Mîdiya Ehmed: Hedefgirtina jinên rojnamevan rola wan a girîng nîşan dide

Rojnamevan Mîdiya Ehmed teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Silêmaniyê û hedefgirtina jinên rojnamevan rola wan a girîng nîşan dide û got ku divê her kes li dijî bêdengiya Iraqê nerazîbûnê nîşan bide.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di 15’ê Tebaxa îsal de di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hat lidarxistin û peymanek bi navê ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin. Ev peyman bi armanca qirkirina Kurdan bû loma çend roj piştî wê di 23’yê Tebaxa 2024’an de, bi bombebarana balafira bê mirov a dewleta Tirk wesayîda rojnamevanênê çapemaniya azad li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê hat hedefgirtin. Di êrişê de du rojnamevanên jin ên endamên çapemaniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan.

Rojnamevan Mîdiya Ehmed hedefgirtin û bandora ronamevanên jin ji ajansa me re axavî

‘Hedefgirtina rojnamevanan yek ji planên peymana 15’ê Tebaxê ye’

Rojnamevan Mîdiya Ehmed têkildarî vê mijarê teqez kir ku êrîşê li Silêmaniyê û hedefgirtina rojnamevanan yek ji planê peymana 15'ê Tebaxê ye û wiha anî ziman: “Ev ne cara yekemîn e li Başûrê Kurdistanê bûyerek bi vî rengî diqewime, beriya niha jî rojnamevan Nûjiyan şehîd bû. Rojane dagirkerî êrişê Herêmên Parastina Medyayê dike, gundan wêran dike û sivîlan şehîd dixe. Dema ku rojnamevan hewl didin van sûcên dagirkeriyê derxin, dibin armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê rojnamevanan dikin hedef lê çiqas dagirkeriya Tirk hewl bide deng û rengê rastiyê veşêre, em ê weke rojnamevanên ku di felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de xwe kûr kirine heya dawî rastiyan, hovîtî û planên li dijî gelan pêk tên ji raya giştî re ragihînin.”

‘Bi keda jinên rojnamevan felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bû felsefeyek cîhanî

Mîdiya Ehmed bal kişand ser keda rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Di destpêka Şoreşa Rojava de jinên Kurd ên rojnamevan destpêkê şer bi zihniyeta civaka mêrsalar kirin û bi ser ketin.  Îro wê civakê li ser felsefeyek rast bi rêxistin dikin û dibin eynika civakê. Di aliyekî din de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş, dagirkerî, êş û berxwedaniya koçberiyê, komkujî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin. Jinên rojnamevan bi ked û têkoşîna xwe hewl didin rastiya ku tê jiyîn, ji raya giştî re were ragihandin. Bi vê ked, têkoşîn û fedakariya şehîdên rojnamevan, em şehîd Dilîşan Îbiş bi bîr tînin. Îro felsefeya Jin, Jiyan Azadî bûye felsefeyek cîhanê ku her jin azadiya xwe di bin vê felsefeyê dibîne lewma em dibînin îro li Îran, Efganistan serhildan di bin vê felsefeyê de çêbûne. Ev gaveke pîroz û serkeftî ya jinên rojnameger e.”

‘Dengê rastiyê tu carî qut nabe’

Mîdiya Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku hedefgirtina jinên rojnamevan hedefgirtina civakê ye. Hedefgirtina felsefeya Jin, JIyan, Azadî ye. Em bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî hedefgirtina rojnamevanan şermezar dikin. Li gorî zagonên parastina mafên mirovan û parastina rojnamevanan hedefgirtina rojnamevanan sûcekî dijmirovî ye. Divê hikûmeta îraqê û saziyên parastina mafên mirovan dest ji bêdengiya xwe berdin. Em soz didin dengê rastiyê dê tu carî qut nebe.”