‘Mîrateya Sakîne, Fîdan û Leyla misogeriya azadiya jin e’

Endama kordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê got: “Mîrateya ku ji têkoşerên komkujiya Parîsê ji bo hîştin, em bi têkoşîn, rêxistinbûn û berxwedana xwe hemêz dikin û xwedî lê derdikevin.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Di 9’ê Çileya 2013’an de Mîtên dewleta tirk yên li paytexta Firasa Parîsê komkujiyek li ser sê jinên Kurd yên têkoşer pêk anî. Di vê komkujiya ku yekser fermana wê ji dewleta tirk hat girtin, Sakîne Cansiz ku yek ji damezrînerên PKK’ê û xebatên dîplomatîk li Firansa dikir, her wiha nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Li ser vê komkujiyê re 13 sal derbas dibin, heta niha jî ji aliyê hikûmeta Firansyê ve ev bûyer nehatiye ronî kirin ku herî dawî careke din di 23’ê Kanûna 2022’an de dewleta tirk komkujî dubare kir û endama Desteya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermendê Kurdî Mîr Perwer û welatparêz Ebdurehman Kizil hatin qetilkirin. 

Bi wesîleya 13’emîn salvegera komkujiya Parîsê, endama kordînasyona Kongra Star ya kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xûnav Xelîl ji ajansa me re axivî.

‘13’e sal in ku dewleta tirk nehat cezakirin’

Xûnav Xelîl di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku piştî 13 salan lêpirsîna komkujiyê bi encam nebû û got: “Têkoşerên ku di komkujiya Parîsê de bûn leheng di dîroka tevgera Kurdistanê û ya jin de xwedî rolên girîng û bi wate bûn. Ev bûyer di encama komployeke navdewletî de pêk hat ku serkêşiya wê dewleta tirk bû. 13 sal derbas bûn û her kes dizane ku berpirsên vê komkujiyê kî ne, lê mixabin ku lêpirsînên hatine kirin neghîştin tu encamê.”

‘Sê pêşengên têkoşîna azadiya jin hatin dedefgirtin’

Xûnav Xelîl a ku got; “Heval Sakîne, Fîdan û Leyla jinên wiha bû ku xwedî vîn û têkoşîneke bi bandor bûn di nava tevgerê de” wiha bal kişand ser jiyan û têkoşîna hersê têkoşeran: “Dema em behsa têkoşîn û berxwedana jin Kurd dikin, yekser ev hersê heval tên bîra me. Bi taybet jî şehîd Sakîne ku yek ji damezrînên tevgera Kurd e, gotin têrê nake ku em têkoşîna wê pênase bikin. Di berxwedana  zîndana Amedê de têkoşer Sakîne navekî ku li dijî hişmendiya mêr-dewlet û netew-dewlet têkoşiya, berz dibe. Jineke wiha bû ku di kesayeta xwe de nûnertiya jina azad û berxwedêr kir û dikarbû li dijî hemû cûreyên qirkirinê pêşengiyê bike. Ji bo vê jî ev hersê hevalên ku bi qehremanî têkoşiyan, ji bo jinên Kurd mîrateyeke mezin hîştin ku em îroj li ser şopa wan têkoşîna xwe berdewam dikin.”

‘Em xeta şehîd Sakîne, Leyla û Fîdan dişopînin’

Xûnav bilêv kir ku jin xwedî mîrateya hev derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin ku li Parîsê du komkujiyên wekhev pêk hatin, di vir de em berdewamkirina qirkirin gelekî bilêv dikin. Ji xwe piştî 2013’an êdî ev komkujî bi rengekî eşkere xwe didin der û heta vê rojê dirêj dibin. Li Rojavayê Kurdistanê ku xeta jina azad ya heval Sakîne, Leyla û Fîdan dewam dike, hemû jin weke xelekek zincîrê li dor vê mîrateyê komdibin û têkoşîna xwe dewam dikin. Ev xebat çima tê kirin ango ev bedel çima hatin dayîn? Ji bo ku em weke jin bi nasname û vîna xwe bijîn. Em pergala xwe ava bikin, welat û hebûna xwe biparêzin û têkoşîna pêşengên xwe misoger bikin.”

‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî dewam dikin’

Xûnav Xelîl destnîşan kir ku berdewamiya komkujiya Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe da der û wiha pêve çû: “Destkeftiyên me, jinên azad û xwedî vî, yên rêxistinkirî û bi nasname ji bo hêzên hegemon û bi taybet dewleta tirk xeter in. Lewra jî berdewamiya komkujiya Parîsê li Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Bi dehan hedefgirtinên jinên ku di qadên rêxistinî, civakî, siyasî, leşkerî û perwerdehî pêşengbûn, hatin qetilkirin. Komkujiya Helincê, heval Dîlara, Ronahî û Kobanê, hevalên jinên ciwan û bi dehan jinên din di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman rêbazî hatin qetilkirin.”

‘Em  xwedî piroje ne û bihêztir in’

Endama kordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl, axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî kir: “Komkujiya Parîsê û yên ku pişt re hatin meşandin, armanc jê ku jinan ji têkoşîna azadiyê û şoreşê qût bikin. Lê çi bû?  Vîna jinan bihêztir bû û hebûna jinan zêdetir bû. A niha bi hezaran jin di nava qadên têkoşînê de cih girtin e. Sakîne yan jî Zehrayek şehîd bûn, li şûna wan bi hezaran Sakîne û Zehra tevlêbûn. Em tevger û rêxistineke wiha ne ku her şehadetek ji bo tevlîbûn û têkoşîna me mezintir dike. Ji bo vê jî mîrateya ku ji têkoşerên komkujiya Parîsê ji bo ma, em bi têkoşîn, rêxistinbûn û berxwedana xwe hemêz dikin û xwedî lê derdikevin. Bi taybet pirojeya me ya 2026’an jî ewe ku em vê mîrateyê di tevahî Sûriyê de jiyanî bikin û hemû jinên Sûriyê tevlî vê pirojeyê bikin.”