Midûrê kiryarê tacîza zayendî bi giliya xwendekarek din hate girtin

Midûrê dibistanê Gurbuz Canpolat ê tevî giliyên ku li dijî 8 xwendekaran tacîza zayendî pêkaniye jî hat berdan, bi giliya xwendekarekî din hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Xarpetê, midûrê lîseyî Gurbuz Canpolat bi sûcdariya tacîza 8 xwedekaran hate binçavkirin û di dadgeha lê hatiye darizandin de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Midûrê dibistana amadeyî bi giliya xwendekarekî din bi sûcê “êrîşa zayendî ya li dijî zarok” hate girtin.

Xwendekarekî dibistana amadeyî bi ser Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) giliya Gurbuz Canpolat kir ku ew tacîz kiriye. Bi giliya xwendekar 7 xwendekarên din jî Gurbuz Canpolat derbarê tacîza ku dîtine gilî kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê lêpirsîn da destpêkirin û di 29’ê adarê de Gurbuz Canpolat. bi biryara dadgeha nobedar ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî ya Bajar jî derbarê Gurbuz Canpolat lêpirsîna îdarî da destpêkirin û midûr derket destûra bi zarê.

Xwedekarekî din gilî kir

Duh derbarê Gurbuz Canpolat de xwendekarekî din jî gilî kir. Bi giliya zarok Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê derbarê midûr Gurbuz Canpolat de biryara girtinê dewxist. Midûr û parêzerê xwe ji bo îfadeyê bidin çûn Edliyeya Xarpêtê. Piştî karûbarê îfadeyê, dozger Gurbuz Canpolat bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Sûlh Cezayê kir. Gurbuz Canpolat bi sûcê “êrîşa zayendî ya li dijî zarok” hate girtin û ew şandin girtîgehê.