Mihabad Necîm: Tevî xebatên li çiya li bajar perwerde dida
Pêşmerge û mamoste Mihabad Necim got ku ji berê ve jinan her dem alîkariya pêşmergeyan dikirin niha jinên Kurd bi îradeyeke mezin çek girtine pişteveniya xaka Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Mihabad Necîm Heme Hesen Merûf, di sala 1962’an de li bajarê Kerkukê ji dayîk bû. Di temenê 6 salî de bavê wê şehîd dibe, li mala xalê xwe mezin dibe. Piştî dibistana navîn temam dike, hewl dide ji bo xwedina beşa mamosteyî li bajarê Hewlêre bixwîne lê belê ji ber xizmet ji rejîma baasê renekirbû, nayê girtin.
Di sala 1980’an de dizewice. Ji ber bi xwe welatparêz e bi kesek welatparêz re dizewice, weke malbatek Kurd di nava zilm û zordariya rejîma baasê de bûn, ji ber wê bi hevjînê xwe re beşdarî xebatên li çiya dibin. Tevî gelek zorî û astengiyan jî zêdeyî 11 meh koçî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin. Piştî vedigerin hevjîna mamoste Mihabad 5 mehan tu agahî jê nagire dûre hîn dibe ku li Iraqê di girtîgehê de ye. Niha xwedî 4 zarokan e. Tevî hilweşîna rejîma baasê, weke fermanber li zanîngeha Silêmanî di sala 1995’an de di beşa çêkirina av û kehrebeyê de tayîn dibe û dest bi kar dike. Piştre di sala 2007’an de li dibistana Erdelan dibe berpirsa beşa pirtûkxaneyê. Di dawiya sala 2024’an-2025’an teqawîd dibe. 4 zarokên xwe bi awayek welatparêz mezin dike û îsal ji bo piştgiriya berxwedana Rojava beşdarî gelek çalakiyan bûye. Der barê jinên Rojava û kezî de helbestek nivîsand.
‘Ji ber xebatên pêşmergetiyê jiyana me her dem koçberî bû’
Mihabad Necîm têkildarî jiyana xwe û zoriyên ku jiyane ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di serdema rejîma baasê de dema Kurdek li bajarê Kerkukê bijiya rastî êrîş, tundiya derûnî û fîzîkî dihat. Dema ku zarokê şehîdên Kurd bin û ji bo xak û welatên xwe şehîd bûbin, du qat jiyan girantir dibû û got: “Ger ji malek pêşmergeyek hebûya yan jî şehîd hebûya ji aliyê rejîma baasê ve rastî gelek zilm û zordariyê dihat. Em jî malek welatparêz bûn, xal û bavê min pêşmergetî kirin. Piştre bavê min şehîd bû û xalê min li bajar di nava rêxistinên bajar de bi awayekî çalak dixebitî. Her dem alîkariya malên pêşmergeyan dikir. Tevî tundî û îşkenceyê di dema pêvajoya xwendinê de ji min re pirsgirêk çêdibû. Çend caran ji bo xwendina xwe temam bikim rastî guherîna zimanê dayîkê hatim. Ez salek li bajarê Hewlêrê mam. Di pola 8’an a Amadeyî de li dibistana Selahedîn salekê xwendekar bûm. Gelê Kurd ji aliyê rejîma baasê ve her dem dihat tepisandin. Rojekê gel hemû derket qadan. Ez jî bi cil û bergên reş beşdar bûm. Min dirûşm avêt û çekdarên baasê ez hişyar kirim gotin ger dubare bikim wê ziyanê bibînim. Rê nedidan Kurdan û Kurd dihatin tepisandin.”
‘Em bi dizî dixebitîn’
Mihabad Necîm da zanîn ku zarokên xwe li ser bingeha neteweyî mezin kirine û got: “Di sala 1980’an de ez zewicîm, min jiyanê li ser bingeha niştimanî ava kir. Li gel wê jî hevjînê min mamoste bû. Di nava rêxistinan de kar û xebatên niştîmanî dikir. Di rêxistinên bajar de em bveşartî xebat dixebitîn. Min nivîs li gel xwe û zarokên xwe diparast.”
