Mihabad Şêx Heme Emîn: Tu şoreş bêyî jinan bi ser nakeve

Endama Pêşmergeyên Dêrînê Mihabad Şêx Heme Emîn bal kişand ser rola dîrokî ya jinan a di nava şoreşan de û destnîşan kir ku ji bo serketinê divê jin di hemû navendên biryardanê de xwedî peywir bin.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Di nava civakê de beşdariya jinan di qada siyasî de ne tiştekî nû ye, ji berê ve hebû û jin bi awayên cûda qonax bi qonax pêşve çûne. Jinên Kurd dest bi girtina peywirên îdarî û siyasî kirine. Jin di siyasetê de biryarên rast didin. Di sedsalên dawî de, gelek jinên Kurd ên navdar û wêrek ku di warên cûda, di nav de şoreş, şer, siyaset, perwerde û huner, rol û bandor lîstine, hebûn. Jinên Kurd dikarin hêza xwe di her warî de bi kar bînin. Endama Encûmena Bilind a Komeleya Pêşmergeyên Dêrînê Mihabad Şêx Heme Emîn derbarê derketina pêş a jinan acdi qada siyasetê de, beşdariya wan a di partî û siyasetê de û her wiha astengiyên civakî de, ji ajansa me re axivî.

‘Jinên tevlî siyasetê bûne, ji hêza xwe bawer kirine’

Mihabad Şêx Heme Emîn destnîşan kir ku divê jin bi xwe amade bin beşdarî siyasetê bibin û wiha got: “Ger jin dema ku dixebite ne bi dil be û şarazebûna wê di warê siyasî de nebe, nikare bighîje navendê. Biryarên jinan bi xwe tê wateya ku îradeya jinan ji bo ketina nava siyasetê gelek girîng e. Siyaset tenê siyaset û partiyê li xwe nagire. Hemû waran, di nav de rêxistin û hemû pîşeyên cûda yên li saziyên hikûmetê, parlamento û desthilatên bilind, digre nava xwe. Divê jin bi xwe hewl bidin beşdarî siyasetê bibin û li her navendek biryardanê ya ku dixwazin, xwedî peywira xwe bin. Her wiha jin dikarin di warê ku xwedî ezmûn in de serkeftinek baştir bi dest bixin. Kesên ku bi ser ketine, ji hêza xwe bawer kirine. Gavên ber bi pêş ve ne asan e. Ya girîng ew e ku jin wek mirov bên dîtin û hêza wan ji bo kar û hilberînê bên bikaranîn. Di cîhana îro de pîvana sereke, jêhatîbûn e.”

‘Jin xwedî hêza beşdarî û biryardanê ne’

Mihabad Şêx Heme Emîn diyar kir ku di dîroka jinên Kurd de, ji şoreşên kevin heta niha, jinan karîne di navenda biryardanê de cih bigirin û wiha got: “Wek salên bihurî, bi dehan jinên têkoşer û bi hêz ji bo xak û welat çûne ber sêdarê. Ji ber hesta neteweyî ne tenê ji bo mêran, ji bo jinan jî têkoşiyan. Jin di têkoşîna azadiyê ya neteweya Kurd de xwedî rol û pozîsyon bûn. Niha em dibînin ku jin di hemû waran de, di hemû qad û rêxistinên siyasî de, di parlemento û hikûmetê û li hemû cihên hesas de hene. Heta di nava hêzên leşkerî de jî rolên wan ên taybet hene û cihê xwe girtine. Jin xwedî hêza beşdarî û biryardanê ne. Di biryarên siyasî û mijarên girîng de, jin dikarin baş bifikirin û biryarên rast bidin. Divê jin ji tiştên ku dixwazin û pêwîstiya wan pê hene agahdar bin. Divê jin ji bo xwe bixebitin, xwe nas bikin û ji hêza xwe bawer bikin.”

‘Rêjeya jinan li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 û li  Iraqê ji sedî 25 e’

Mihabad Şêx Heme Emîn da zanîn ku beşdarbûna jinan û dilxwaziya wan di hemû qadên siyasî de, bandorek çêkiriye û wiha domand: “Di dema yekem a parlamentoya Iraqê de, ji bo beşdariya jinan rêjeyek hat diyarkirin. Rêjeya jinan li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 û li  Iraqê ji sedî 25 e. Em dixwazin jin di hemû qadên biryardanê de bi heman rêjeyê cih bigrin. Mixabin, di nava hikûmetê de ev rêjeya hatî diyarkirin nîne. Ya ku em dixwazin bi taybetî derbarê jinên ku di qada siyasî ya hikûmet an parlamentoyê de xwedî ezmûn û pispor in, divê jin jê sûd bigrin û li hemû cihan wek şêwirmend bin. Divê wan bi encûmenekê biparêzin. Ew ezmûn û pisporiya wan a heyî, bikarin cihê xwe bikin û ji bo nifşên niha, karibin rêya berdewam a jinan li asta navendên biryardanê li ber çavan bigirin û wan paşguh nekin.”

‘Tu şoreş bêyî jinan bi ser neket’

Mihabad Şêx Heme Emîn ragihand ku di warê guhertin, perwerde û ezmûna jinan de, divê behsa rol û pozîsyona jinan di perwerdeyê de bê kirin û wiha bidawî kir: “Hin ji van gelek bi kurtî behsa dîrokan rola jinan dikin. Divê dersek taybet ji bo nifşê pêşerojê, li ser rewş û rola jinan û dîroka jinan di şoreşan de û di nava hemû bandorên cûda de çawa rol û bandora wan hebû, hebe. Her tim di şoreşan de jin hebûne, bêyî jinan ti şoreş bi ser neketiye. Dema jin di nava şoreşê de bûn, xwedî armancên mezin in. Jinên wêrek û bihêz dikarin di aliyê cihê xwe de rê li ber wê bigirin ku xewnên wan bên terikandin an jî astengkirin. Ev bi wêrekiya jinan ve girêdayî ye ku bixwe bên qada têkoşînê. Divê  jin heta ku di hemû waran de, bi taybetî ji bo navenda biryardanê, cihê xwe bikin, bêdeng nebin. Her dewlet û hikûmetek ku jinan tevlî hêza kar neke, dê serkeftî nebe û dê paşve biçe.”