Mihrîcana Filmên Jinan a Nûjiyan destpê kir

1’emîn Mîhrîcana Nûjiyan a fîlmên jinan a Nûjiyan ku li Qamişloyê ji aliyê Kolektîva Kezî ya jinên sînemager ve bi piştgiriya Desteya Çandê ya Cezîrê û bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn hatiye organîzekirin, destpê kir.

Qamişlo – Kolektîva Kezî ya jinên sînemager, bi piştgiriya Desteya Çandê ya Cezîrê û hevkariya tevgera Hîlala Zêrîn, 1’emîn Mîhrîcana Nujiyan a fîlmên jinan, li bajarê Qamişloyê li dar xist. Mîhrîcan bi dirûşmeya “Nêrîna wê ji azadîyê ye, çîroka wê ji berxwedanê ye”, duh destpê kir. Mîhrîcan dê heta 31’ê Gulanê berdewam bike.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Komîteya Amadekar û Koordînasyona kolektîva Kezî Dêrsim Zêrevan têkildarî mîhrîcanê axivî. Dêrsim got: “Em mîhrîcana yekemîn a festîvala jinê ya bi navê Nûjiyan, li we hemûyan pîroz dikin. Di bin dirûşmeya “Nêrîna wê ji azadiyê ye, çîroka wê ji berxwedanê ye” de em dizanin ku di rêwîtiya me ya sînemayê de em li hemberî barekî çiqas giran in. Her çiqas barê me giran be jî, emê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku em dibêjin ji bo ku em sînemayê ava bikin, dozek û armancek me heye. Wekî ku hûn dizanin, îro desthilatdariya zayendperest, her wiha aqilê wê, şerê li hember jinê didomîne.”

‘Em bikaribin jiyanek aram ji wan re ava bikin’

Dêrsim Zêrevan destnîşan kir ku ji bo aramiya zarokan, xwezayê û jinan têdikoşin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Emê wekî jinên sînemager, her dem li ser kar bin. Her wiha emê têbikoşin. Emê kameravan bin, derhêner bin, senarîst bin û emê li her qadê vê hunerê bipêş bixin. Ji bo ku jin bi xwe dîroka xwe, civaka xwe, çîroka xwe birêxistin bike. Her wiha em dixwazin bi vî rengî hemû berxwedanvanên ku îro li asoyê bilind, çiyayên bilind, gerîlayên jin ên ku îro di aliyê berxwedanê de bûne taca serê jinan, di aştiyê de û azadiyê de em silavên xwe yên germ ji wan re dişînin.”

Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Paşê peyam hatin xwendin. Koma Stêra Zêrîn a Hîlala Zêrîn stranên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de fîlimê ‘Siwariyên Şengalê’ hat pêşkêşkirin.

Mîhrîcan bi dirûşma “Jin jiyan azadî ”û “Şehîd namirin” bi dawî bû.