‘Me berê xwe da çiya’
Mihabad Necîm diyar kir ku ji xebatên bajar berê xwe dane xebatên çiya û got: “Hevjînê min beşdarî xebatên li çiya bû. Destpêkê ez û du zarokên xwe heta gundê Kanîgiran çûn me hevjînê min bi rê kir. Piştre em demek li wê derê man, di rewşek giran de bûn. Zarokên min her dem daxwaza bavê xwe dikirin. Dema dipirsîn digotin bavê me li ku derê ye? Min digot li mala bapîrê we ye. Diçûn û dihatin digriyan. Em jî çûn gundê Mêwalke li gel hevjînê xwe me xebatên pêşmergetiyê domand. Ji bo azadiya xaka xwe me pêşmergetî dikir. Ez destpêkê weke mamoste çûm gundê Awejê lê belê ji ber êrîşên dijwar li herêmê ez nikaribûm bimînim. Li gel pêşmergeyan em çûn.
Ji gundê Mêwlake em çûn gundê Heledan, piştre Gerade û piştre gundê Qezler, li wê derê li gel pêşmergeyan em di xebatên çekdarî de bûn. Ez û zarokên xwe li gel hevjînê xwe diman. Me xebatên çekdarî nedikir lê belê li gel wan me alîkariya pêwistiyên sereke dikir. Li gundê Qezlerda, her dem rejîma baasê êrîş dikir. Ez û zarokên xwe ji ber êrîşan diketina mava dolabê. Zarokên min ditirisyan. Rojekê ji ber zarokên min ditirsiyan em hatin derve, hinek ji dolabê derketin û piştre dîsa em diçûn ew cihê ku em xwe ji balafirên rejîma baasê biparêzin. Me xwe vedişart. Zarokên min nexweş diketin. Berfek zêde dihat. Piştre em çûn Germiyanê û enfalê dest pê kir. Em vegeriyan Mêrgepan. Li wê derê me odeyek çêkir. Piştre em ji wê derê jî bi neçarî derketin.”
‘Piştî 11 mehan em vegeriyan’
Mihabad Necîm di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji çiya dihatin, di rê de ez nexweş ketim, min ji hevjînê xwe xwest min di rê de bihêle û zarokan rizgar bike. Piştî riyeke dûr û dirêj em gihîştin Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Di koçberiyê de nexweş ketim û piştre min emeliyat derbas kir jiyana me gelek dijwar bû. Li wê derê tu debara me tunebû, piştî 11 mehan ji Rojhilatê Kurdistanê em vegeriyan başûrê Kurdistan. Piştî em vegeriyan hevjînê min ji aliyê hêzên Iraqê ve 5 mehan hat girtin. Em nizanibûn li ku derê ye, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji ber efûya giştî hat berdan.”
‘Me zarokên xwe li ser welatparêziyê perwerde kir’
Mihabad Necîm destnîşan kir ku tevî rewşa giran a jiyane jî zarokên xwe li gel şer û koçberiyê li ser Kurdperweriyê perwerde kiriye. Niha jî her yek ji zarokên wê têdikoşin û xebatê li bajarê Silêmanî û derdora wê dikin. Berdewam ji bo parastina xak û jîngeha Kurdistanê dixebitin û got: “Zarokên min her dem di nava şer de jiyan. Ji me fêrî welatparêziyê bûn û niha xebatên xwe li ser wê bingehê didomînin.”
‘Jinên Rojavayê Kurdistanê li tevahî cîhanê bûn sembola berxwedanê’
Mihabad Necîm wiha got: “Pêwistiya me dibistanek fikrî ya weke ya jinên Rojavayê Kurdistanê heye. Jin tevî erka dayîktî û perwerdeya zarokên xwe piştevaniya şoreşê dikin. Ji bo bikaribin parastina xwe û xaka xwe bikin. Tevî vê jî jinan bi riya gundan û alîkariyan pêwistiyên sereke didan pêşmergeyan. Divê çek hilgirin û di rewşên şer de wek Rojavayê Kurdistanê berxwedan bikin. Divê ew dibistana fikrî ya li Rojava heye, li Başûrê Kurdistanê jî hebe ku aliyên Îslama siyasî destwerdanê nekin, da bikarin nifşê pêşerojê perwerde bikin.”
‘Divê hemû kes zarokên xwe li ser fikrên berxwedanê perwerde bike’
Mihabad Necîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Perwerdeya Rojavayê Kurdistanê bandorê li ser nifşê pêşerojê kiriye. Divê hemû kes zarokên xwe li ser fikrên berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê perwerde bikin. Jinan li her dere Kurdistanê bê tirs li dijî dijminan berxwedan raber kirin. Wekî ku me dît di xwepêşadanên li başûrê Kurdistanê de bandora jinan di piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re hebû. Her wiha li Rohilatê Kurdistan û Îranê jî jinan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rejîma dagirker hejand. Li Bakurê Kurdistanê jinan berxwedan raber kirin û li Rojavayê Kurdistanê jin li tevahî cîhanê bûn sembola berxwedan û jiyana bi hev re.”