe rizgar bikin û civakek demokratîk a tê de xwedî rol bin, ava bikin.
'Banga dîrokî riya rizgarkirina jinan ji koletiyê ye'
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Mizgîn Cutkar diyar kir ku pêwîstî bi lêvegerînek ji bo dîroka xwedewandan heye û ji bo avakirina civakek demokratîk pêwîstî bi têkoşînê jî heye. Mizgîn Cotkar banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" mîna riya rizgarkirina jinan a ji koletiyê pênase dike û wiha dibêje: “Jinên têkoşer ji bo pêkanîna xeyalên xwe û bidestxistina mafên xwe gelek bedelên giran dan. Lê pêdîvî hê jî bi kedê heye ku hemû mafên xwe bi taybetî yên siyasî, bi dest bixe. Rêber Apo bi hêza jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya 26 salan di zîndana Îmraliyê de didomîne. Jinan li vê herêmê çalakiyên xwe yên civakî, rêxistinî û diplomasî xurtir kirin û di hemû qadên jiyanê de rol dilîzin.”
'Sosyalîzm û demokrasî girêdayî hev in'
Mizgîn Cutkar li ser bingeh û prensîbên sosyalîzma demokratîk û taybetmendiyên kesayeta sosyalîst ku divê mêr bi jina azad re bijî, axivî. Mizgîn da zanîn ku sosyalîzm destpêkê di wekheviyê de xwedî rolek aktîf bûye û wiha got: “Ji ber rola jinan di nav pergalan de ne aktîf bû, sosyalîzmê xwe spart hinek aliyên din. Ji bo ku em vegerin ser bingeha sosyalîzmê, divê em demokrasiyê ji nû ve bigrin dest. Herdu têgehên sosyalîzm û demokrasî jî, girêdayî hevdu ne. Têgîna Netewa Demokratîk ne tenê azadiya jinan azadiya mêran jî digre dest. Rêber Apo destnîşan dike ku jin bingeha civakê ye, ji ber vê jî em hewl didin cewhera jinê carek din vegerînin.”
'Şoreşa Rojava bi pêşengiya jina têkoşer destpê kir'
Mizgîn Cutkar bal kişand ser tecrûbeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Me bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gelek sazî û dezgehên xwe li herêmê di nava şoreşa Rojava de vekir. Jin li kêleka karê siyasî û diplomasiyê, li Rojava di milê leşkerî de jî pêşengiyê dikin. YPJ li Rojava bûye sembola jina azad û têkoşêr. Şoreş jî bi pêşengiya jinan hat birêvebirin. Divê bêhtir jinên Rojavayî berpirsyara rizgarkirina jinan ji koletî û bindestiyê hildin û bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe bighînin hemû jinên cîhanê.”
'Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em ê civakek azad ava bikin'
Mizgîn Cutkar derbarê jin û tevgerên jinan çawa dikarin li dijî tundiya zayendî û feraseta mêr têbikoşin û derfeta misogerkirina çanda jina azad de jî wiha got: “Tundiya li ser jinan û derdên ku di vê pêvajoyê de jiyane, hemû ji ber ramana desthilatdar û olî ya mêran e. Destdirêjî û tecawizkirina jinê wek qetilkirinê tê dîtin. Ji bo ku em civakê rizgar bikin an jî vê qonaxê derbas bikin, divê em xwedî bîrdoziyek bi hêz û îrade bin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan azadî' em ê pêşeroja jin û civakê ava bikin ku di nava azadî, ewlekarî û jiyaneke hevpar de li ser esasê rêzgirtina ji kesên din, ol û neteweyan re bê avakirin."
'Ji bo avakirina Sûriyeke azad pêdivî bi têkoşînê heye'
Mizgîn Cutkar li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aşîtî û Civaka Demokratîk" û peyama ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daye jî rawestiya. Mizgîn diyar kir ku ev banga dîrokî sembola aştî, ewlehî û rizgariya ji şerên ku bandoreke mezin li jin û zarokan kirî ye û wiha berdewam kir: “Jinan dema ku peyama Rêber Apo û banga wî bihîstin, gelek kêfxweş bûn. Ev peyam hevgirtina jinên ji pêkhateyên cuda yên herêmê nîşan da. Pêdiviya berfirehkirina xebatên saziyên jinan li herêmê bi taybetî bi Kombûna Jinan a Zenûbiya heye. Ji bo ku em Sûriyeke demokratîk û piralî ava bikin, divê em têkoşîna xwe bi hemû jinên Sûriyeyê re parve bikin.”