Mîhrîcana El-Fal Al-Nisa'i: Pîrozkirina mîrateya Sûdanê û projeyên jinan
Zêdetirî 400 jinên Sûdanî li bajarê Dongolayê ji bo mîhrîcana "El-Fal Al-Nisa'i" li hev civiyan. Jinan bal kişandin ser însiyatîfên ku armanca wan, bihêzkirina aborî ya jinan e.
EYA IBRAHÎM
Sûdan – Hola El-Xalîl li bajarê Dongolayê mazûvaniya mîhrîcanek jinan a bi navê "El-Fal Al-Nisa'i" (Nîşana Xêrê ya Jinan) kir. Mîhrîcanê zêdetirî 400 jinên Sûdanî anîn ba hev. Di vê çalakiyê de hêmanên mîrateya Sûdanê bi destpêşxeriyên ji bo bihêzkirina aborî ya jinan re hatin hevgirtin. Beşdaran berhemên xwe li bazarekê pêşkêş kirin. Bi vê bazarê, derfet dîtin ku projeyên xwe bidin naskirin, qada firoşkariya xwe berfireh bikin û bi girseyeke berfireh re têkiliyê deynin. Ev yek, beşdariya jinan a di kar û hilberînê de xurt dike.
Modayên Sûdanî hatin pêşandan
Di mîhrîcanê de pêşandanên modaya Sûdanî jî cih girtin, ku tê de cilê kevneşopî yê bi navê "Thobe" wek sembola nasname û bedewiyê li pêş bû. Jinên ciwan cûrbecûr cilên "Thobe" yên bi reng, qumaş û sêwiranên cihêreng pêşkêş kirin. Ev pêşandan ku têkeliyek ji resenî û nûjeniyê bû, di atmosfereke tijî şahî û kêfxweşiyê de rastî eleqeyeke mezin a beşdaran hat.
"Reqsa Bûkê" (Raqis al-Arous) jî yek ji xalên sereke yên çalakiyê bû. Beşdaran ev reqsa kevneşopî ya Sûdanî ya têkildarî merasîmên dawetê pêşkêş kirin. Ev kevneşopiyeke wisa ye ku gelek bûk jê hez dikin da ku bi rêya reqsên gelêrî yên di şahiyan de, kêfxweşiya xwe nîşan bidin û pîrozbahiyê bikin.
'Armanca me bihêzkirina aboriya jinan e'
Kesayeta medyayî Majdolîn Elî Omar û damezrînera ‘Mîhrîcanên Kirînê yên Majdolîn’ di nav beşdar û amadebûyan de digeriya û kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya bi coş û hejmara mezin a beşdaran re anî ziman. Majdolîn Omar destnîşan kir ku wê ev têgeha mîhrîcanê li Herêma Bakur (Northern State) bi armanca bihêzkirina aborî ya jinan, bi taybetî yên ku projeyên nû dimeşînin bi rêya dabînkirina bazareke rêkûpêk a li nava qadê daye destpêkirin. Her wiha di mîhrîcanê de çalakiyên din jî hebûn ku ji bo kişandina bala gel û pêşkêşkirin û firotina berhemên jinan hatibûn amadekirin.
'Pêwîstiya jinan bi karsaziyên wan ên taybet heye'
Enfal Mubarak ku cara yekem e beşdarî vê mîhrîcanê dibe, kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di vê çalakiyê de anî ziman. Enfal got ku hêvîdar e ev ezmûn ji bo berhemên wê bibe destpêkeke nû û serkeftî. Enfal, ji bo derfeta beşdarbûnê û nîşandana kelûpelên xwe ya ji gel re, spasiya organîzatora çalakiyê, Majdolîn Elî Omar kir. Enfal bal kişand ser girîngiya hebûna karsaziyên serbixwe yên jinên Sûdanî û wiha got: “Jinên Sûdanî di civakê de roleke her ku diçe girîngtir dibe dilîzin. Destekkirina projeyên jinan û teşwîqkirina hilberînê, dikare alîkariya bihêzkirina serxwebûna wan a aborî bike û di van demên dijwar de piştgiriyeke girîng ji malbatên wan re peyda bike.”
'Mîhrîcan derfetek ji bo pêşandana berheman e'
Rahaf Yûsif ku beşdara mîhrîcanê ye, diyar kir ku wê komek ji aksesûarên jinan û berhemên bedewiyê pêşkêş kirine. Rahaf destnîşan kir ku ew girîngiyeke mezin dide beşdarbûna di mîhrîcan û çalakiyên cihêreng ên taybet bi jinan de. Rahaf anî ziman ku ew van çalakiyan wek derfetekê dibîne ku berhemên xwe nîşan bide û bi raya giştî re bide naskirin. Her wiha Rahaf tekez kir ku ev kar, ji bo wê çavkaniyeke baş a dahatêpeyda dike.
Cihê ku mîras û berhemdarî lê dighîjin hev
Ev mîhrîcan wek cihekî kar dike ku pîrozkirina mîrasa Sûdanî bi teşwîqkirina berhemdarî û karsaziya jinan re dike yek. Çalakiyên wê ji firotin û firoşkariya sade wêdetir çûn. Pêşandanên moda û hunerên kevneşopî wek performansên "Dalouka" jî li xwe girtin. Mebesta wê, afirandina atmosferekê ku şahî, nîşandana jêhatîbûnê û piştgiriya karsaziyên biçûk li hev tîne ye.
Di nava cilên "Thobe" yên rengîn ên Sûdanî, rîtmên dîlanên kevneşopî yên bûkaniyê û rêze berhemên ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin û li bazarê hatine rêzkirin de, êvarê şiyana jina Sûdanî ya ji bo afirandina şahiyê û di heman demê de pêkanîna karên berhemdar, nîşan da. Vê yekê hebûna wê û rola wê ya girîng a aborî û civakî, tevî şert û mercên awarte yên ku welat niha pê re rûbirû ye, tekez kir.