Mîhrîcana Nûjiyan a Filmên Jinan bi dawî bû
Li Qamişlo 1’emîn Mîhrîcana Nûjiyan a Fîlmên Jinan a ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin û filmên derhênerên jin ên ji welatê cûda tê de hatin pêşandan, bi dawî bû.

Qamişlo – 1’emîn Mîhrîcana Nûjiyan ya fîlmên jinan a ku ji aliyê Kolektîva Kezî ya jinên sînemager, bi piştgiriya Desteya Çandê ya Cezîrê û hevkariya tevgera Hîlala Zêrîn ve hat lidarxistin û di 25’ê Gulanê de destpê kir, bi dawî bû.
40 filmên derhênêrên jin beşdarî mihrîcanê bûn
Rêveberiya Sîne Jin Dîrok Artos têkildarî mihrîcanê û xebatên di mihrîcanê de çêbûn ji ajansa me re axivî û got: “40 fîlmên derhênêrên jin, di festîvala me de cihê xwe girtin, xwe gihandin civakê û xwe gihandin gelê me. Bi nerîn û çavên jin yên heyî pirsgirêk û nirxandin çareserî hebû tê de ew jî bi serket. Heman demê de di festîvala me de pêşengeha foto hat li darxistin ji bo şehîd Cîhan Bîlgîn. Bi panelên hatin lidarxistin rola jinan di sînemayê de hatin nîqaşkirin û ev sûdmend bû. Em bi hêvî ne salên pêş ev kar berdewam bike jinên sînemager werin gelhev karê xwe bi nirxînin û encamekî mezin tir bigrin.”
Paşê axaftina girtinê koma palmêra a Hîlala Zêrîn ya Reqayê bi dîlana xwe derket ser dikê. Hunermend Mizgîn Tahir stranan got û şahiya bidawîbûna mihrîcanê bi gerandina govendê bi dawî bû.