Metirsiya mayînan didome: Li Sûriyeyê 9 sivîl mirin

Li Sûriyeyê meyîn û teqemeniyên ku ne teqiyane, bi taybet ji bo zarok û cotkaran gefa mirinê ye. Ji destpêka meha Hezîranê heta niha ji ber teqemeniyan 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 16 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê, bermahiyên şer hîn jî ji bo jiyana sivîlan, bi taybet zarokan, cotkaran û kesên ku di zeviyên çandiniyê de dixebitin, gefe. Mayîn û teqemeniyên neteqiyayî, ku bûne metirsiyek rojane, dibin sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, di heman demê de vegerandina jiyana normal asteng dikin û zoriyên ku gel dijîn zêdetir dike.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) , ji destpêka meha Hezîranê heta niha di encama teqînên bermahiyên şer de di nav de zarok 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên di bin serweriya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de jin û zarok jî di nav de 14 kes, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mêrek û zarokek birîndar bûn.

Bûyer li bajarên Hama, Reqa, Heleb, Suweyda, Hums, Dêrazor, Lazqiye, Idlib, Heseke û Derayê qewimîn. Ev bûyer tundiya berdewam a li ser sivîlan û metirsiyên ewlehiyê yên domdar nîşan didin.

Ji bo xebatên paqijkirina mayînan bangek lezgîn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê banga xwe ya ji bo xebatêb paqijkirina mayîn û bermahiyên şer, gavên lezgîn û bi kordîne biavêjin dubare kir. Rêxistinê daxwaza pêkanîna bernameyên paqijkirina birêkûpêk û domdar, weşandina nexşeyên deverên mayînkirî, zêdekirina kampanyayên hişyariya giştî, bi taybet li herêmên çandiniyê û xurtkirina piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya navneteweyî ji bo saziyên têkildar kir.

SOHR destnîşan kir ku danîna nîşanên hişyariyê yên zelal û berbiçav li deverên qirêj ji bo kêmkirina mirinan û parastina sivîlan pir girîng e.